پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
ژیاننامە
ڕەشید عەلی هەینی فەقێ
14-09-2024
کشمیر کەریم
ژیاننامە
ڕۆژین حاج حسێن
14-09-2024
شادی ئاکۆیی
ژیاننامە
نەوزاد هێتوتی
14-09-2024
هومام تاهیر
ژیاننامە
ڕۆنیا عوسمان
13-09-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
ژینۆ هەستیار
13-09-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
مەجيد سەعيد ئەحمەد دزکوژ
13-09-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
سنەوبەر محەمەد نەجیب
13-09-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
فاروق عەباس عەلی
13-09-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پارت و ڕێکخراوەکان
دامەزراوەی سەرۆک جەلال تاڵەبانى
12-09-2024
زریان عەلی
ژیاننامە
زاهیر شکور
12-09-2024
زریان عەلی
ئامار
بابەت
  536,228
وێنە
  109,324
پەرتووک PDF
  20,200
فایلی پەیوەندیدار
  103,566
ڤیدیۆ
  1,526
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
306,160
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
89,682
هەورامی - Kurdish Hawrami 
65,966
عربي - Arabic 
30,176
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
17,836
فارسی - Farsi 
9,480
English - English 
7,523
Türkçe - Turkish 
3,667
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Deutsch - German 
1,642
Pусский - Russian 
1,140
Français - French 
347
Nederlands - Dutch 
130
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
70
Polski - Polish 
54
Español - Spanish 
53
Italiano - Italian 
51
Հայերեն - Armenian 
50
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
19
Norsk - Norwegian 
17
Ελληνική - Greek 
15
עברית - Hebrew 
15
Fins - Finnish 
12
Português - Portuguese 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Тоҷикӣ - Tajik 
7
Esperanto - Esperanto 
5
Catalana - Catalana 
4
Čeština - Czech 
4
ქართველი - Georgian 
4
Srpski - Serbian 
3
Hrvatski - Croatian 
3
Kiswahili سَوَاحِلي -  
2
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Cebuano - Cebuano 
1
балгарская - Bulgarian 
1
हिन्दी - Hindi 
1
Lietuvių - Lithuanian 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
وشە و دەستەواژە 
130,222
پەرتووکخانە 
25,554
ژیاننامە 
25,237
کورتەباس 
18,031
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
14,651
پەند و ئیدیۆم 
13,528
شوێنەکان 
11,996
شەهیدان 
11,575
کۆمەڵکوژی 
10,898
هۆنراوە 
10,260
بەڵگەنامەکان 
8,346
وێنە و پێناس 
7,345
ئامار و ڕاپرسی 
4,624
کلتوور - مەتەڵ 
3,149
ناوی کوردی 
2,258
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,458
ڤیدیۆ 
1,424
پۆلێننەکراو 
990
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
819
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
777
کارە هونەرییەکان 
762
شوێنەوار و کۆنینە 
637
فەرمانگەکان  
276
گیانلەبەرانی کوردستان 
250
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
188
نەخشەکان 
185
نەریت 
160
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
101
ژینگەی کوردستان 
94
زانستە سروشتییەکان 
80
خواردنی کوردی 
80
دۆزی ژن 
55
مۆزەخانە 
50
یارییە کوردەوارییەکان 
39
بەرهەمە کوردستانییەکان 
38
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
21
گەشتوگوزار 
2
کۆگای فایلەکان
MP3 
323
PDF 
31,241
MP4 
2,511
IMG 
200,323
∑   تێکڕا 
234,398
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
15-09-1980
ژیاننامە
ڕەئوف کێخوا عەزیزی کێخوا ڕە...
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
16-09-2022
پەرتووکخانە
شۆڕشی ژینا
پەرتووکخانە
مەتەڵنامە (وەشانی 2، بەشی 2...
Celadet Alî Bedirxan
بەهۆی کوردیپێدیاوە دەزانیت هەر ڕۆژێکی ڕۆژژمێرەکەمان چیی تیادا ڕوویداوە!
پۆل: ژیاننامە | زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
کرمانجی0
هەورامی0
لوڕی0
لەکی0
Zazakî0
عربي0
فارسی1
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Français0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Catalana0
Cebuano0
Čeština0
Esperanto0
Fins0
Hrvatski0
Kiswahili سَوَاحِلي0
Lietuvių0
Norsk0
Ozbek0
Polski0
Português0
Pусский0
Srpski0
балгарская0
Тоҷикӣ0
Հայերեն0
ترکمانی0
हिन्दी0
ქართველი0
中国的0
日本人0

Celadet Alî Bedirxan

Celadet Alî Bedirxan
Celadet Alî Bedirxan (jdb. 26ê nîsanê 1893an[1], Stembol − m. 15ê tîrmehê 1951ê , Hêcanê, Şam) siyasetmedar, rojnamevan û zimannasê kurd bû. Celadet kurê Emîn Alî Bedirxan û Senîha Xanimê ye.

