=KTML_Bold=Encamnameya Hefteya Wêjeyî ya Dîwana Wêjeyê Li Bajarê Kobaniyê=KTML_End=
Di heyama şeş rojan de, Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di çarçoveya çalakiye ``Hefteya Wêjeyî`` de, gelek mijar û arîşeyên qada wêjeyê, danîn ser maseya komek nivîskar, rewşenbîr û wêjevanan, ew ên xemxur û barhilgirê raman, çand, wêje û zanistê ne.
=KTML_Bold=Mijara Melayê Cizîrî:=KTML_End=
Çalakiyên sala duyem ên Hefteya Wêjeyî bi sernavê ''Sala Melayê Cizîrî'' hate lidarxistin, Li gorî armanc û regezên ku Dîwana Wêjeyê li ser hatiye damezrandin, piştgirî û alîgiriya hemû xebatên ku dibin egerên pêşxistin, bilindkirin û parastina wêjeya kurdî ne, dike. Her wiha Dîwana wêjeyê dilsozê mîrate û kevneşopiya çand û wêjeya Kurdî ye û pabendê rêzgirtina bejinbilindên qada wêjeyê ye.
Mijara yekem a çalakiyên Hefteya Wêjeyî der barê jiyan, berhem û felsefeya Melayê cizîrî de bû. Di nava du rojan de semînerek bi sernavê ''Felsefeya Melayê Cizîrî`` û penelek bi sernavê ``Berhem û Nasnameya Kurdî ya Melayê Cizîrî'' de bû.
Beşdarên çalakiyê, gihêştin wê encamê ku pêwîste der barê ezmûn, berhem û felsefeya Melayê Cizîrî de lêkolînên berfireh bêne amade kirin, her wiha pêwîste berhem û helbestên Melayê Cizîrî bi hêsanî bêne çapkirin û bighêjin ber destên xwendevanan.
=KTML_Bold=Mijara Romanê:=KTML_End=
Mijara duyem di der barê Romanê de bû, di vê mijarê de sermînerek bi sernavê ''Roman û Modernîzm'' û penelek bi sernavê ''Geşedanên Romanê di Van Salên Dawî de'' hatin lidarxistin. Pirs, nirxandin û gotûbêjin berfereh, beşdarên çalakiyê gihiştin encamê ku roman li herêmê hîna jî hinekî qels e, û pêwîste weşanxane guh bidin nivîskarên romanê û berhemên wan çap bikin û bighînin xwendevanan. Her wiha ji aliyekî din ve cara yekem bal li ser romana devokî ya kevnare hate kişandin.
=KTML_Bold=Mijara Rexneya Wêjeyî:=KTML_End=
Mijara sêyem û ya dawiyê jî der barê Rexneya Wêjeyî de bû. der barê mijarê de sermînerek bi sernavê ''Asata Rexneyê û bandora wê li ser wêjeyê'' û panelek bi sernavê ''Rola rexneyê di pêşketina wêjeyê de'' hatin lidarxistin. Weke hemû mijaran, di vê mijarê de jî gotûbêj û gengeşeyên berfereh hatin kirin, gelek pirsgirêk û arîşeyên qada rexneya wêjeyê hatin desnîşankirin. Li gorî gengeşeyan di vê qadê de qelsiyek ber biçav heye ku pirsoprên rexneya wêjeyî û akademîk kêm in, ew jî dibe sedema ku pir caran berhemên qels bêne çapkirin û belavkirin û berhemên hêja jî werin paşguhkirin. Beşdaran pêşniyar kirin ku qada rexneya wêjeyî bête pêşxistin, bi taybet pirtûkên rêbaza rexneya wêjeyî û akademîk li zanîngehên herêmê bêne pêşxistin.
Ji tevahî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bi dehan rewşenbîr, wêjevan çi weke mêvan û çi weke semînerbêj û panêlîst beşdarî çalakiyên hefteya wêjeyî bûn û hemû mijar bi nêrîn û pêşniyarên xwe yên nirdar dewlemed kirin. Her wiha gelek helbestvan û çîroknivîs jî bi helbest û çîrokên bi zimanê Kurdî û Erebî beşdarî çalakiyê bûn.[1]