#Mazhar Kara#: Kurdî, zimanekî herikbar û hestîyar e.
Gotar û hevpeyvîn, 31.01.2023.
#Lokman Polat# – Pirs : 1 – Birêz Mazhar Kara ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?
Mazhar Kara: Belê, ez ji Muşê me. Li gor qeyda fermî, di roja yekê Çileyê Paşîn, sala 1963’yan, li Tatosê (Tekman, Navçeya Erzurumê ye.) ji dayîk bûme. Lê bi rastî, di roja bist û pêncê Çîlê Paşîn, li Melemistefayê hatime dinê. Her çiqas roj û meha ji dayîkbûna min rastbe jî, sala ji dayîkbûnîyîna min di şikê de ye. Li gundê Melemistefayê hatime dinê û Melemistefa gundê bav û kalê min e. Kilama “Melemistefayê” li ser vî gundê çêbûye. Melemistefa gundeke Kopê (Bulanık) ye. Kop, navçeyeke bajarê Mûşê ye. Çawa ku tê zanînê, vê deverê di şerê dine/cîhanê ê yekem de û di serhildan, raperînên azadîya gelê Kurd de roleke sereke leyistîye. Kalanên me di wan şeran de cîh girtine, şer kirine, mirine, koçber bûne, têkçûne… Ji malabateke mezin her kalê minê Ebdulmecid sax filitîye û vegerîyaye Melemistefayê.
Ez Kurê Mele Huseynê Ebdulmecît û Litifya Elî me. Ango, berhemeke bermayîyeke şerên dijwar bermayiyê rojên xelayê, koçberî û koçerîyê me.
Belê li Mele Mistefayê hatime dinê. Lê belê, li Erzurumê mezin bûme, gihîştime. Malbat, di demê zarokatîya min de, ji ber karê bavê min, çûye Tatosa Erzûrumê. Çîroka çûyîna me ya Erzurumê balkêş e. Dixwazim bi kurtî qal bikim. Ku qala wê rêwîtîya xwe ya ewil nekim, binasîndayîna me wê kêm bimîne. Lewra, çavkanîya nivîskarîya min ew e.
Bavê min di rojên feqîtîyê de li seranserê Kurdistanê gerîyaye û di gelek medreseyên bi nav û deng, bi kok û binyat de xwendîye. Yek ji wan medreseyan jî Medreseya Qolhîsarê ye. Qolhîsar gundê Şêx Seîdê Kal e û gundeke Kela Xinûsê (Hınıs) ye. Bavê min di wê medresê de feqîyê Şêx Elîrizayê kurê Şêx Seîd bûye.
Bavê min di dû demên dirêj ên feqîtîyê re li gundê Hemzeşêxa Kopê dest bi Meletîyê dike. Ew, li wir li ser kar û barê xwe ye. Lê felek bê ku haya wî jê hebe, di derheq wî de rê û rêçên nû amade dike.
Hê pir piçûk bûm. Weka xewneke tê bîra min. Bi rêya hevaleke bavê min, ji mamostê wî de jêre nameyek hatibû. Bavê min gelek kelecan bû. Roja dinê, serê sibê zû, berîya derketina rojê li Mihîna Reş siwarbû û da ser rêya Kela Xinûsê. Qesta wî Qolhîsar bû. Bavê min agirê firqetê di gewrîya me de dada û çû. Bi qasê mehekî şûn de vegerîya. Em bi hatina wî pir şa bûn. Ew jî ewqas bi kelecan bû. Wî kelecanîya wî rahîşt dilê me jî.
Gava mala me barkir demsal payîz bû. Di dû çar rojê rêwîtîyeke dirêj re mala me li Çawirma Xelîl Axa danî. Çawirme gundeke Tatosê ye.
Li gor agahdarîyên ku bavê min da me, koça me ya serê payîzê bi daxwaza Şêx Elîriza çêbibû. Li gor agahdarîyên bavê min da, Hesen Axa Diçe Qolhesarê cem Şêx. Dibêje; “li gund medresa me heye û em dixwazin feqîyan xwedî bikin. Pêwîstîya me her bi seydakî jêhatî heye. Daxwaza me ji we ev e.”
Wê gavê Feqîyê Şêx Elîriza, Melehuseynê Ebdulmecît tê bîrê. Û ev bibîranîn dibe sedemê warguherandina me.
Min salek piştî wê rêwîtîyê re, li Çawirma Xelîl Axa dest bi dibistana serate kir. Di dû xwendineke dibistana serate re, em ji mal, ji dê û bavê xwe dûr li Tatosê dest bi xwendina dibistana navîn kir. Dibistina navîn li Tatosê, xwendina lîsê destpê kir û li Erzeromê kuta bû.
Dibistana bilind li Dîyarbekirê û xwendina Mastirê li İstenbolê kutabû. Niha mamoste me. Hê jî li İstenbolê dijîm. Zewicîme û bavê keçek im.
Lokman Polat – Pirs : 2 – Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? Berhema te ya pêşîn kîjan e? Û naveroka wê li ser çiye?
Mazhar KARA: Wek ku, min li jorê jî piçek qal kir, ez ji binemaleke ji xwendin û nivîsandinê hezdike, têm. Dikarim bibêjim ku, me di nava pirtûkên Kurdî, peyv, suhbet, çîrok, beyt, kilam, stran û helbesta Kurdî de çavê xwe li jîyanê re vekiribû. Zarokatîya min di medresê de, di nava feqîyan de derbaz bû. Zarokatîyeke xweş û geş para me ketibû. Me, berîya despêka dibistana serate dest bi xwendina bi tîpên erebî kiribû. Mewlûda Kurdî û Nubara Ehmedê Xanî pirtûkên me yên li ber serî bûn. Kalikê min Ebdulmecîd “Beytên Melê”(Kalê min Wisa digot) pir xweş dixwend. Carna wî wana bi dengeke zelal û bilind dixwend û bavê min jî wan beytana rêz bi rêz ji bona guhdarvanan, ji me re şîrove dikir.
Gava bavê min dest bi şiroveyên beytên Mela dikir, her digot; “Mela behreke bêbinî ye. Mana gotinên wî pir kûr û dûrin. Kesên weka me nikarin bi hêsanî xwe bigihînin binê wê behra kûr a bêbinî. Ew weka çemên me yên qedîm her diherikin. Mala Mela ava be. Ez jî nikarim xwe bi qasê ji destê min hat ezê ji bona we me negihînin binê wê behrê. Lê qasê ji destê min hat ezê ji bona we şirove bikim.”
