$Çandname eKovar – 5$
Xwendevanên Hêja û Birûmet;
Kovara Çandnameyê bi jimara xwe ya pêncem derket. Li kovargeriya kurdî pîroz be. Dîse kovara me bi mijarên curbicur û rengînbûna xwe bûye keşkuleke kelepora medern û ya klasîk. Bo hemû nivîskarên xwe re sipasîyên xwe dişînin. Di nav bazarek wilo kesat de bi dildarî piştgiriyê didin kovara me. Dîse em sipasîyên xwe bo hemû şopînerên xwe re dişînin ku di vê bazarê de berhemên me biqîmet dikin.
Bi hinceta weşîna jimara pêncan ya Çandnameyê, Meha remezanê û cejna wê li misilmanan, 1ê Gulanê Cejna Karkeran li hemû xwedî kedan, 15ê gulanê Cejna Zimanê Kurdî li hemû kurdan pîroz dikin.
Di vê jimarê da van hevalan bi nivîsên xwe piştgirî dan me:
Kovara Çandname bi Hevpeyvîna Rexnegirê Edebiyata Kurdî: Lokman Polat,
Mela Mihyedîn bi hevpeyvîna Bijişkekî Dildarê Çanda Xwe: Dr. Eser Çetîn,
Mustafa Rêzan bi nivîsa Rêbaza Fêrkirinê Ya Xanima Maria Montessorî,
Fzt. Mustafa Önal bi nivîsa Piştî Vegirtina Koronavîrusê Rewşa Tenduristîya Laş,
Kovara Çandname bi hevpeyvîna Evîndarekî Zimanê Kurdî: Firat Cewerî,
Qudbettîn Kerboranî bi nivîsa Lîstikên Herêma Kerboranê An Lîstikên Herêma Torê,
Fewziyê Endezyar bi nivîsa Damezirandina Yekemîn Radyoya Kurdî,
Mihemmed Çavkesk bi nivîsa Gelo Jibîrkirin Çi Wextî Dest Pê Dike?,
Rojbîn Ozkan bi nivîsa Çîrûskên Evînê,
Paşa Amedî bi nivîsa Ya Ji Bo Xwedê Min Zikir Bikira,
Yusuf Agah bi nivîsa Şîroveya Helbestên Ehmedê Xanî,
Zîwer Îlhan bi nivîsa Kurdopiya Îslamopya û Nîntopya,
Ersîn Tek bi nivîsa Çend Gotin Li Ser Zanistê,
Dilazad ART bi xebata Kronolojîyeke Rewşenbîrî Û Têkçûyî,
Kovara Çandname bi Lîsteya Pirtûkên Zarok û Nûciwanan,
Faik OCAL bi nivîsa Her Xalî Bi Çîroka Xwe Ve Dihat, Bi Çîroka Xwe Ve Diçû
tevlî kovara me bûne.
Bi hevîya gelek jimarên din bi xatirê we.
Edîtoryaya Çandnameyê. [1]