Li Kurdistana Qefqasyayê, miletê Kurd 2000 salan zêdetir e dijî.
Röportaj / Fırat Sözeri
Kovara (Kürt Araştırmaları).
Nivîskar, rewşenbîr û rojnameger #HEJARÊ ŞAMIL# , di vê hevpeyvînê de qala Kurdistana Sor, têkîlîya Kurdan û Rusan, rewşa sîyasî û cîvakî ya Kurdên Qafqasyayê kir. Rewşenbîrê Kurd balkişand vê yekê ku di arşîva Kurdolojiya Sovyetê de di derheqê çar parçe Kurdistanê de berhemên girîng hene. Em ji bo vê dosyayê bi Hejarê Şamil re axivîn. Fırat Sözeri: Hûn bi taybetî bi lêkolînên xwe yên li ser dîroka Kurdistana Sor tên naskirin, hûn dikarin-ji me re-behsa xebatên xwe yên niha bikin? Hejarê Şamil: Kurdolojiya Sovyeta Berê û Rûsyayê, nemaze di demên Sovyetê de, rewşa siyasî û civakî ya Kurdên Sovyetê zêde negirtiye dest. Di arşîva Kurdolojiya Sovyetê de, derheqê her çar parçeyên Kurdistanê de pirtûkên girîng hene. Lêbelê, piştî 1937an û pê ve, heya salên 90î, li Sovetistanê, derbarê Kurdistana Sor de gotarek jî nehatiye nivîsandin, bêtir navê Qezayê Kurdistanê, ango Kurdistana Sor, nehatiye bilêvkirin. Min bi pirtûka 'Kurdên Diyaspora'yê xwest balê bikişînim ser vê bûyera dîrokî û her wiha rewşa siyasî û civakî ya Kurdên Qefqasyayê. Çiqas biser ket nizanim lê gaveke zerûrî bû. Bêşik dive xebatên di vê warî de bên domandin. [1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=520529&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin Li Kurdistana Qefqasyayê, miletê Kurd 2000 salan zêdetir e dijî=KTML_Link_External_End=
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,003 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!