Navê pirtûkê: Rêya Teze (1930)
Navê nivîskar: #Rohat Alakom#
Cihê çapkirina pirtûkê: istanbul
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2023
Rêya Teze di dîroka rojnamegeriya kurdî de rojnameya kurdî ya yekem tê hesibandin ku bi tîpên latînî dest bi weşanê kiriye. Cara yekem rojnameke bi kurdî ji nîv sedsalî zêdetir ji aliyê dewletekê de bi awayekî profesyonel hatiye derxistin, nêzîkî 5 hezar hejmarên wê hatine weşandin. Rojnama Rêya Teze (1930) û Radyoya Rewanê (1955) di sedsala 20an de wek du bircên çanda kurdî hatine hesibîn û ji bo hemû kurdan bûne nîşana kêfxweşiyê û xwebaweriyê. Çanda kurdî wek çandeke tehdîtkirî ji xwe re hêlîn û stareke piçûk li wir peyda kiriye. Rojnama Rêya Teze ku di roja 25-3-1930yî de li paytextê Ermenistanê derketiye weşana kurdî ya here temendirêj tê hesibîn. Dîroka Rêya Teze ya qasî 90 salan ji gelek qonax û deman re derbas bûye. Bi çend alfabeyan derketiye: latînî, krîlî û dîsa latînî. Bi naverok, bi kadro û bi form her guheriye, ne wek berê be jî hebûna xwe heta 2020an domandiye, navê xwe daye bihîstin. [1]
تێبینی: ئەم پەرتووکە فایلی پی دی ئێفی لەگەڵدا نییە، تکایە یارمەتیی کوردیپێدیا بدە بۆ بەدەستهێنانی!. ناردنی پەرتووک ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,099 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!