Jînenîgarî:
Celadet yek ji lawên malbata mezin a kurdan Malbata Bedirxaniyan bû. Ew wekî pêşengê nivîsîna kurdî bi tîpên latînî tê nasîn. Di warê lêkolînên li ser zimanê kurdî de gelek xebitiye û li surgûn û nefiyê kovarên Hawar û Ronahî weşandiye. Xebatên Celadet bûn bingeha wêjeya kurmancî ya hemdem. Di jiyana xwe ya siyasî da, Celadet beşdarî gelek çalakiyên neteweperwerane bû, ew endamê Xoybûnê û yek ji damezrînerên wê bû. Piştî şerê Bedirxaniyan dijberî Sultan Ebdilhemîdî, tevî malbata xwe ber bi Yemenê ve hate surgûn kirin. Piştî ku tevgera rizgarîxwaza tirk bi serokayetiya Mustafa Kemal Atatürk bi serkeft, mafên Kurdan hatin berbendkirin, di vê demê da fermana bidarvekirina Emîn Alî Bedirxan û her sê lawên wî derket. Emîn û lawên xwe Sureya çûn Misrê, Kamûran û Celadet jî çûn Almanyayê. Wan li wir dest bi xwendina bilind kir. Celadetî xwendina bilind qedand û bawernameya doktoraya Hiqûqê wergirt. Li sala 1930ê, ew hat bajarê Şamê û dest bi xebata niştimanî kir. Di nav zebata Xoybûnê da endamekê pêşeng bû, ew yek ji beşdar û alîkarên Serhildana Agirî bû.
Ji bilî zimanê kurdî Mîr Celadet bi van zimanan jî dizanibû: îngilîzî, fransî, almanî, tirkî, farisî, erebî, rûsî û yewnanî. Kovarên Ronahî û Hawar bi sernivîskariya wî derdiketin.
Nifşa sêyem a Malbata Bedirxaniyan di serê sedsala 20ê da bi Celadet, Kamûran û Rewşen Bedirxan ve destpêdike û xeleka vê malbata serhildêr ya dawiyê ye. Bêguman di xeleka dawin a Bedirxaniyan da Celadet Bedirxan cîhê heri giring digre. Celadet Alî Bedirxan an jî bi navekê din Mîr Celadet li 26ê Nîsana sala 1893ê li Stenbolê hate cîhanê. Bavê wî ramyar û rewşenbîrê navdar Emîn Alî Bedirxan e ku ew jî yek ji kurên Mîr Bedirxan e.
Dema Celadet ji dayik bû, malbata wî li Stenbolê li sirgûnê bû. Dayika wî Senîha Xanim Çerkez e. Bavê wî Emîn Elî Mufetişê Dadgeha Stenbolê bû. Her wiha, wî li wan salan da di nav tevgera Kurdan da jî cihekê giring digirt.
Ji ber ku Osmaniyan qedexe kiribû malbata Bedirxanî biçin Kurdistanê, Emîn Elî ji bo gihandina zarokên xwe bi çand û zimanê Kurdî ji Kurdistanê çîrokbêj dengbêj û mamostayên ziman û qerwaşan dianîn. Yek ji wan nivîskaran jî Helbestvanê navdarê Kurd Hecî Qadirê Koyî bû ku ew mamosteyê serekiyê zarokên Emîn Elî Bedirxan bû.
Celadet tevî xwîşk û birayên xwe yên din li ber destê wan mezin bû. Her wiha Bedirxanî ji Stenbolê bi malbatên li sirgûnê yên wekî Şemzînî, Babanî û Cemilpaşayan re jî hevalbendî dikir.
Osmaniyan li malbata Bedirxan gumanan dikirin. Lewma karê fermî didan ber wan û her tim cihê wan diguherandin. Celadet di zaroktiya xwe de tevî bavê xwe di van sirgûnan da derbas kir û li bajarên wekî Stenbol, Isparta , Edirne , Qonye, Aqqa, Nahlûs û Selanikê geriya.
Di 18 saliya xwe da Celadet li Stenbolê dest bi dibistana Medresaya Harbiyê dike. Di salên Şerê cihanî yê yekê da ew wekî mamosteyê gihanidina zabitan xebitî û di ser da li eniya Qefqasê li dijî Rûsan şer kir.
Piştî ku di encama şer da Împeratoriya Osmanî têkçû, û di nav welatparêzên Kurd da pêvajoya rêxistinê destpêkir, Celadet li Stenbolê ket nav karên siyasî û bû yek ji hîmdarên Komela Vêkxistina Civaka Kurd. Ew li pey derfeta damezrandina dewleteka Kurdî bûn.