Me hinek ji wan, suhbet, xwendin û şirovekirina beytên mela yên xwendina kalikê min û şirovekirina bavê min, qismek jê hildaye qaseteke teyîbê û hê li ba me ye.
Bavê min jî helbest û beyt dinîvîsandin. Niha li wan destnivîsên wî digerim. Me çend heb jê li ba feqîyên wî dîtin.
Em di nava atmosfereke bi vî awayî de mezin bûn. Ji ber vê yekê me ji pîçûktîya xwe ve dest bi nivîsandinê, nivîsandina bi zimanê Kurdî kir. Di salê dibistana navîn de deftereke min a helbestan hebû. Qismek ji helbestên min bi tirkî û qismek jê bi Kurdî bûn. Di wê sala me dest bi zanîngehê de, hevalê minê hêja, hunermend û zimanzan Weysî Baraq ji wan helbestên min ên bi Kurdî yek jê kir beste û xwend. Di dû salan re, hunermendê hêja Mehmet Atli jî ew helbest ji nû ve, şirove kir û di albûma xwe ya bi navê “Birîn” ê de weşand.
Lê pirtûka min a ewil a bi Kurdî ya bi navê “Rojeva Evînê” ye. Ew pirtûk ji helbest û ceribînên helbesteke nû ve pêk tê. Ew, di sala 1991 an li Amedê, di nava “Weşanên Govend”ê de hate weşandinê.
Lokman Polat – Pirs : 3 – Hinek nivîskarên ku bieslê xwe kurd in, bi tirkî dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in lê bi tirkî, arebî, farisî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî, arebî, farisî ne? Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (tirkî, erebî, farisî) dinivîsînin çi difikirî?
Mazhar KARA: Weka ku te jî di sewala xwe de bi zelalî destnîşan kirîye û anîye ziman, gelek nivîskarên bi eslê xwe Kurd in, nivîskarên bi nav û deng hene. Gelek ji wana bi Kurdî nizanin û bi Kurdî nenivîsandine. Bê şik ew Kurdin, pirên wana Kurdperwerin jî. Bîr û bawerîyên wan, fikir û ramanên wan ên edebî, polîtîk, hunerî, wêjeyî û helwesta wan a li dijî dagirkerîyê, zilmê û zordarî yê musbete. Naveroka nivîsên wan jî bi piranî di derheq Kurdan, bindestan de ne. Nivîskarên jîr, jêhatî û serkeftî ne. Lê bi Kurdî nizanin, Nanivîsin. An jî nivîsa wana bi Kurdî bi qasê ya zimanên dinê, serkeftî nîne. Hinek jê jî her bi karê nivîskarîyê debara xwe dikin. Ku bi Kurdî binivîsînin wê birçî bimînin. Ji ber vê yekê bi Kurdî nanivîsînin. Hinek ji wana jî ditirsin dibên; “ku em bi Kurdî binivîsînin, wê dijminên me zêde bibin, rejimên dagirker wê êrîşan bînine ser me, Dostên me wê kêm bibin, xwendeyên me, hezkirîyên me wê kêm bibin û şuhreta me, navû dengê me wê qels bikeve”.
Sedem her çi dibe bila bibe. Ew bi eslê xwe Kurdin, ji bona min jî ew kesên hêja ne, bi qedr û qîmet in. Pirên wan azadîya Kurdistanê jî dixwazin. Lê ji ber hin sedeman bi Kurdî nenivîsandine, nanivîsînin. Ji ber vê yekê jî, ji zimanê Kurdî re, ji wêjeya Kurdî re tu fêdekê wana çê nabe. Ew bi Kêjan zimanî binivîsînin fêda wan ji wî zimanî re ye. Ew wî zimanî dewlemedtir, rengîntir û xurttir dikin. Ew nivîskarê wî zimanî ne, wêjevanên wî wêjeyê ne, qizmetkarê wî zimanî ne.
Di vir de çend îstîsna henin. Wek nivîs û xebatên Yilmaz Guney. Lewra, naverok û ruhê sînema wî bi her awayî bêhn û tema Kurdîtîyê tê. Zimanê wî jî bi dublajeka kurdîya baş ve dibe Kurdî.
Lokman Polat – Pirs : 4 – Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?
Mazhar KARA: Ew rastîyeke ilmî ye. Ku, zimanek ne zimanê perwedehîyê be, derfeta xwendin û nivîsandina bi wî zimanî tune be, ew ziman her çiqas dewlemend dibe bila bibe, ew ziman pêşnakeve. Edebîyat, wêjeya wê zimanî ya nivîskî, nivîsa bi wî zimanî her qels û lawaz dimîne. Ew yek ji bona zimanê Kurdî jî wisa ye. Lê belê edîbên Kurd, nivîskar û zanyarên Kurd di vê qadê de jî bi camêrî, bi aqil û feraseteke bêhempa li berxwe didin, dixebitin, diafirînin. Li gel îmkanên qels, derfetên deng, tenê bi hêvîyeke mezin dane ser rêyeke dirêj û bi xeyalên rojên xweş, bi sebr û semaneke mezin dimeşin, dimeşin, dimeşin.
Dewlemendî û sermaya zimanê Kurd her ev e. Ku mirov lê hûr dibe, dixwîyê ku, ev yek ji bona pêşeroja zimanê Kurdî û edebîyata wê bi serê xwe sermayeke mezine.
Wek ku tê zanînê, li Bakûrê Kurdistanê, di dû îlankirina cumhurîyeta/komara dagirker re medreseyên Kurdan jî hatine girtinê. Pêwendîyên gelê Kurd bi xwedin û nivîsandina bi zimanê Kurdî ya bi xetên erebî jî qut bû, lawaz bû. Di dû vê pêvajoya xedar re, dilê Kurdan li mektebên, dibistanên Tirkan re germ nebû. Di serî de Gelê Kurd ji perwedehîya bi tîpên latînî û zimanê dagirkeran jî heznekir. Bi vê awayî edebîyata nivîskî sekinî, pêş neket. Gelê Kurd salên dirêj tenê bi edebîyata devkî di ber xwe da. Ew edebîya îro ji bona edebîyata nivîskî jî çavkanîyeke hêja ye.
Çewa ku tê zanînê, li seranserê dinê bi qasê pêncî milyon Kurd dijîn. Ji wê pêncî milyonê kêm sî milyonê wî li Bakûrê Kurdistanê dijî û li wir jî ew kêm sedsale ku, xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî qedexe ye. Ev şert û mercên dijwar, zilm û zora evqas xedar a ewqas salên dirêj bi serê xwe dikare bibe sedemê rûxandina zimanekî, wêjeyekî, çandekî qedîm. Lê Kurdî bi îmkanên bi sînor lê bi bîr û bawerîya dildar û kedkarên wî zimanî her di ber xwe dide.
