Navê pirtûkê: Banê Xanî
Navê nivîskar: Cesare Zavattînî
Navê wergêr: #Rizoyê Xerzî#
Wergera ji ziman: Inglîzî
Cihê çapkirina pirtûkê: Qamişlo
Navê çapxaneyê: Şilêr
Sala çapê: 2023
Banê Xanî
Senaryo
Banos Film
Ev Senaryoya Banê Xanî, ku em ji hezkirîyên Sînema û xwebekarên xwe re hildibijêrin, nivîskar û Senarîstê Êtalî Cesare ZAVATTINI nivîsandîye û Vittorio DE SICA wekû derhêner xistîye film.
Dî dîroka sînama de ew pêla li Êtalya ku ji 1945 heta 1960 bi navê Rasteqînîya Êtalî ya nûjen derketîye û bandoreke mezin li qada çêkirina film li seranserî dinyayê kirîye, van her du zilaman roleke mezin di wê tevgerê de lîstine, hem Cesare ZAVATTINI wekû senarest û tewrîsiyenê tevgera Rasteqînîye Êtalî ya Nûjen û hem jî Vittorio DE SICA wekû derhênerê wê yê Navdar.
Çiqas di wê demê de wekû film, filma DIZÊ PISKILÊT (derhêner DE SICA) li dinayê bela bûye û roleke mezin daye Rasteqînîya Êtalî ya Nûjen wekû pênase, ev senaryoya ku em ji we re hildibjêrin jî, her gavê ji hezkirîyên xwendinê re û ji şagitên rêka çêkirina film re bûye nûmeneyek bê hempa.
Bi çav û kamereyek çavdêr û bi bikaraînîna kesayetên ku di aslê xwe de ne lîstikvanin tevî lokêşinên xwezayî ku girêdayî mijarê ne, rasteqînîya Êtalî ya Nûjen Şopandin û derxistina derdê hejar, perîşan û feqîrên piştî şerê cîhanê yê duyem ji xwe re xiste hedef û mebest.
Ev senaryo jî ji ber vê yekê hewqas giringe nemaze ku Cesare ZAVATTINI bi xwe tewrisyenê wê tevgerê bû û di vê berhemê de jî hemû regezên tevgera rasteqînî ya Êtalî bi awayekî zelal û berbiçav anîye ziman.[1]