Piştî şer dewletên serkeftî yên wekî Brîtanyayê li Kurdistanê ketin hin hewldanan. Celadet li sala 1919ê tevî birayê xwe Kamûran û Ekrem Cemîl Paşa û Faîq Tewfq çû Kurdistanê. Li cem wan Zabitên Siyasî yên Brîtanî Major Edward Noel jî hebû. Armanca wan amadekariyên Peymana Sewrê bû.
Kemalîstan ku ji gera Celadet û hevalên wî haydar bûn suwar şandin ser wan û ew mecbûr kirin bizivirin. Celadet di vê gera xwe da heta Meletiyê li Kurdistanê geriya û li ser rewşa welat serwext bû.
Di encamê da, li Sewrê, di bin çavdêriya berdevkê Kurdan Şerîf Paşa , hin mafên netewî hatin nîşankirin. Celadet di vê gera xwe ya Kurdistanê da di nav eşîran da gelek metelok, peyv û çîrok jî kom kirin. Li sala l922ê, dema Kemalîst hatin ser hukmî û Stenbol bidestxist, ji bo serokên Kurdan ku di nav wan da Bedirxanî jî hebûn, fermana mirinê derçû. Li ser vê yekê, Celadet tevî birayên xwe Kamûran, Safter Tewfîq û birazayê xwe Heqî ve li sala 1923ê berê xwe da Almanyayê û li wir dest bi xwendina li zaningehê kir. Li sala 1925ê, dema li bakûrê Kurdistanê serhildana Şêx Seîdê Pîran destpêkir, Celadet ji bo tevlîbûna serhildanê bi dizî hate Kurdistanê. Lê heta ku ew giha welat serhildan hatibû şikestin. Ew careka din bi alîkariya eşîrên koçer ji Kurdistanê derket û zivirî Almanyayê.
Di vê navberê da, birayê wî yê biçûk Safter li Almanyayê ji ber nexweşiyê mir. Birayê wî yê din Tewfiq jî zivirî Tirkiyê û li wir bi zora Kemalistan paşnavê xwe kir Çinar û ket xizmeta tirkan. Vasif Çinar birazayê Mîr Bedirxanî jî di vê demê da ji aliyê Mistefa Kemalî ve wekî wezirê perwerdeyê hatibû wezîfedarkirin. Vasif Çinar ji malbata Bedirxanî hatiye derxistin.
Kamûran piştî hatina Celadetî li Almanyayê ma û doktoraya xwe ya hiqûqê dawî kir.
Mîr Celadet piştî dawîkirina zanîngeha hiqûqê bêyî ku doktoraya xwe temam bike hate Qahîre ya Misrê. Bavê wî Emin Elî li ser doşega mirinê bû. Piştî mirina bavê xwe çû Beyrûtê û li wir bicîh bû. Di van rojan da, li Sûriyê û Beyrûtê gelek rewşenbîrên kurd civiyabûn. Kemalîstan pistî serhildana Şêx Seîdî careka din berê xwe dabû rewsenbîrên kurdan. Yên ku ji ber kêra wan filitîbûn, berê xwe dabûn binxetê.
Celadet piştî ku hate Beyrûtê ket nava tevgera welatparêzên kurd. Di vê navberê da, hewldanên damezrandina rêxistineka neteweyî jî destpêkiribû.
Piştî tevlîbûna Celadet, li 5ê Îlona sala 1927ê li Libnanê li bajarê Bêhemdûnê kongreya damezrandina Xoybûnê pêkanî. Di nav damezrênerên Xoybûnê da ji bilî Celadetî rewşenbîrên wekî Dr. Nurî Dêrsimî, Qedrî Can, Dr. Nuredîn Zaza, Memdûh Selîm Wanî, Hemze Bêgê Muksî, Ekrem û Qedrî Cemîl Paşa û serekên herêmî yên wekî Haco Axa, Emînê Perîxanê, Mistefa Şahin Begê Berazî, Bedredinê Hebizbinî û gelekên din jî hebûn.
Yek ji biryarên Xoybûnê ew bû ku ew ji bo piştgiriya serhildana Araratê li herêma sinorê binxetê têkevin nav hewldanên leşkerî.
Bi vê armancê Celadet tevî Haco Axa û Resûl Axayê Miheme li herêma Torê tevî suwarên kurd êriş birin ser qereqolên tirkan.
Lê ji ber ku ew negihiştin armancên xwe, Celadet berê xwe da Çiyayê Araratê û tevî serhildêrên Serhedê bû. Li dûmahiyê, ev serhildan jî têkçû û wî tevî Ihsan Nûrî Paşayî xwe avêt Îranê.