Tu jî yek ji wan dildar û kedkarê vê wêjêyê, vê zimanîyî. Mala te jî avabe Kek Loqman POLAT.
Lokman Polat – Pirs : 5 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?
Mazhar KARA:
Bê şik helbesta Kurdî pêşketîtir e. Helbesa Kurdî ji cûreyên dinê yên edebîyata Kurdî her li pêşdatir bûye. Mirov dikare bibêje, helbest bingeha wêjeya Kurd ye. Helbest nêzîktirê edebîyata devkî ye. Ji wê edebîyata me ya devkî ya dewlemned sudeke mezin werdigire. Dîroka nivîsandina çîrok, roman hwd. û cûreyên edebîyata nesrê, pexşanê ewqas ne dûr e. Ew cûreyên wêjeyê hê di nava Wêjeya Kurdî de xwe negîhandîye xeml û kemla dawîn. Lê helbestê kemla xwe dîye. Sed sal berê ew ferqa di navbera pêşketina helbesta Kurdî û wêjeyên dinê yên bi Kurdî hîn kûrtir bû.
Di serdemeke weha de tofaneke nedîtî li Kurdî qelibî. Mekteb û medreseyên Kurdî hatine hilweşandinê, xwendin û nivîsandina bi Kurdî ji alîyê dagirkeran ve hatine qedexekirin girtinê, hilweşandinê,… Ew hilweşandin hilweşandina bingeha wêjeya Kurdî bû.
Ji ber vê yekê, derfeta pêşketinê û geşbûna wan cûreyên wêjeya Kurd ji dest çû. Di dest Kurdan de her di wêjeya devkî û hinek jî helbet ma. Wan herdû cûreyên wêjeya me hevdû mêjandin, xwedî kirin û qebilî, bi pêş ketin.
Lokman Polat – Pirs : 6 – Li gor bîr û raya min, nêrîn, dîtin û ramanên min, rexnegirî tena serê xwe rexne nîn e. Digel rexneyê berhemê fêmkirin, şîrovekirin, ravekirin û nirxdayin e. Bi gotineke kin û kurt, rexnegirî: Hunera şîrovekirin û nirxandina bi hişê têgihîştî ye. Rexnegirî, hunera nirxandinê ye. Şîroveya berhemê ye. Xwendina berheman e û herweha kar û xebateke lêkolînî ye. Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?
Mazhar KARA:
Dixwazim bi eşkere bibêjim ku, bê sazîyeke bi rêk û pêk a rexnegirîyê tu wêje, huner û çand bi pêş nakeve. Rexnegirî tenê pesindayîn, danasîn an jî reşkirina hin nivîskar û berhemên wan ji beşeke rexnegirîyê nayêne hesibandinê. Gere neyêne hesibandinê. Lewra rexnegirî ew yek nîne.
Bi raya min, ji bona pêşketina wêjeyê, rexnegirîyeke bi rêk û pêk divê. Ne tenê ji bona pêşketina wêjeyê, her weha ji bona pêşketin û geşbûna fikir û ramanên ilmî, zanistî û civakî jî pêwistîyeke mezin bi rexnegirîyeke bi rêk û pêk heye. Hinek kes, karê rexnegirîya wêjeyê jî weka beşeke wêjeyê qebûl dikin, dinirxînin. Wisa nebe jî, bê şik rexnegerî dînamîzma pêşketina wêjeyê ye.
Hûnê bibêjin ka, ev rexnegirîya bi rêk û pêk çi ye, gere çawa be?
Rexnegirî, berê her tiştî divê objektîf be. Ji hes û hîsên rexnegiran, yê di derheq nivîskar, hunermend û berhemên wî de dûr be. Ji bona her rexnegirîya her cûreyeke wêjeyê, hunerê kirîterên beynelminelên ilmîyên taybet henin. Rexnegirî tenê karê salixdayîna, pesindayînê an jî reşkirin û xirabkirina hinek nivîskar an berhemên nivîskar, ramyar hunermend û zanyaran nîne. Ji bona vê yekê jî divê rexnevan hay ji teorî û teknîkên karê rexnegirîyê hebe û bi hest û hîsên xwe yên çê an xirab tevnegere, destnavêje qelama xwe. Lewra, rexnegirî êdî li zanîngehan beşeke ilmî ye, pêvajoyeke akademîk e û ilmeke dînamîk e. Her roj hinek, gavek din jî pêş dikeve. Berî her tiştî divê rexnegir hay ji pêşketîna wê pêvejoya zanistî hebe û wî bi baldarî û dilsozî bişopîne.
Ku kar û şixulê rexnegirîyê ji wê rastîyê dûr be, bi kêrî pêşketinê nayê. Heta, dikare zirareke mezin jî bide pêşketina wêjeyê, hunerê û ya xebatên ilmî. Ku ji xeta rastîyê derkeve, di dilê wêjeyê de weka dînamîteke mezin diteqe û wî bi serhev de tîne xwarê û dihilşîne, hildiweşîne.
Rexnegirî, ji bona hemî cûreyên hunerê gelek pêwîst e. Ji bona wêjeyê hîn pêwîsttir e. Rexnegir wek rêbereke beled, pispor ji bona xwendeyan ber bi berheman rêyeke rast vedike û ji bona nivîskaran dibe eynik. Xwende di wê rêyê de ber bi berhemê ve diçe û nivîskar jî di wan rexneyan de kêmasîyên xwe dibîne, xwe bi her awayî diber çavan re derbaz dike û ji bona berhemeke nû ya baştir û xweştir xwe amade dike. Di derhek berheman de xwendeyan agahdar dike, hîşyar dike û li ser navê wana ji hunermendan, zanyar û zanistan hinek sewalan dike, hinek wan berheman bi awayeke ilmî û objektîf dinirxîne, kirîtîk lê digire. Bi vê awayî, hunermend û hunerhezan bi hevra dajo nava pêvajoya fikir û ramanan. Weka eyneyeke bê sêr û saman, bi awayeke objektîf radixe pêş çavan.
Lokman Polat – Pirs : 7 –Tu difikirî ku rexnegir bi têra xwe girîngiyê didin xebatên te? Eger wisa nafikirî, sedemên vê yên girîng çi ne?
