TAYBETMENDÎYÊN COGRAFÎ Û MORFOLOJÎK ÊN DEVOKA XERZAN DI NAV DEVOKÊN KURMANCÎ DE GARZAN.
AĞZININ COĞRAFİ VE SÖZCÜKBİLİM ÖZELLİKLERİNİN KURMANCİ AĞIZLARI İÇİNDEKİ YERİ.
Ayhan YILDIZ, M. Zahir ERTEKİN
#Kovara Kurdinameyê ya Navnetewî#
Jimar: 7, Mijdar 2022
Zanyarên zimannasîyê, ji serê sedsala nozdehan ve zimanê kurdî ji hêla taybetmendîyên wî yên cografî ve li şaxên mîna kurdîya bakur, kurdîya başûr, kurdîya naverast û kurdîya rojava dabeş kirîye; ji hêla taybetmendîyên wî yên rêzimanî ve li dîyalektên mîna kurdîya kurmancî, kurdîya soranî, kurdîya lorî, kurdîya goranî û kurdîya dimilî/kirmanckî dabeş kirine. Zimannasan ev dîyalekt jî, li gor awayê axaftina axiverên wan û taybetmendîyên cografyaya wan dabeşî devok û şêweyên cîya cîya yên mîna botî, torî, serhedî, badînanî û efrînî kirine. Devoka Xerzan ku mijara vê lêkolînê ye, ji hêla cografyaya axiverên xwe ve di nav kîjan devera cografyaya kurmancî de cih digire û ji hêla kîjan taybetmendîyên xwe yên gramerî-morfolojîk ve ji devokên din ên kurmancî cîyawaz dibe, wekî pirsgirêka vê lêkolînê hat dîyarkirin. Piştî ku ji lîteratura zimannasîya kurdî, qada xebatên dîyalektnasîyê di ber çavan re hat derbaskirin, hat dîtin ku devoka Xerzan bi awayekî baş bi ber çavdêrîya lêkolînerên zimannasîya kurdî neketîye û taybetmendîyên wê yên cografî û gramerî nehatine nirxandin. Li ser vê sedemê pêdivî hat dîtin ev xebat li ser wê bihê kirin. Lewra mebest bi vê lêkolînê ew e ku taybetmendîyên cografî û morfolojîk ên vê devokê bihên tesbîtkirin û cihê wê yê di nav dîyalekta kurmancî de bihê dîyarkirin. Ji ber ku devoka Xerzan jî mîna devokên kurmancîya jorîn ên mîna botî, torî, serhedî û badînî xwedan cihêrengîyên cografî û morfolojîk bû, xebata li serê ji bo qada zimannasîya zimanê kurdî giring hat dîtin. Lewra ji bo vê tesbîtê, çawa ku ji çavkanîyên nivîskî yên li ser devok û dîyalektên kurdî ku di lîteraturê de cih girtine sûd hat wergirtin, ji axiverên wê yên zindî jî daneyên mînak hatin wergirtin. Di encama lêkolînê de hat dîtin ku devoka Xerzan ji hêla devera xwe ya cografî ve di nav tixûbên kurdîya bakur de dimîne; ji hêla taybetmendîyên xwe yên xweser ên zimanî ve jî di nav tixûbên dîyalekta kurmancîya jorîn de cih digire. [1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=459216&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin TAYBETMENDÎYÊN COGRAFÎ Û MORFOLOJÎK ÊN DEVOKA XERZAN DI NAV DEVOKÊN KURMANCÎ DE GARZAN=KTML_Link_External_End=
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,027 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!