Li Tehranê Şahê Îranê Mehmed Reza Pehlewî xwest wî bi hin bertîlan ji tevgera kurdan dûr bike û li devereka cîhanê jê ra konsolosiya Îranê pêşniyaz kir. Ji ber ku Celadet ew daxwaza Şah qebûl nekir, ew her wê demê ji Iranê hate derxistin. Piştî Îranê, Celadet demekê li Başûrê Kurdistanê û li Bexdayê ma. Lê Înglîzan nexwest ew li Îraqê bimîne û rê li wî tengkir. Ew careka din jî bi neçarî zivirî Sûriyê û li Kurdistana rojava xebata xwe meşand.
Li wir tevî endamên malbata Cemil paşayan, Hemzeyê Muksî û Haco Axa bi navê Civata Alikariya kurdên Belengaz komeleyek damezrand. Armanca wan ew bû alikariya kurdên ku ji bakûr revîbûn bikin. Sûriyê wê demê di bin dagirkeriya Fransayê da bû û têkiliyên Fransî û Kemalîstan baş bûn. Ji ber zixtên tirkan, fransiyan jî nedixwest ew li Kurdistanê bimîne. Li tebaxa sala 1930ê tevî rewşenbîr û serhildêrên kurd ên din bi zorê li Şamê hate bicîhkirin.
Xebatên siyasî ên bêencam û dorpêçana dewletên serdest berê Celadetî dabû rêyeka din. Rewşa herêmê jî êdî dest nedida ku kurd ji bo hevkariyê dewleteka alîgir bibînin an jî serhildaneka neteweyî birêbixin. Hin sedemên din jî ku Celadet her bi rewşeka nû ve dehf dabûn, rewşa navxweyî ya kurdan bû. Di nav kurdan da xwendin û nivisandin û karê rewşenbirî gelek kêm bû. Li dûmahiyê, ew gehişt bû wê baweriyê ku ji bo şiyarkirina kurdan divê karê rewşenbîrî bike û biryara xwe da.
Li rojên sirgûniya Şamê Celadet dest bi karê zimanzanî û çêkirina elfabêyeke kurdî kir. Li gor fikra Celadetî, ew li encama muqayeseya gelek ziman û elfabêyan gihişt hindê ku elfabeya latînî dikaribû berî li nivîsîna kurdî vebike. Ji xwe ew ji sala 1919ê ve xwedî vê baweriyê bû û li Almanyayê li ser etîmolojiyê jî xebitîbû.
Helbet, ji bo pêkanîna raman û îdealên xwe kovarek ji wî ra lazim bû. Li sala 1931ê ji dewleta Fransî destûr girt ku li Sûriyê kovarekê derbixe.
Piştî amadekariyan, li 15ê Gulana 1932ê hejmara yekê ya Hawarê gihand xwendevanan. Armanca Mîr Celadet ewe bu ku alfebeya kurdî-latînî bi vê kovarê li seranserê Kurdistanê belav bike. Mîr Celadet li kovara Hawarê de jî diyar kiriye ku ji bo yekxistina alfabeya kurdî çendîn name ji bo Tewfîq Wehbî nivîsandine, lê mixabin tu bersîv wernegirtiye. Ji ber wê yekê jî li kovara Hawarê de dest bi nivîsandina zaravayê Soranî (latînî) kiriye.
Her li wê salê pirtûka xwe ya rêzîmanê a bi navê Rêzimana Elfabê ya Kurdî çap kir.
Celadet Bedirxan li Şamê di rewşeka nebaş da dijiya. Kemalistan li Tirkiyê dest dabû ser hemî mal û mulkê malbata wan. Celadet ji ber sedemên aborî mecbûr ma ku mamostetiya zimanê Fransî û parêzeriyê bike.
Ew li kolana Salihiye di odeyekê da dima. Ev ode navenda Hawarê, mêvanxane û cihê razanê jî bû. Çavên wî li bendê bûn ku careka din derfetekê bibîne ku bikare biçe Kurdistanê. Lê piştî ku serhildana Malbata Eliyê Yûnis jî hate tefandin, wî fahmkir ku di paşeroja nêz da ew derfet çênabe.
Ji bo vê yekê wî biryara zewacê girt û li sala 1935ê li Şamê bi dotmama xwe Rewşen Xanimê ra zewicî. Rewşen xanimê wê demê mamosteyî dikir.
Di zewaca wan da bi navên Cemşîd û Sînemxan du zarokên wan çêbûn. Her wiha, kurekê wan bi navê Safter jî hîn di yeksaliya xwe da miribû. Keça Rewşenxanê ya ji şûyê (mêrê) wê yê yekê bi navê Useyma bû li ba wan dima. Ji zarokên Celadet, Cemşîd li Almanyayê doktorî xwend û li sala 1999ê çû ser dilovaniya xwe. Ji Cemşîd kurek û keçek bi navên Kurd û Evîn hene. Kurd li Almanyayê doktorî qedandiye û niha jî li wir karê xwe didomîne. Evîn jî çalakvaneka civakiye û ew jî niha li Almanyayê dijî.