Mazhar KARA:
Belê çend nivîskarên hêja û xwendeyên nivîsa bi Kurdî di derheq nivîsên min, berhemên min de rexneyên xwe, pêşnîyar û daxwazên xwe anîn ziman. Min ji wan rexne û krîtîkan para xwe hilda. Hinekan ji wan di derheq nivîs û berhemên min de nivîsîn jî. Ez ew ji bona min pir bi qîmetin. Lewra min ji wan rexneyan gelek sûd wergirt.
Min di wan rexneyên piçûk de bi awayek eşkere dît ku, rexne nebe pêşketin çênabe. Lewra wan rexneyên bi qîmet bala min, asogeha min berfirehtir kirin. Wan ew derfet da min ku ez xwe di eynika wan a bê derew de xwe bibînim û xwe bipîvim.
Lê belê ev yek bi serê xwe nayê wê manê ku, rexnegir di derheq nivîs û berhemên min de bi têra xwe qîmetê didin berhemên min. Lewra, hê di sazîya wêjeya Kurd de sazîyeke rexnegirîyê ya bi rêk û pêk tune ye.
Di van şert û mercên dijwar de çêkirin û sazkirina sazîyeke rexnegirîyê jî kareke hêsa nîne û ew di van şert û mercan de, ji bona demeke kin mimkûn jî nîne. Ku, hûn jî dizanin, êdî li ser rû dinê karê rexnegirîya hûnerê bi serê xwe beşeke, disîplîneke zanistî ye. Ji bona geşbûn û pêşketina vê şaxa pisporîyê jî mekteb û medreseyên taybet divê. Divê potansîyela xwendeyan zêde bibe û wêjeya Kurd, her wiha berhemên bi zimanê Kurdî bibe sektoreke aborîyê. Mixabin ku, em hê ji vê astê gelekî dûrin. Lê belê bê hêvî jî nînin. Hinek emareyên mizgînîya wê sazîya pêwist piçek dixwîyênê û rengê mizgînîyeke xweş ji asogeha me de hêdî hêdî bilind dibe.
Lokman Polat – Pirs : 8 – Rexnegiriya kurdî di çî radeyê de ye? Li gor te, çima rexnegirî? Û fonksîyona rexnegiriyê çiye?
Rexnegirîya Kurdî hetanî roja îro ji sazîyeke rexnegir a bi rêk û pêk mehrûm e. Çen heval henin bi amatorî vê karê dişopînin û dikin. Lê pisporîya wana baş nayê fêmkirinê.
Mazhar KARA:
Mixabin, hê sazîyeka wêjeya Kurd a rexnegirîyeke bi rêk û pêk tune ye. Belê, nivîskarên Kurd bi dilsozî lê bi amatorî berhemên hev dixwînin û dinirxînin. Belê, ev yek bi serê xwe jî kareke bi qîmet û rûmet e. Belê, pêwîste jî. Ew yek valahîya sazîyeke rexnegir a bi rêk û pê danagire, tije nake.
Di van şert û mercên dijwar de çêkirin û sazkirina sazîyeke rexnegir a bi rêk û pêk jî ne mimkûn e. Lewra ew kareke hêsan nîne.
Ku, hûn jî dizanin, êdî li ser rû dinê karê rexnegirîya hûnerê bi serê xwe beşeke, dîsîplîneke zanistî ye. Ji bona geşbûn û pêşketina vê şaxa pisporîyê jî mekteb û medreseyên taybet divê. Ji bona gihîştina pisporên rexnegirîya hunerê pêvajoyeke xwendina akademîk a dirêj û bi zehmet divê. Lê mixabin, em Kurd hê xwedîyê sazîyên perwedebûna bi zimanê dayîkê jî nînin. Ew yek nebe, xwendeyên zimanê Kurdî jî zêde nebin. Ji bona zêdebûna xwendeyên zimanê Kurdî perwedebûna bi zimanê zikmakî hewceye.
Berî her tiştî divê potansîyela xwendevavan zêde bibe û wêjeya Kurd, her wiha berhemên bi zimanê Kurdî, zêde bêne firotanê, bazareke pirtûkên Kurdî ya mezin çêbibe û bibe sektoreke aborîyê. Ku, ev yek pêk bê, bê şik wê sazîyên rexnegir li dû wî werin.
Mixabin ku, em hê ji vê astê gelekî dûrin. Lê, di van çend salên dawîn de liveke, lebateke di vê warê de bala mirov dikişîne. Ev yek bixwe cîyê hêvîyê û dilxweşîyê ye. Karên hinek hevalên bi amatorî jî ji bona pêşerojê gelek girîngin.ji bona pêşketina dezgeyên rexnegir dibine nimûne û nuveyên hêja.
Lokman Polat – Pirs : 9 – Mijara berhemên te bi giranî liser çine?
Mazhar KARA:
Wek ku, weka rastîyeke tescîlkirî tê zanînê, helbest li Kurdî tê. Bi gotineke dinê, zimanê Kurdî li helbestê tê. Kurdî, zimaneke herikbar e, hestîyar e û di nava xwe de aheng, lihevhatina dengan û muzîkeke, nuzîkalîyeke taybet heye. Ew yek tema helbestê dixe nava axavtina rojane jî.
Me jî ji wê çavkanîyê av wewarîye, tama wê hilçinîye. Em di nava sêr û mîstîzma helbesta Kurdî de hatine dinê û me di nava wê atmosfera taybet de xwe nas kirîye. Ji ber wê yekê min jî ji helbestê hez kir û mêla xwe da ser helbestê. Loma, min jî wek her nivîskareke Kurd bi helbestê dest bi karê nivîsê kir.
Paşê çîrokên kin nivîsî. Hinek ji wan di kovaran de hatin weşandinê. Lê belê ew weka pirtûk nehatine ber çapê.
Berhemên min jî, wek bi piranîya nivîskarê Kurd helbestin. Lê pirtûkeke min ji ceribandin, makale û hinek krîtîkên ilmî, sîyasî, zanistî û edebî pêk tê. Yek jî roman e.
Lokman Polat – Pirs : 10 – Dibêjin ne hemû bin jî piraniya nivîskarên kurd pirtûkên hev naxwînin, tu pirtûkên nivîskarên kurd dixwînî?
Mazhar KARA:
Li gor çavdêrîya min a di vî warî de nivîskarên me zêde berhemên hevdû naşopînin, naxwînin û bi hev re di nava alîkarî, pêwendî û danûstandineke pozîtîf de nînin. Dibe ku ji çevreşî û çavnebarîyê ye, dibe ku, ji ber hîs û hesteka negatîf a dinê be. Ji ber çi dibe bila bibe, tev yek tişteke nebaş e. Divê her mirov li paş xwe, li der û dora xwe binhêre ka li pey me kê tê, çi tê û aqûbeta wêjeya Kurd çawa ye û wê çawa be. Kesên gihîştî, kamil, xwedî ked û berhemeke hêja her wisa difikirin û wisa tevdigerin.
