$Nivîskar û çîroknivîsê kurd Pîr Rustem$
Di dîroka 4.3.1963 an de, li gundê Çeqela tê jiyanê. Heft salên xwe yên pêşîn li gundê xwe, li herêma #Efrîn#ê diborîne. Ji bo jiyaneke çêtir, bavê wî mala xwe bar dike bajarokê Cindirêsê. Pîr tevlî heval û jiyaneke nuh dibe û ev yek, dê bandoreke fireh bigihîne derûna wî ku, ew kesekî goşegîr be.
Li bajarokê Cindirêsê xwendina xwe ya serete û navçe kuta dike. Ji bo xwendina xwe ya Zanîngehê berê xwe da bajarê Helebê. lê ji berî ku ew xwendina xwe kuta bike û di rêza çaran de û ji ber hin sedemên konevanî û guhdana wî ya bi çalakiyên wêjeyî û rewşenbîriya kurdî, dev ji xwendina endezyariyê berdide û dest bi çalakiyên xwe yên wêjeyî dike. Di wê demê de, ew vedigere bajarokê Cindirêsê û heya bi sala 2013an li wir cîware dibe.
Cara pêşî, di Kovara Stêr -hejmara 17an, sala 1990î de, çîrokek bi navê “Bîrkirin” belav dike. Di wê çîrokê de, êş û derdên lehengê xwe, çi ji rewşa civakî be yan jî ji aliyê rêjîm û destlatdaran be, bi şêweyeke tinazî tîne zimên. Lê ji berî weşandina evê çêroka han jî, wî hineke çêrokên din û bi zimanê erebî nivîsandibûn, lê ewî neweşandin. Piştî çar pirtûkên çîrokî û piştî demeke dirêj ji westandina di warê çîrokê de, ew hinekî ji evê celebê wêjeyê bi dûrdikeve û li dora sê sal û nîvan xwe hinekî bi karên rojnamevaniyê û nivîsandina hin babetên li ser bîr û baweriyên Ola Islamê mijûl dike. Pirtûkekê li ser zor û sitema mislimanan li yên din dikirin, ji evê guhdana xwe derkeve.. Lê wî di evan deman de jî karîbû romana xwe ya ku, ji zûde nivîsandibû, careke din lê vegeriya û ji nû sipî kir.
Piştî çar pirtûkên wî yên çîrokan, romanek û sê pirûkên dîtir di cureyên cuda cuda; li ser zora mislimanan û yeke dîtir li ser zargotina Efrînê û ya dawî jî weke gotarên siyasî nivisand. Di destpêka sedsala nuh da berê xwe da nivîsandina konevanî, bi zimanê Erebî û bi sedema wê yekê û bi serde ji ber kar û çalakiyên xwe yên siyasî weke endamekî di bîlotbîroya Partiya Demoqrata Kurdî li Sûriyê û şandeya wan ê Helebê yê di Banga Şamê de -إعلان دمشق- bû. Ji ber van çalakiyan ji aliyê rêjîma Sûriyê ve ne cihê aramiyê bû. Ji neçarî li dora du salan xwe da alî û di sala 2013 ji Sûriyê derket û li welatê Siwêsra bi cih dibe. Ma em ji were bêjin ka pirtûkên wî yên ku, heya nuha hatine çapkirin û belavkirin, çine .. Lê ji berî evê yekê jî wî gelek çîrok, gotar û lêkolînên xwe di kovar, rojname û malperên kurdî û erebî de belavkirine, mîna: Stêr, Zanîn, Pirs, Aso, Peyv, Azadiya Welat, Jiyana Rewşen, Armanc, Pênûs, Newroz, Avêsta, Deng û malperên mîna: Amûdê, Efrîn, Pena Kurd, Mehnane, Peyamnêr, Roja Nû, Qamişlo û Kobanî û gelk yên erebî û bi taybet الحوار المتمدن.. û hwd.
Pirtûkên wî jî ev in:
1- Çivîkên Beravêtî, çêrok 1992 Bêrût, ji weşanên Kovara Aso.
2- Pilindir, çêrok 1993 Bêrût, ji weşanên Kovara Aso.
3- Pûtvan, çêrok 1998, ji weşanên Merx.
4- Tîrav, çêrok 2002 Duhok, ji weşanên Sipîrêz. Û careke din ev herçar pirtûkên çêrokê bi hevre di hundirê pirtûkekê de, bi navê; Çêrokên Pîr Rustem, li welatê Almaniya hatine çapkirin
5- Zarotiya NEYNIKEKÊ; roman e. Hin li Rojava ji aliyê Weşanxaneya Şilêr û hin jî ji aliyê SerSera li Almaniya hatiye çapkirin
6- Mihemed HENÎFÎ û gurzek dîtir ji zargotina Efrîn ê; ji aliyê weşana SerSera li Almaniya hatiye çapkirin.
7- ÇANDA TIRSÊ Û IMPERETORIYA XWÎNÊ; ew jî ji aliyê SerSera de hatiye çapkirin
-8 المسألة الكردية ومشروع الأمة الديمقراطية؛ طبع ونشر في روژآڤا بقامشلو من قبل هيئة الثقافة في الإدارة الذاتية لشمال وشرق سوريا .
-9 الأحزاب الكردية والصراعات القبلية؛ طبع ونشر في روژآڤا بقامشلو من قبل هيئة الثقافة في الإدارة الذاتية لشمال وشرق سوريا.
Pirtûkên bi riya malperên êlêktironî jî hatine belavkirin ji ev in:
(CERG Û GOTIN)-1 مجموعة مقالات باللغة الكوردية.
-2 هفبرات؛ حوارات أجريت مع الكاتب باللغتين الكردية والعربية.
-3القضية الكوردية في الخطاب العربي؛ مجموعة مقالات يتم فيه الرد على عدد من الكتاب والباحثين العرب الذين تناولوا القضية الكردية.
-4 القضية الكوردية/ آفاق وأزمات) مجموعة مقالات فكرية).
5-الكورد في المعادلات السياسية.
6-المجتمع المدني .. بين المخاض والولادات القسرية وهي مجموعة مقالات تتناول الشأن السوري عموماً وعقلية الدولة الأمنية وإنعكاساتها على المجتمع والشأن الكوردي على وجه الخصوص.
7-سيرة جدار .. يومياتي على الفيسبوك، الكتاب يضم للوقت الراهن ثماني أجزاء وهي عبارة عن يوميات الكاتب على صفحته وجداره الفيسبوكي حيث قام بجمع ما دون عليه أغلب همومه وذكرياته وأفكاره في مختلف المواضيع والقضايايا السياسية التي تخص شعبنا وبحسب التسلسل التاريخي لكتابتها، مما يعطي العمل نوع من السيرة الذاتية والتوثيق للأحداث والمواضيع والقضايا المختلفة.
8-كردستان مستعبدة دولية.
9 -سجالات فكرية.
10 -سقوط الوهم (نهاية حقبة الديكتاتوريات).
-11 آراء وقضاء (تصاريح - حوارات – مقابلات)
12 -كلمات.. في الدين والدولة (صلاح الدين والدولة الأيوبية أم الكردية).
-13 الكرد وخارطة الصراعات الإقليمية؛ نصوص ومقالات.
-14 عفرين نجمة في سماء كردستان وسضم جزأين؛ الأول دراسة بحثية تعرف بعفرين وجغرافيتها وتاريخها وأوابدها وعشائرها وعائلاتها.. أما الجزء الثاني فهو تعريف بشخصياتها وفي مختلف مناحي الحياة السياسية والثقافية والدينية والفنية.
[1]