Her wiha, keça wan Sînemxan niha tevî malbata xwe li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê dijî. Sînemxan li gel nivîskar û endezyarê neftê Salah Sadallah jiyana hevjîniyê pêkaniye û wê jî du zarokên bi Navê Dilnaz û Azad heye. Dilnaz li Zanîngeha Sorbuna Fransa beşa wergeriyê qedandiye û niha jî li gel zarokên xwe (Ciwan, Mîro, Alan) li Parîsê dijî. Azad Endezyarê Karebayêye û wî jî kurek bi navê Alan heye. Ew jî niha li Qatarê dijî. Sînemxan Bedirxan hewl dide hemû berhemên Bedirxaniyan kom bike û ji nû ve çap bike. Heta niha nêzîkî bîst û pênc berhemên Bedirxaniyan û berhemên hevjîna xwe Salah Sadallah çap kiriye. Niha bernameya wê ya herî girîng amadekirina Ansiklopediya Bedirxan e ku îsal 15.05.2011 li roja derxistina kovara Hawarê amadekariyên Ansîklopediya Bedirxan hate ragihandin. Armanca vê Ansîklopediyayê ewe ku hemû berhemên Bedirxaniyan li nav vê ansîklopediyayê kom bike û pêşkêşî xwendevanên kurdî bike. Useyma jî niha tevî malbata xwe(sê keç Şîrîn, Nesrîn, Ruşen) li Beyruta Libnanê dijîn. Bi destpêka Şerê Cîhanî zextên siyasiyên li ser rewşenbîrên Kurd li Sûriyê careka din destpêkir. Dewleta Fransî di nav salên 1943ê û 46ê da bi zorê rûniştina li Şamê li ser Celadet ferzkir. Qedexe bû ku ew ji Şamê derbikeve. Ev bi zorê rûniştina li Şamê ji aliyê rejîma Sûriyê ve jî heta 1948ê hate domandin. Piştî destpêka Şerê Cîhanî yê Duyê Celadet dest bi karên rojnamevaniyê kir û li sala 1942ê li Şamê Kovara Ronahî weşand.
Pênç hejmarên Ronahiyê yên pêşîn li ser nûçeyên Şerê cîhanî bûn. Di demên paşîn da jî êdi Ronahî kovareka xwerû kurdî bû û bi nivîsên li ser ziman, wêje û çanda kurd hatibû xemilandin. Piştî ku li sala 1943ê Hawar hate rawestandin jî, Mîr Celadet giranî da ser Ronahiyê.
Hingê birayê wî, Kamûran, jî li Lubnanê kovareka kurdî-fransî bi navê Roja Nû derdixist. Serpêhatiya_kovara Ronahî jî heta sala 1945 ê ajot.
Mîr Celadet di jiyana xwe ya rewşenbîrî da ji bilî xebatên kovar derxistinê gelek pirtûk jî nivîsîn. Her wiha, ji bilî kovarên ku wî derdixistin, di gelek kovarên Kurdî û yên zimanên din da jî nivîsiye. Ji ber tengasiyên aborî, Mîr Celadet li sala 1950ê li gundê Hecanê, ku nêzî Şamê bû, dest bi karê çandinê kir. Ji bo debara malbata xwe, ew mecbûr mabû karekî wiha bike.
Her çende gelek hevalên wî yên dewlemend hebûn û wan dixwest alîkariya wî bikin jî, wî alîkarî qebûl nedikir. Li Gundê Hecanê ji bo avdana pembûyê zeviyên ku diajot bîreka mezin kola. Di nameyên ku ji malbata xwe ra dinivisîne navê wê bîrê danîbû Bîra Qederê.
Mîr Celadet li 15ê tîrmeha sala 1951ê li gundê Hêcanê nêzîkî Şamê çû ser dilovaniya Xwedê û termê wî li kêleka bapîrê wî, Mîr Bedirxanî, li Goristana Mewlana Xalidê Nexşebendî li taxa Kurdan li Şamê hate veşartin.
Li van salên dawî de hinek nûçe derdikevin ku qaşo Celadet Bedirxan ji aliyê dezgehê hewalgiriya(îstîxbarata) dûgela Suriye ve hatiye kuştin. Lê belê heta niha tu belgeyek di vî derbarî de tûneye û zarokên Mîr Celadet (Sînemxan û Useyma Bedirxan) jî di vî derbarî de didin zanîn ku ev nûçe bê bingehin û ji gote gotan pêkhatiye.

