Di nav rûpelên dîrokê de nimûneyên serhildan û şoreşan gelek in, gelek şoreş û serhildanên ku di dîrokê de rûdane ta dighêje avakirina komara Mihabatê, mixabin ji ber sedemên cuda cuda dirêj nekirine. Lê îro em qala şoreşa 19'ê Tîrmehê dikin, şoreşa ku di nav rûyê dinyayê de nimûneya herî berbiçav û xurt e. Şoreşa ku karibû hemû pêkhateyan tev ol û mezhebên wan di hembêza xwe de di bin sîwaneke hevgirtî de bihewîne. Belê, tenê miletenên vê herêmê bi rêya vê şoreşê dikaribûn modêleke guhertin û avakirina pêwîst pêşkêş bikin.
Bi sedên salan e kurd li her derê azarên zilim, siyasetên qirkirin û înkarkirin kişandine. Kurdên li Sûriyayê jî rastî vê şêwaza zilm û zordariyê hatine ku nedikarîn serê xwe rakin û doza mafê xwe bikin. Bi destpêkirina şoreşa Sûriyayê re, kurdan ji ber bidestxistina mafên xwe yên rewa, kêfxweş bûn ku ew mafê bi salan ji dest hatibûn birin, bi dest bixe. Lê beşê şoreşa Sûriyayê bi demê re ji herqa xwe ya rastî derket û gelek hêzan ji bo berjewendiyên xwe bikaranîn. Wê demê kurdan zanî ku ew şoreş tu destkeftiyan ji gelê sûriyayê re nayîne, wê çawa ji kurdan re bîne?
Ji ber vê yekê jî kurdan rê di vê şoreşê de hilbijart, ew jî şoreşa 19'ê tîrmehê bû, ku di sala 2012'an de hat dest pê kirin. Ji bo kurdan ev roj rojeke nû bû, rojeke guhertin û veguhertinê bû. Di nava kirzîzeke gelekî mezin de tevahiya rojhilata navîn û bi taybet li Suryayê, şoreşa 19'ê tîrmehê tevî şert û mercên xwe yên taybet xwe da avakirin. Vê şoreşê dikaribû di destpêka avakirina xwe de, di nava neh salan de guhertinên mezin li ser asta herêm û cîhanê ava bike, hevsengiyên siyasî û civakî li Sûriyayê guhert û Rojavayê kurdistanê û herêmên bakur û rojhilataê Sûriyayê ji gelek êrîşên tund parast.
Şoreşa 19'ê tîrmehê ku çirûska wê di sala 2012'an de li bajarê kobanê hate vêxistin û pêlên xwe li hemû herêmên rojavayê kurdistanê û bakurê Sûriyayê belav kir. Bi vê pêngavê re gelê rojavayê kurdistanê bi awayekî aştiyane karibûn herêmên xwe rizgar bikin û rêjîma Baas ji nava xwe derxin. Gelê kurd ku bi salan e di paşguhkirin û siyaseta inkarê re derbas bûne, bi tevgera gel a ku li sûriyê dest pê kirî zû hesiya û karibû roj bi roj xwe bi rêxistin bike.
Li ser vê bingehê gelê Rojavayê kurdistanê bi çirûska şoreşa 19'ê tîrmehê re, bi îradeyeke xurt ber bi sîstema Rêveberiya xweser a Demokratîk ve çû ku li herêmên rojavayê kurdistanê statoyeke taybet û xweser ava kir. Ji aliyê civakî ve sîstema Rêveberiya xweser a Demokratîk, bi avakirina civakeke Demokratîk, exlaqî û siyasî wekî bedîla sîstema dewlet netew pêşkêş kir. Tevî ku tecrubeyên Rêveberiya Xweser li Rojava nû bû jî, li gorî sîstemên din bi wê pêngava 19'ê Tîrmehê û şûn ve bingeheke xurt di pêkanîna neteweya demokratîk de bi riya serkeftinên îdarî, zangonsazî, dadgerî, ewlekarî, leşkerî û gelek serkeftinên çandî, aborî, civakî û perwerdehî ava kir.[1][2]