=KTML_Bold=Gundê Dolî=KTML_End=
Gundê dolê aliyê rojavayî Bajarê #Kobanî# yê bi qasî 12 km. Li rojhilatî riya kevin a Helebê, cerbûsê ye bi dûrahiya 3km dûrî riya Helebê ye. Bi navê dolîya mezin ti naskirin ji ber ku sê Dolî ji bilî wê hene. Li aliyê rojava Doliya Gamiryan dûrahiya wê 2 km ji Doliya mezine. Doliya bilêl û Sofî ew Her du gund dikevin rojava, başûrî dolîya mezin. gundên Sûsanê û Şekaftê, ji aliyê rojava ve bi gundên Qula û Alimê, ji aliyê başûr ve bi gundên Mucêk û Şêx Afdal û ji aliyê rojhilat ve bi du mezrayên Mumanê re hevsînorin.
=KTML_Bold=Dîrok:=KTML_End=
Ji ber hebûna şikeftên li çiyayê nêzî gund gelek kevn e, ku ji aliyê kevnar ve ji bo xwedîkirina sewalan dihat bikaranîn û hin ji wan hê jî hene. Cihên kevnar wek Kavilî xezalan, Sînfor. Heta salên şêstî yên sedsala borî milkê (Mihemed Elî Sûrakli) bû, û dema ku biryara dewleta Sûriyê hat belavkirin ku ew erd li gor yasaya ku jê re reforma çandiniyê tê gotin, hat belavkirin, xwediyê wê neçar bû ku bifroşe û ji aliyê xelkê ve hat kirîn, û bi vî awayî ew bû komek zeviyên piçûk ên gundê eslî.Tê de 4 eşîr jiyan dikin, Bêşaltî, Pirçan, Qeremdalî û siciklî. Eslê bêşaltîyan ji minazêye eslê qeremdalîyan ji Işkeftêye, eslê siciklîyan ji bîrreşêye. Sedema hatina sicikliyan ji bîrreşê ji ber nakokî di navber wan û mersobliyan de cêbû siciklîyan erd û milkê xwe ji mersobliyan ra hîştin û berê xwe didin dolê û ta îro jiyana xwe li dolê berdewam dikin. mersobliyan, siciklî û qeremdalî ev her sê şax kitikîne.
Dema ku Gund nû ava bû rûniştvanin gund ji bo ku avê peyîda bikin rabûn bîrek bi destan kolandin bi amûrên weke kûrek, Tevil. Bi destan Herî ji binî bîrê derdixistin. Di wê demê de Xeraze (Hefare) tûne bûn kurahiya wê derdora 50 m ye ferehiya wê derdora 2 mîtroyan bi kevirên reş der dora wê likirîbûn li her du aliyên bîrê du kevir reş girs sekinandine ji bo emûrin xwe yên piwîst bi kar bînin û avê derxin. Bi Çilixê û Dewlê av derdixistin jinên gund ben li nêvê xwe girê didan Dewla xwe dadixistin binî bîrê dewl têj av dibû jinan ben kaş dikirin ta dewl tij ava zelal dibû ji biniya bîrê derdixistin carne bi kerê av derdixistin. ji bilî vê tiştên din ên xweş hebûn li kêleka vê bîrê weka Axur(Cûnî) çar ji hebûn miletin gund ev Axur tijî av dikirin û ajalên xwe av didan mîna Cêlek û pez. miletê gund bi giştî li ser vê bîrê jiyan dikirin. li dema ku tiştên elektronî derketin û elektrîk peyîda bû Xetas derketin çar, pênc Xetas ketin vê bîrê malin gund giştî bi hev ra hevbeş dibûn. ev bîr heta niha heye li cûniyên dorê milet birin û kes niha bîrê bi kar neyînê dîroka vê bîrê pir kevine
Cavkanî: temen mezinê gund, parêzvan Salih îsa
[1][2]