Berhem؛
.Elifba Kurdî
.Rêzimana Kurdî
.Rûpelên Elfabê
.Ferhenga Kurdî
.Rêzimana Elifbaya kurdî
.Dîbaca nimêjên îzêdiyan
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 15,414 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî | https://ku.wikipedia.org
فایلی پەیوەندیدار: 1
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 40
1. ژیاننامە جەلادەت بەدرخان
2. ژیاننامە Celadet Alî Bedirxan
1. وێنە و پێناس Nasnameya Celadet Bedirxan
1. ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 15-07-1951
2. ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 26-04-1893
3. ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 17-07-1951
1. پەرتووکخانە Rûpelinên Elfabê
3. پەرتووکخانە Bîranînên Celadet Bedir-Xan (1893-1951)
4. پەرتووکخانە Alfabeya Kurdî
5. پەرتووکخانە Celadet Bedirxan
6. پەرتووکخانە Li mala Mîr Celadet Alî Bedir-Xan
7. پەرتووکخانە Kurd û Welatê wan Kurdistan
8. پەرتووکخانە Elfûbêy Kurdî
9. پەرتووکخانە Perçeyên Bijarte
10. پەرتووکخانە Were Dotmam
11. پەرتووکخانە Ferheng kurdî–kurdî
12. پەرتووکخانە Rêzana elfabêya qurdî
13. پەرتووکخانە RÛNIŞTIMAN DERSÊN CEXRAFYAYÊ
14. پەرتووکخانە ROJÊN ALMANYAYÊ
15. پەرتووکخانە REWŞA DINYAYÊ
16. پەرتووکخانە YÊN KO XIZMETA ÎNSANIYETÊ KIRINE
17. پەرتووکخانە FERHENG
18. پەرتووکخانە STRANVAN
19. پەرتووکخانە ŞÎRETBÊJ
20. پەرتووکخانە ÇÎROKBÊJ
21. پەرتووکخانە GAZINDA XENCERA MIN
22. پەرتووکخانە CONÎ Û CIMÊMA
24. پەرتووکخانە De la question Kurde
25. پەرتووکخانە Günlük notlar 1922-1925
1. کورتەباس Êla Sûrgiçî
4. کورتەباس ZILAMEK Û ZIMANEK
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی لەدایکبوون: 26-04-1893
ڕۆژی کۆچی دوایی: 15-07-1951 (58 ساڵ)
جۆری کەس: کەسایەتی
جۆری کەس: ڕۆژنامەنووس
زمان - شێوەزار: کرمانجیی سەروو
شار و شارۆچکەکان (لەدایکبوون): ئەستەمبوڵ
شار و شارۆچکەکان (کۆچی دوایی): دیمەشق (شام)
شوێنی نیشتەنی: هەندەران
لەژیاندا ماوە؟: نەخێر
نەتەوە: کورد
وڵات - هەرێم (لەدایکبوون): تورکیا
وڵات - هەرێم (کۆچی دوایی): سووریا
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( هاوڕێ باخەوان )ەوە لە: 16-09-2014 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 11-08-2024 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 15,414 جار بینراوە
فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن ناوی تۆمارکار
فایلی وێنە 1.0.129 KB 16-09-2014 هاوڕێ باخەوانهـ.ب.
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
وێنە و پێناس
حیلمی عەلی شەریف لە وڵاتی چین ساڵی 1960
ژیاننامە
ڕۆنیا عوسمان
پەرتووکخانە
شوێنەوارنامە - وەشانی 3
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای ئامەد
پەرتووکخانە
دەستنوسی ڕازی تەنیایی ئەحمەد هەردی
کورتەباس
نامەی نازم حیکمەت بۆ گەلی کورد
ژیاننامە
مەجيد سەعيد ئەحمەد دزکوژ
ژیاننامە
ژینۆ هەستیار
شوێنەوار و کۆنینە
گۆڕدخمە سان ڕۆستەم
ژیاننامە
سنەوبەر محەمەد نەجیب
شوێنەوار و کۆنینە
زیندان سلێمان... شوێنی تەقوای زەردەشتییەکان
پەرتووکخانە
پۆپۆلیزم دیدگای و یەکێتیی نیشتیمانیی کوردستان
پەرتووکخانە
مەتەڵنامە (وەشانی 2، بەشی 1 لە 2 )
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
وێنە و پێناس
دووکانەکانی ژێر قەڵاتی شاری هەولێر ساڵی 1967
کورتەباس
دۆزینەوەیەکی نوێی شوێنەوارناسان لە گردی کاراهان نەخشاندنی گوێدرێژێکی تەمەن 11 هەزار ساڵە لە کاتی راکردندا
کورتەباس
مۆزەخانەیەکی شوێنەواری و کەلەپووری لە ئیدارەی سۆران دروست دەکرێت
ژیاننامە
ئاڤان جەوهەر
ژیاننامە
ڕەشید عەلی هەینی فەقێ
ژیاننامە
عەبدولقادر عەلی
پەرتووکخانە
ژیاننامە و بیرەوەرییەکانی عەلی عیزەت بیگۆڤیچ