Ev yek nîşana bêaqûbetîya wêjeya Kurd e. Kurd wexta li neyarên xwe nifiran dikin dibêjin: “Xweda bêaqûbetîyê bixe nava mala we.” Kê li me nifireke wisa kirîye nizanim, lê belê emareyê vê bêaqûbetîyê di nava mala Kurd de her heye. Ne tenê di nava sazîya wêjeyê de, her wiha di qada sîyasetê, aborîyê û hwd. de jî eşekereye û ev bêaqûbetî bi zelalî dixwîyê.
Ez jî ji ber kêmdemê û derfetan pirtûkên, berhemên hemî nivîskarên me nikarim bixwînim. Lê hewl didim ku gelek nivîkarên Kurd nasbikim, bixwînim, bişopînim, bi wan re dan û stendinê bikim. Ji bona nivîskarîyeke bi rêk û pêk, ji bona geşbûn û pêşdaketineka wêjeya millî ev yek pêwîstîyeke mezin e, hewceye.
Lokman Polat – Pirs : 11 – Rexnegiriya helbestan ji ya romanê û çîrokê cuda ye. Rexnegir carna maneyên ku helbestvan qest nekiriye didine helbestê. Di eniya Wêjeya Kurdî de helbestvan gelek in lê rexnegirên helbestan kêm in. Tu li ser vê mijarê çi difikirî?
Mazhar KARA:
Di bersivên ewil de jî qala vê yekê bû. Helbesta Kurdî gelek pêşketî ye. Di medreseyan de, melayên muteyîn jî Feqîyên wan jî helbesta me ya klasîk şirove dikirin. Di warê helbestê de rikinê, bingeha rexnegirîyê ji zû ve hatîye danînê. Ev yekbûye sedemê pêşketina helbesta Kurdî. Ku li dereke pêşketin hebe bizanibin ku li wir rexnegirîyeke bi rêk û pêk jî heye. Di çi warî de dibe bila bibe. Ew rastî ji bona her beşeke jîyanê jî wisa ye. Ew cîyê ku rexne û rexnegirî tunebe, ew civakê ku tehmula wan ji rexneyê re tunebe, dibînin ku, li wir şer û pevçûn heye, xizanî û perîşanî lê heye.
Lê, çewa ku te jî qalkirîye, rexnegirîya helbestê kareke taybet e. Berê her tiştî divê rexnegirê helbestê di warê helbestê de gihiştîbe, pispor be. Lewra helbest hunereke xwedî taybetmendîyên girîng e. Bi îmgeyên taybet yên ji alî şair de hatine afirandinê, bi gotinên bi sêr yên ku, afirenêr ev bi hest û hîsên xwe yên taybet ve sazkirîye, hunandi ye, xemilandî ye. Loma em dibêjin her şaîrek, reng û dengê şirê xwe heye. Ew girîng e. Taybetmendîya şair e. Tameke xwe ya taybet, maneyeka xwe ya taybet heye ku, her kesek ji wê temeke çuhê wedigire û li gor xwe mene dike, şirove dike. Ji ber vê xusyeta helbestê rexnegiriya wê jî zehmet e. Kareke xweş e. Lê belê, ji xweşîya xwe pirtir jî kareke xeter e/talûke ye, bi rîsk e.
Karê rexnegirê helbestê Zehmet e. Ew wek li ser tevê kêreke tûj bimeşe. Divê her pispor, zana û baldar be. Di vê karî de xetayeke mezin hem şair, hem rexnegir û him jî xwedayên şiîrê diêşîne, birîndar dike.
Lokman Polat – Pirs : 12 – Ev rastiyek e ku gelek nivîskar tehamulî rexnekirina berhemên xwe nakin. Helwesta te li hemberê rexneyên li pirtûkên te hatine kirin yan jî rexne lê bêne kirin çiye?
Mazhar KARA:
Bê rexne pêşketin çênabe. Me li jorê jî qal kir. Pirtûka min ya dawîn ji alî edîtorîyê de hate rexnekirinê. Bi ya min ew rexne ji sedî heftê li cîh bûn û min ji wan rexnan gelek sûd wergirt. Hinekan jî ji alîyê naveroka wî de rexne lê girtin. Hinekan bi çavê sîyasetê lê nêrîn. Lê rexneyên pozîtîf zêdetir bûn. Hinekên wana di asta pesindayînê de man û hinekên wan jî ji bona qisûrê lê bibînin, xwe gelekî êşandin.
Mala tevan ava be. Me di eynika wan de rewşa xwe di ber çavan re derbaz kir.. Vê yekê jî ji bona hişyarbûna li kêmasîyên xwe derfeteke bêhempa anî ji bona me.
Lokman Polat – Pirs : 13 – Berpirsiyariya nivîskar û rexnegir li pêşberî hev çine? Helwesta wan a li hemberê hev divê çi be, çawa be?
Mazhar KARA:
Rexnegir divê li gor esasên ilmê rexnegirîyê kar û barê xwe bike. Objektîf be. Hay ji sînorê xwe û ji mafên nivîskar hebe. Dibe ku qet ji nivîskar hezneke jî. Şiir û ramanên wî û nivîskar ji hevdû dûr be jî. Gere sîya van hîs û hestên wî yên negatîf nexe ser nirxên xwe yên di derheq berhemên nivîskar de.
Her wiha, nivîskar jî ji rexneyên nivîskar aciz nebe, ji rexnegir nexeyîde, wî tawanbar neke. Hewl bide ku, ji wan rexneyan sudê wergire. Divê bizanibe ku, bê sazîyeka rexnegir tu huner û hunermend nikare berhemên xwe di ber çavan re derbaz bike, kêmasîyên xwe bibîne, bi wan re rû birû be û wan ji holê rabike. Ev yek nebe, pêşketin jî nabe.
Ji xwe, sebr û tehemula nivîskar, nîşana gihîştina wan, kamilbûna wan e.
Lokman Polat – Pirs : 14 – Çêbûna atmosfera rexneyê bi çi ve girêdayî ye? Çima rexne nayê pêşwazîkirin?
Mazhar KARA:
Du rêyên çêbûna atmosfera rexnegirîyê henin.
YEK: Ji bona atmosfereke rexnegir divê berê hertiştî bazareke wêjeyê hebe. Ew bazar bikaribe nivîskar û hunermendan û him jî rexnegiran têr bike.
