Bîranîna Rojnameger, Helbestvan û Derdkêşê Çanda Kurd #Hesenê Hecîsilêman# (26.11.1951-22.10.2015)
Hesenê Hecîsilêman ango ‘Hesenê Eylazê Mihê Hecîsilêman’ 26ê Cotmeha sala 1951ê li Ermenistanê, nehiya Vêdiyê (Araratê), gundê Taytanê (Vanaşênê) di malbateke rêncber de ji diya xwe bûye. Emir, jîyana wî pir bi dijwarî û sexîrtî derbas bûye.
Xwediyê madalyaya zêrîn a bi navê “Yekitî” ango “Бірлік-Birlik-ê”
Hacîsilêman beriya mirina xwe bi merasîmeke taybet ji hela dewleta Kazakistanê ve bi madalyaya zêrîn hatibû xelatkirin.
Ji bo 15 Saliya Festîvala Biratî û Dostaniya Gelên Kazakistanê, li Astana ya paytexta Kazakistanê festîvaleke mezin hatibû lidarxistin. Di festîvalê de, ji bo ku ked û emegeke mezin dane rojnamegeriya li Kazakistanê, çend rojnameger û redaktorên kovar û rojnameyên kêm-neteweyan hatibûnn pîrozkirin û xelatkirin.
Rojnameger û Helbestvanê Kurd Hesenê Hecîsilêman yek ji wan kesan bû ku bi madalyaya zêrîn a bi navê “Yekitî” ango “Бірлік-Birlik-ê” hatibû xelatkirin. Şayanê gotinê ye ku ev xelat, ji bo wan kesan tê dayîn ku xizmeta çand, biratî, dostanî û bihevrebûna gelen li Kazakstanê dijîn dikin.
Dewleta Kazakistanê di festîval û xelatdayînê de di ast û dereceya herî bilind de hatibû temsîlkirin. Cîgirê Serokê Asambleya Gelên Kazakistanê E.L. Tûxjanov, li ser navê Serokdewletê Kazakistanê Nûr Sultan Nazarbayev beşdarî li merasîma xelatdayînê kiribû û tevî Hesenê Hecîsilêman, çend rojnamegerên “kedkar” bi madalyaya zêrîn rewa kiribû.
Kinyazê Îbrahîm (2019):
“Hecîsilêman, mêrxasekî çand û edebiyata kurdên Kazakistanê ye”
Hesenê Hecîsilêman yek ji berpirs û kedkarên Rojnameya Jiyana Kurd û Kovara Nûbarê bû ku bi salan e li Alma Ataya Kazakistanê weşana bi zimanê kurdî dikin. Berpirsê sereke yê her du weşanên kurdî jî Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm bû.
Ew bixwe Serokê Asambleya Kurdên Kazakistanê “Berbangê”ye. û li ser navê civaka kurdên Kazakistanê ye. Li gorî Kinyazê Îbrahîm, Hesenê Hecîsilêman “mêrxasekî çand, wêje û kelepora kurdên Kazakistanê” ye.
Hesenê Hecîsilêman, ji sala 1998-ê heta roja mirina xwe her tiştê rojnameyê Jiyana Kurd bû. Ew hem hemalê rojnameyê, hem nivîskarê wê, hem jî belavkarê wê bû! Wî di piştî 60 saliya xwe jî bi dil û can, di nav serma û seqema zivistanê û germa havînê de bi eşq û heyecaneke mezin kar û barê kovar û rojnameyê dikir.
Kovara Nûbar û Rojnameya Jiyana Kurd, bi han û hewldanên mezin ên Hesenê Hecîsilêman, li herêmên Alma Ata, Astana, Taldikorxan, Çimkent, Taras, Qarataw, Qeşqebûlax, Îssîk, Kaskilên, Cambûl, Bîşkek, Oş û Celalabada Qazakistan û Qirqizîstanê, li cihê ku kurd lê hene dihate belavkirin.
Wê gavê û niha jî beşek ji hejmarên kovar û rojnameyê, bi hewldanên Mamoste Kinyaz û Redaktorê Nû yê rojnameyê Mamoste Hesenê Evdoyê Elî diçe nav kurdên Moskova û Krasnadarê.
Rehmetiyê Hesenê Hecîsilêman gelek caran ji hela rêveberên Dewleta Kazakistanê ve hatiye xelatkirin. Ew Endamê Yekitiya Rojnameger û Nivîskarên Kazakistanê bû. Hecîsilêman her wiha endamê Navenda Pen-a Kurd bû.