ژیاننامە
زاهیر شکور
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی حەوش کوروو
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 2
پەرتووکخانە
دیوانی وەفایی؛ دەستخەتی میرزا عیسای گەورک 1322ک-1904ز
کورتەباس
کۆنترین ساڵنامەی جیهان لە کوردستان دەدۆزرێتەوە
وێنە و پێناس
بەژداریکردنی هاووڵاتییان لە هەڵبژاردنی پەڕڵەمانی کوردستان 1992
ژیاننامە
سنەوبەر عومەر ئەحمەد
وێنە و پێناس
نەنە خاتووزین لە گەڕەکی کانێسکان
پەرتووکخانە
دەروازەو زانیاریی مۆرفۆلۆژییانە لە زمانی کوردییدا
کورتەباس
دراوی حکومەت و میرنشینە کوردییەکان لە سەردەمانی ئیسلامدا
شوێنەوار و کۆنینە
پردی دیجلە
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
ژیاننامە
فاروق عەباس عەلی
وێنە و پێناس
کارمەندانی ئاگرکوژێنەوەی پیرمام ساڵی 1984

ڕۆژەڤ
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
15-09-1980
10-04-2015
هاوڕێ باخەوان
15-09-1980
ژیاننامە
ڕەئوف کێخوا عەزیزی کێخوا ڕەشیدی کێخوا سەعید
12-04-2017
هاوڕێ باخەوان
ڕەئوف کێخوا عەزیزی کێخوا ڕەشیدی کێخوا سەعید
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
16-09-2022
03-08-2022
هاوڕێ باخەوان
16-09-2022
پەرتووکخانە
شۆڕشی ژینا
13-10-2023
ڕۆژگار کەرکووکی
شۆڕشی ژینا
پەرتووکخانە
مەتەڵنامە (وەشانی 2، بەشی 2 لە 2 )
03-09-2024
هاوڕێ باخەوان
مەتەڵنامە (وەشانی 2، بەشی 2 لە 2 )
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
ژیاننامە
ڕەشید عەلی هەینی فەقێ
14-09-2024
کشمیر کەریم
ژیاننامە
ڕۆژین حاج حسێن
14-09-2024
شادی ئاکۆیی
ژیاننامە
نەوزاد هێتوتی
14-09-2024
هومام تاهیر
ژیاننامە
ڕۆنیا عوسمان
13-09-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
ژینۆ هەستیار
13-09-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
مەجيد سەعيد ئەحمەد دزکوژ
13-09-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
سنەوبەر محەمەد نەجیب
13-09-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
فاروق عەباس عەلی
13-09-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پارت و ڕێکخراوەکان
دامەزراوەی سەرۆک جەلال تاڵەبانى
12-09-2024
زریان عەلی
ژیاننامە
زاهیر شکور
12-09-2024
زریان عەلی
ئامار
بابەت
  536,228
وێنە
  109,324
پەرتووک PDF
  20,200
فایلی پەیوەندیدار
  103,566
ڤیدیۆ
  1,526
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
306,160
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
89,682
هەورامی - Kurdish Hawrami 
65,966
عربي - Arabic 
30,176
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
17,836
فارسی - Farsi 
9,480
English - English 
7,523
Türkçe - Turkish 
3,667
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Deutsch - German 
1,642
Pусский - Russian 
1,140
Français - French 
347
Nederlands - Dutch 
130
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
70
Polski - Polish 
54
Español - Spanish 
53
Italiano - Italian 
51
Հայերեն - Armenian 
50
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
19
Norsk - Norwegian 
17
Ελληνική - Greek 
15
עברית - Hebrew 
15
Fins - Finnish 
12
Português - Portuguese 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Тоҷикӣ - Tajik 
7
Esperanto - Esperanto 
5
Catalana - Catalana 
4
Čeština - Czech 
4
ქართველი - Georgian 
4
Srpski - Serbian 
3
Hrvatski - Croatian 
3
Kiswahili سَوَاحِلي -  
2
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Cebuano - Cebuano 
1
балгарская - Bulgarian 
1
हिन्दी - Hindi 
1
Lietuvių - Lithuanian 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
وشە و دەستەواژە 
130,222
پەرتووکخانە 
25,554
ژیاننامە 
25,237
کورتەباس 
18,031