DÛDÛ: Di vî warî de divê berîya her tiştî hunerê û rexnegira hunerê bi têgihîştineke ku li ser riknê zanista huner û rexnegirîya huner pêk were. Bê van egeran, daxwaza pêşketina atmosfereke rexnegir xeyalên xav, xavikin.
Lokman Polat – Pirs : 15 – Çawa ku di berhemên edebîyata cîhanê de erotîzm, pevşabûnên pornoyî hene, pir tebiiye, normale ku di berhemên kurdî de jî hebin û ji xwe di hinekan de hene. Kurd neteweyek in û ji blî dewleta wan tişteke wan kêmê neteweyên din nîn e. Dive erotîzm û pornoya wan jî hebe.
Lê hinek nivîskar şerm dikin û erotîzmê û pornoyê li cihek bêhil, qet hevûdu ramîsanê, hev maçî kirin jî di berhemên wan de tunin. Tu di vê mijarê de çi difikirî?
Mazhar KARA:
Belê, tu qeyd û bend, tu dîwar û sînor nikarin pêşîya fikir û ramana nivîskarên xwedî bîr û bawerî, bigire. Li gor çîroka xwe azad e. Di çêrokê de çi hebe divê wî binivîsîne. Sansûr û oto sansûr, fikir û ramanê dikujin. Divê nivîskarên Kurd ji otosansûrê dûr bisekinin.
Ji bo ku, nivîskar bikaribe kûrahîya ruhê civatê raxe pêş çavan divê her hal û ehwalê civatê, yên kesan bi hiş û ruheke azad binivîsîne. Erotîzim jî beşeke girîng ya ruhê kesan, keseyatî û civatî ye. Rastîyeke civatê, mirovatîyê ye. Çawa ku, rastîyeke jîyanê ye, divê bi wî awayî di wêjeyê de, di afirandina hunerî de jî cîyê xwe bigire. Ev yek, di edebiyata devkî ya kurdî de, bi taybet jî di kilamên klasîk yên evîndariyê de bi şêweyeke bêsansur hatiye bikaranîn.
Mînakek ji kilameke Şakiro: “… min devê xwe xist xilxalên bin guharê, xwîdana li bin çenê, xal û xwetên li gerdenê û xwe berda nava nava çotên zer memikan…” hwd.
Lokman Polat – Pirs : 16 – Belê, ev beşeke ji kilama Şakiro erotîzmeke payebilind a huneriye. Di hinek romanên min de û di hinek romanên Mehmed Uzun, Firat Cewerî, Bavê Nazê, Mîr Qasimlo, Helîm Yûsiv, Mihemed Şarman, Siud Kîkî, Devliken Kelogirî, Sevda Kaplan, Yildiz Çakar, Gabbar Çiyan, Nîhad Ekîncî, Cîhanroj û hwd, de erotîzm, sahneyên erotîk hene. Cenabê te romanên van nivîskarên ku min bi nav kir û yên din ku di wan de pevşabûn û şadimaniyên erotic û seksê hene xwendiye yan na? Heger te xwendiye tu wan berheman çawa dinirxînî?
Mazhar KARA:
Belê min berhemên wan nivîsakên me yên hêja xwendîye. Gelekên wan berhemên serkevtî ne.
Me li jorê jî di vê derheqê de dîtinên xwe dîyar kir. Pevşabûn beşeke girîng a jîyana mirovahîyê ye. Dikarim bibêjim riknê jîyanê ye. Jîyana rojane li ser wê hîmê bilind dibe, reng û berga xwe ji wir werdigire. Bi gotineke dinê, ew jî bi qasê nan xwarin û av wexarinê siruştî ye, normal e, pêwîst e, ji bona mirovan, hewce ye. Rastîyeke jîyanê ye. Hinek çîrok hene ku, bê nivîsandina sahneyên pevşabûn û seksê nayêne nivîsandinê. Di hinek sahneyan de hebûna wan nayê qebûlkirinê.
Hinek nivîskar wan sahneyan weka bedewîyekê, weka xemlekê di nivîsên xwe de bi kar tînin. Huner jî xeml û bedewî ye.
Lokman Polat – Pirs : 17 – Di berhemên edebî yên kurdî de bandora kîjan ekola cîhanê a navnetewî heye?
Mazhar KARA:
Weka erdnîgarîya Kurdistanê, çanda Kurd jî perçebûyî ye. Em hê sê elfabayên cuda bi kar tînin. Kurdên Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê bi elfebeya Erebî dixwînin û dinivîsînin. Çavkanîya Edîbên me yên vê elfabeyê dixwînin û dinivîsinin, edebîyata bi wê elfabeyê ye. Lê edîbên Bakûr tîpên latînî ne.
Edîbên Bakûrê Kurdistanê bêtir di bin bandora edebîyata Ewrûpa û Emerîqayê de ne. Tesîya vê edebîyatê girantir li ser nivîskarên Kurd.
Lokman Polat – Pirs : 18 – Tu derbarê realîzm, surrealîzm, modernîzm û postmodernîzmê de çi difikirî? Di nav berhemê kurdî de ev cure berhemên li gor van ekolan hene yan na?
Mazhar KARA:
Wêjeya cîhanê hetanî roja îroyîn di gelek merheleyan re derbaz bûye. Ji İlyada û Odysseiayê bigire hetanî niha di teknîkên nivîsandin û afirandinên wêjeyê de gelek gûhertin rû dane û ev guhertin ji alîyên rexnegir û ramyarên wêjeyê ve hatine nirxandinê û pênasekirinê. Gelo teknîka nivîsandina Cervantes çi bû û ya Orhan Pamuk çi ye?
Ez naxazim berhemên afirandinên wêjeyî bi xetên tûj û hişk ji hevdû cuda bikim. Her teknîk, tarz, uslubeke afirandinê taybetîyeke xwe, başî û rindîyeke xwe heye. Li gor ruhê demê hunermendek dikare ji van rê û rêbazan yekî bi kar bîne. Lê vî yekê dikarim bibêjim ku, tenê realîzm têra afirandineke hûnerî nake. Modernîzim jî Wisa ye.
Raya min ev e ku hunermend realîzimê û modrnîzmê piçek bi surrealîmê û postmodernîzmê ve bixemilîne ku, piçek ji xwendevan û şopînerên hunerê re para fikirandinê, nirxandinê bihêle. Wisa nebe tesîra li ser xendevan û şopînerê berhema hunerî kêmtir dibe.