Hesenê Hecîsilêmanê helbestvan ku xwediyê çend berhemên edebî ye, çend caran jî bi boneya beşdarîkirina festîvalên hunerî û wêjeyî serdana Herêma Kurdistana Federe kiriye û di van festîval û çalakiyan de hatiye xelatkirin.
Hesenê Hecîsilêman bi eslê xwe ji Birûkiyên Wanê ye. Piştî şikestina Serhildana Şêx Seîd, wekî bi hezaran malbatên kurdan, malbata wan jî Çemê Aras derbas kiriye û li Ermenistanê bi cih û war bûye.
Hecîsilêman piştî salên 90-î, di serdema Şerê Qerebaxê de ku bû sedema fermalûbûn û koçberiya bi deh hezarê kurdan, tevî malbata xwe koçî Alma Ataya Kazakistanê kiribû û vê gavê jî malbata wî di nava ber û pismamên xwe de dijî.
Heta niha çend berhem-kitêbên Hesenê Hecîsilêman ronahî dîtine û hatine çapkirin.
Kerem bikin ji bo bîranîna Mamoste Hesenê Hecîsilêman ez li vir çend helbestên wî pêşkêşî we dikim…
Ez vî derdî kê ra bejim?
Derdêm pirin ketine ser hev,
Birînêm kûrin nayêne hev,
Xelaz nabin jimara dev,
Ez vî derdî, kêra bêjim?!
Xirav kirin gund û bajar,
Wan em hiştin hêsir-hejar,
Mêtin xûna meye nejar,
Ez vî derdî, kêra bêjim?!
Talan kirin hebûna me,
Em derxistain ji mala me,
Kuştin zar û zêrçê me,
Ez vî derdî, kêra bêjim?!
Em kirine dijmin zarî,
Rojê li me dike tarî,
Me dukuje bi xedarî,
Ez vî derdî, kêra bêjim?!
Ev derdekî bê dermane,
Bê hekîmî, bê loxmane,
Ewî derdî, dinya zane,
Ez vî derdî kêra bêjim?!
Sedsalanva em bindestin,
Ne azane, ne serbestin,
Eme her tim, helwest, hestin,
Ez vî derdî, kêra bêjim?!
Dijmin duxe me wek zîya,
Gel bela kir, li her çîya,
Hêsîr maye, li ser rîya
Ez vî derdî, kêra bêjim?!
Kurd kirine nav zulmeda,
Nava qetlê û qireda,
Bela bûne nav dinêda
Ez vî derdî, kêra bêjim?!
(Ev helbest gelek dirêj e, min kurt kir. S.K)
Welat Gazî Min Dike
Welat gazî min, dike,
Ji xewê min, radike.
Dide minda, ruh-qewat,
Bindest digrî, bişewat.
Ji çar alî, dike axîn,
Dil we bûye, kul-birîn.
Pir sedsalin ew bindeste,
Aza nîne, ne serbeste.
Bira rabe Goderz, Kawa,
Gel wek wana, hezarava.
Bikin şoreş, boy axa xwe,
Erd û ezman, cî-warê xwe!
Ewladê Kurd
Dinya kevnar zehf rind zane,
Gelê me kurd ewlad dane.
Bûne rêber, bûne serok,
Kare wana bûye dîrok.
Navê gelan bilind kirine,
Dîroka wan xemilandine.
Kar kirine, bi ruh û can,
Bûne sitêrk, ji bona wan.
Şer kirine pêş dijmina,
Wek mêrxasa, weke zana.
Dijmin girtne, hêsîr û dîl,
Aza kirine, kasiv, sêfîl.
Bûne egît, bûne efat,
Ji Bakûr û li Rojhilat.
Aqilbend bûn, zane û jîr,
Bûne boy me, bawer û bîr.
Yek ji wana Selahddîne,
Ew efate rû zemîne.
Aza kirye Qûdus, Misir,
Şam û Heleb, Diyarbekir!
Hezar-hezar, sal bên-herin,
Tu car, tu wext ew namirin.
Gelê meye, wan bîr neke,
We navê wan her tim jorke!
WELAT
Welat şirîne,
Ew aza nîne,
Tim ew bi xeme
Dil kul-birîne.
Welat dayîke,
Minra per-baske,
Ez jêra ewlad
Wê min libaske.
Welat nûra min,
Mal-dewleta min,
Minra ezîze,
Wek namûsa min.
Welat jî male,
Warê bav-kale,
Hêlîne boy min
Ew nûre-şemal.
Welat cî-ware,
Ji minra emre,
Ewa par kirine
Bi destê zorê.
Kurdistan dêye,
Xwezil roj bêye,
Bira bêjin ku
Serbest, azaye![1]