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
14,651
پەند و ئیدیۆم 
13,528
شوێنەکان 
11,996
شەهیدان 
11,575
کۆمەڵکوژی 
10,898
هۆنراوە 
10,260
بەڵگەنامەکان 
8,346
وێنە و پێناس 
7,345
ئامار و ڕاپرسی 
4,624
کلتوور - مەتەڵ 
3,149
ناوی کوردی 
2,258
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,458
ڤیدیۆ 
1,424
پۆلێننەکراو 
990
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
819
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
777
کارە هونەرییەکان 
762
شوێنەوار و کۆنینە 
637
فەرمانگەکان  
276
گیانلەبەرانی کوردستان 
250
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
188
نەخشەکان 
185
نەریت 
160
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
101
ژینگەی کوردستان 
94
زانستە سروشتییەکان 
80
خواردنی کوردی 
80
دۆزی ژن 
55
مۆزەخانە 
50
یارییە کوردەوارییەکان 
39
بەرهەمە کوردستانییەکان 
38
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
21
گەشتوگوزار 
2
کۆگای فایلەکان
MP3 
323
PDF 
31,241
MP4 
2,511
IMG 
200,323
∑   تێکڕا 
234,398
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
وێنە و پێناس
حیلمی عەلی شەریف لە وڵاتی چین ساڵی 1960
ژیاننامە
ڕۆنیا عوسمان
پەرتووکخانە
شوێنەوارنامە - وەشانی 3
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای ئامەد
پەرتووکخانە
دەستنوسی ڕازی تەنیایی ئەحمەد هەردی
کورتەباس
نامەی نازم حیکمەت بۆ گەلی کورد
ژیاننامە
مەجيد سەعيد ئەحمەد دزکوژ
ژیاننامە
ژینۆ هەستیار
شوێنەوار و کۆنینە
گۆڕدخمە سان ڕۆستەم
ژیاننامە
سنەوبەر محەمەد نەجیب
شوێنەوار و کۆنینە
زیندان سلێمان... شوێنی تەقوای زەردەشتییەکان
پەرتووکخانە
پۆپۆلیزم دیدگای و یەکێتیی نیشتیمانیی کوردستان
پەرتووکخانە
مەتەڵنامە (وەشانی 2، بەشی 1 لە 2 )
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
وێنە و پێناس
دووکانەکانی ژێر قەڵاتی شاری هەولێر ساڵی 1967
کورتەباس
دۆزینەوەیەکی نوێی شوێنەوارناسان لە گردی کاراهان نەخشاندنی گوێدرێژێکی تەمەن 11 هەزار ساڵە لە کاتی راکردندا
کورتەباس
مۆزەخانەیەکی شوێنەواری و کەلەپووری لە ئیدارەی سۆران دروست دەکرێت
ژیاننامە
ئاڤان جەوهەر
ژیاننامە
ڕەشید عەلی هەینی فەقێ
ژیاننامە
عەبدولقادر عەلی
پەرتووکخانە
ژیاننامە و بیرەوەرییەکانی عەلی عیزەت بیگۆڤیچ
ژیاننامە
زاهیر شکور
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی حەوش کوروو
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 2
پەرتووکخانە
دیوانی وەفایی؛ دەستخەتی میرزا عیسای گەورک 1322ک-1904ز
کورتەباس
کۆنترین ساڵنامەی جیهان لە کوردستان دەدۆزرێتەوە
وێنە و پێناس
بەژداریکردنی هاووڵاتییان لە هەڵبژاردنی پەڕڵەمانی کوردستان 1992
ژیاننامە
سنەوبەر عومەر ئەحمەد
وێنە و پێناس
نەنە خاتووزین لە گەڕەکی کانێسکان
پەرتووکخانە
دەروازەو زانیاریی مۆرفۆلۆژییانە لە زمانی کوردییدا
کورتەباس
دراوی حکومەت و میرنشینە کوردییەکان لە سەردەمانی ئیسلامدا
شوێنەوار و کۆنینە
پردی دیجلە
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
ژیاننامە
فاروق عەباس عەلی
وێنە و پێناس
کارمەندانی ئاگرکوژێنەوەی پیرمام ساڵی 1984
فۆڵدەرەکان
شەهیدان - بیروباوەڕی سیاسی - چەپ شەهیدان - بیروباوەڕی سیاسی - نەتەوەیی شەهیدان - پارت / لایەن - پارتی کرێکارانی کوردستان - پەکەکە شەهیدان - جۆری کەس - سەربازی (پێشمەرگە، گەریللا، شەڕڤان، ئاسایش، پۆلیس و ...) شەهیدان - ڕەگەزی کەس - نێر شەهیدان - زمان - شێوەزار - کرمانجیی ناوەڕاست شەهیدان - شار و شارۆچکەکان (لەدایکبوون) - ئامەد شەهیدان - شار و شارۆچکەکان (شەهیدبوون) - حەسەکە شەهیدان - نەتەوە - کورد شەهیدان - وڵات - هەرێم (لەدایکبوون) - باکووری کوردستان

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.83
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 4.047 چرکە!