Lokman Polat – Pirs : 19 – Nivîskar afirîner e. Afirînerî beriya hertiştî bi xeyalê pêk tê. Ji bo afirîneriyê xeyal, hest û eqil pêwîst e. Li gor min di edebîyata kurdî de xeyal kêm e, realîzm zêde ye. Li gor te di roman û çîroka Kurdî a nûjen-modern de xeyal çiqas heye?
Mazhar KARA:
Hûner, afirandina xweşikatîyên, bedewîyên, tem û rengên bêhempa ye. Hunera bê xeyal weka erdeke riqîrût e. Bi gotineke dinê, weka dareke hişk û hola ye. Tenê realîzim hişk e, temsar e, bê reng û dengên xweşik e. Ji wê jî wêdatir, realîzima hişk pêşîyê li herikandina xeyalan digire. Ji bona nivîskar her tim talûkeke, xeterke wisa heye. Li dor aqil weka qelayeke ji pola dizivire û wî dorpêç dike, pûç û sitewr dike.
Ji bona afirandineke hunerî xeyal geleke girîng e, pêwiste. Xeyal nebe huner çênabe. Dikarim bi eşkere bibêjim ku, mezinaya hunermend bi qasê xeyalên wî/wê ye.
Belê, xeyal jî tena serê xwe têra afirandina hunereke pêşketî û bi kêr nake. Divê aqilek kamil, hestîyarîyeke kûr û xeyalên dûr û kûr dike hebe. Ango divê xeyaleke kûr û asoyeke dûr û fireh bi hevre di nava pêvajoyeke dînamîk de cîh bigirin. Bi ya min egerên hunereke, wêjeyeke pêşketî ev in.
Di nava vê dînamîzmê de aqil xeyalan xwîndike, birîndar dike, diqelêşe û xeyal û hestîyarî jî aqil tûj dikin. Aqileke tûjkirî jî ferasta afirandina bedewîyan e. Ew aqilê tûjkirî çevkanîya hunerê ye. An jî huner berhemeka wê ye.
Belê, di wêjeya Kurdî de realîzim zêdetir e. Lê xeyal jî bi têra xwe heye û xwe di nava wêjeya Kurd de dide nîşandayînê. Tenê ne di edbîyata Kurdan de, di edebîyata her miletî de ev yek heye. Ji ber vê yekê, hemî nivîskarên dinê nabin nivîskarên navnetewî. Hewce jî nîne. Lê ji her miletî nivîskarên bi nav û deng dertên.
Zimanê me têra xwe dewlemend e, zimaneke herikbar û dewlemend e. Ev sihûda me ya mezin e. Lê belê ev zimanê qedîm di bin zixtên dagirkeran de dinale. Ev jî realîta me ye. Loma realîzîm rengê xwe dide wêjeya Kurd, hunera Kurd. Lê, yên ji vê xeta tên, ber bi serkeftineke balkêş derbaz bûne jî kêm nînin. Mala wan ava be.
Lokman Polat – Pirs : 20 – Afirînerên edebiyatê avahîsazên cîhaneke wêjeyî ne û cîhana wêjeyî wê bibe çîrok, roman, avahî û naveroka wê çîrokê, romanê dê hebe. Ji bo wê jî mijar hewce dike. Mijar, bi xeyal, hest û mêjî ve di hundirê şiyana afirîneriyê de ye. Li gor min piraniya mijarên berhemên gelek nivîskarên kurd biyokrafîk in, hinek jê jî otobiyokrafîk in. Li gor te mijara berhemên kurdî ên nûjen li ser çine? Û herweha mijara berhemên te çîne? Û Tu bi gelemperî ji bo mijara berhemên edebî çi difikirî?
Mazhar KARA:
Bi raya min, nivîskarî têgihîştineke, hostatîyeke taybet e. Ji zekayeke taybet tê. Nivîkarên mezin, ji mijarên piçûk wêjeyên mezin diafirînin. Ango, ji bona wêjeyeke serkeftî mijar bi serê xwe xaleke sereke nîne.
Wêje, berhemeke hiş û xeyalên kûr ên kamil e, hêz û quweta peyvê, gotinê ye. Ku Mirov bi baldarî li pêvajoya pêkhatinên mirovahîyê dinhêre, her pêvajoyeke pêşveçûnê bi gotineke nû dest pê kirîye. Ji ber vê yekê, bi ya min gotin û tewra bikaranîna gotinê ji mijara nivîsê girîngtir e. Ya reng, tem, bên, ruh û ramanê dide nivîsê, hizir, fikir, raman û hostatîya nivîskar bixwe ye. Nivîskareke jêhatî dikare li dora çîrokek piçûk a basît hemî derd û kulê dinê raxe pêş çavê mirovatîyê. Dikarim bibêjim ku, mijar bi tena serê xwe berhemeke edebî, wêjeyeke serkeftî pêk nayne. Di karê nivîskarîyê de afirandina hunerî ji mijara nivîsê girîngtir e.
Ez bêtir xwe weka helbestvaneke Kurd pênase dikim. Mijara helbesta min êşa dilê min e. Derd û kula gelê min e, derd û kulên civata min e.
Dîyare ku, em geleke bindestin. Êş û azarên me yên civatî bi hezaran in. Civata me ya jar a belengaz derd û kulê xwe li ser dilê me dijî. Êşa dilê me jî bêtir ji wirda tê.
Lokman Polat – Pirs : 21 – Di dema çûyî de yekê li Fransê, yekê li başûrê Kurdistanê û du kesan li Swêdê gotin romana kurdî tune. Yên ku weha gotin ji wan du kesan wan bi xwe çend roman nivîsîne, du kesên din jî kurteçîrok nivîsîne.
Helbet ev dîtina wan e. Li gor min û piraniya nivîskarên kurd ev dîtineke şaş e, tewş e, nerast e, heta hinekan got pêwîst nake mirov minaqeşe ya vê dîtina beredayî bike.
Tu derbarê vê mijarê de ango dîtina romana kurdî tune de çi difikirî?
Mazhar KARA:
Dibe, hin kes jî Wisa bifikirin, rewşa wêjeya Kurd, romana Kurd wisa binirxînin. Ew nirxên wan in, îdeayên wan in. Dibê mirov guh bide gotina wan, rexneyên wan ka ew naveroka vê îdeaya xwe bi çi rastîyê dadigirin, tije dikin. Hewceye em li ser vê yekê bifikirin, gengeşeyeke bi rêk û pêk bimeşînin.
Lê, nirxandinên wiha ji roj de, keda nivîskarên me binpê dikin. Dînamîzma pêşketina wêjeya Kurd dixine xwarê. Ew nimûne ye ji bona nirxandineke negatîf. Ku ew camêr dixwazin xizmeta wêjeya Kurd bikin, divê bi xebatên, berhemên bi rêk û pêk rewşa romana Kurdî raxin pêş çavan. Rêya rast bidin pêş nivîskarên Kurd.
Lê em hetanî niha rast li xebateke wan a rexnegir an jî nimûneyeka wan a romana Kurdî ya serkeftî nehatine. Ji ber vê yekê, wiha difikirim. Dibe ku wan camêran qet romanên Kurdî nexwendine. Yên wiha xwedî egoyeke mezin in. Xwe di ser herkesî û her tiştî re dibînin. Ku hesbelqeder di mewqî û meqamek bi dest dixînin, egoya wana bêtir diwerime. Wê çaxê jî ji jor de diaxivin, çi tê devê wana dibêjin. Min bi xwe tu berhemên xwedîyê wan gotinan nexwendîye. Dibe ku berhemên pir girîng, pir li pêş berhemên nivîskarên zimanê Kurdî be jî.
Lê çi dibe bila bibe, gere piçek nefspiçûk bin. Gotinên ji serê xwe mezintir nekin. Bê xwendin û analizkirinê, hemî nivîskar û edîbên Kurt bike turekî û ji bona wan bibêje; “berhemên wan qelsin, silogan û ajîtasyonin û rexneyên weha kirin nirxandineke ilmî nîne.
Ku ew rexne di dû analîzên kûr re bihata kirinê , wê çaxê mirov gotinê wan bi qîmet didît.
Lokman Polat – Pirs : 22 – Tu kîjan nivîskarên kurd nêzikê xwe dibînî û ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?
Mazhar KARA: Bi rastî naxwazim navên nivîskarên me li vir bikim rêzê. Cenabê te li jorê lîsteke nivîskarên me yên hêja yê bi xweşa min jî diçin çêkirîye. Min berhemên gelek nivîskarên me xwendîye. Yên berhemên wan gihîştibin ber destê me, min ew bi kelecan xwendine. Tema ziman, uslûb û şêweyên her nivîskar cuda ye.
Her nivîskarek bi alîyeke nivîsa xwe ve bi xweşa min diçe. Ku, karê wêjeyê tenê li gor hinek standardê rûniştî bipîvî nabe. Ev yek pêşîyê li guhertin û pêşketina şêweyên edebîyatê digire.
Ku çavê me bi berhemeke nîvîskarên kurd ya nû dikeve, hêvîya me jî dipilpite, hîşar dibe. Hêvîdarî ku hejmara wan, berîya wê jî xwendeyên wan roj bi roj zêde bibin.
Lokman Polat – Pirs : 23 – Te qet pirtûkên min xwendiye?
Mazhar KARA: Belê, xebatên te yên çandî û wêjeyî ji mêj de dişopînim. Kêmtirîn ji destpêka kovara HELWEST’ê virde dişopînim. Qasê deh panzdeh sal berê min Romana te ya bi navê ”Robîn” xwendibû. Gelek kêfa min jêre hatibû. Min li ser wê romana te, çend rêz jî nivîsîbû.
Pirtûkên ku ketine destê min, min xwendine. Zimanê te fesih e. Xwendina nivîsa te hêsa ye, xas e. Hevokên te kurt û li hevin. Tenê jîyana gundîtîyê na, bajar û jîyana bajaran jî bi gelek rengên xwe yên cuda di pirtûkên te de dixwîyê. … Ev ziman li benda xebatên te yên serkeftîr e. Mala te ava.
Lokman Polat – Pirs : 24 – Spas. Niha tu li ser çi dixebitî? Di nêz de berhemeke nû heye an na? Di pêşerojêde dê kîjan berhema te bê weşandin?
Mazhar KARA: Niha, ji bona temamkirina, qedandina du romanên ku min di salê nodî de li Dîyabekirê bi destnivîsa xwe nivîsîye û ji wê rojê virde nîvçe mane, dixebitim.
A duduyan, dosyake mina helbestên Kurdî di destê min de ye. Dixwazim di dû salên dirêj re pirtûkeke helbestê jî biweşînim. Hewl didim ku, nivîsên xwe yên kevnê bi Kurdî berhev bikim, bineqînim û ji nivîsên xwe yên bijarte pirtûkek amade bikim û bidime ber weşanê.
Lê belê hê mamostetî û hinek karên rojane jî li pêş min in. Wek ku mezinên me digotin: “belê dil dixwaze lê taqet tune ye”. Dixwazim gelek tiştan bikim lê wextê me têra me nake, wext tune ye…
Weka ku, min li jor jî qal kir, perwerdehîya min a lîsansê fizîk e. Ez fizîkzanim. Ji ber vê yekê, li gel xebatên wêjeyî hinek xebatên min ên ilmî, zanistî jî henin. Li ser hinek projeyên ilmî jî dixebitim.
A sisêyan, min dest bi romaneke nû jî kir, bingeha wê danî. Ka wê me bi kude bibe…
Lokman Polat – Pirs : 25 – Gotina te ya dawî…
Mazhar KARA: Çawa ku, eşkere ye, zimanê Kurdî, bêtir jî devoka Kirmanackî(Zazakî) di bin xetereke mezintir, zêdetir de ye . Divê nivîskarên zimanê Kurdî zêde bibin. Hewce nîne ku, hemî hunermend û nivîskarên Kurd bibin xwedî şan û şohreteke navnetewî û dengê wan li seranserê dinê belav bibe. Karê nivîsê, bi serê xwe kareke girîng e. Nivîsandin bi rêk û pêkkirina fikir û ramana ye. Nivîskar, hunermend û zanistên Kurd çiqas zêde bibin, pêşeroja ziman û wêjeya Kurd jî ewqas ronahî dibe. Ku, gelek kes binivîsînin wê ji nava wan nivîskarên mezin jî derkevin helbet. Lewra zimanê me di bin xwtera helandinê de ye û pêwîtîya wê bi nivîskarê jîr û jêhatî heye. Divê em hewl bidin, derfetên nivîskarîya bi zimanê me zêdetir bikin. Ji bona geşbûn û pêwêjeya Kurd, çanda Kurd pêwîst e. Ji ber vê yekê divê nivîskarên Kurd ji hev re bibine alîkar. Bi raya min ev yek berpirsyarîya her nivîskareke Kurd e.
Divê berê nivîskar ji hevre bibine alîkar, rê li ber hevdû vebikin, pêşîya hevdû ronahî bikin. Di dûra alîkarîyê ji civata Kurd û xwendeya bixwazin.
Lokman Polat – Spas ji bo bersîvên te. [1]