Navê pirtûkê: Kurdistana bi fîftî-fîftî
Navê nivîskar: Osman Aytar
Cihê çapkirina pirtûkê: Istanbul
Navê çapxaneyê: Nûjen
Sala çapê: 1995
[1]
Cepheya Kurdistana iraqê îro rêxistina meşrû ya Kurdistanê ye û lewra jî biryar daye ku xwe bide ber vê berpirsiyariya giran û rewşa aloz a ku hukûmetê ew rû bi rû hiştiye. Cepheyê ji bo ku Kurd jî li ba civatên hevdem ên dinyayê cihê xwe bigrin, li gor realîteya çerxa me û rastiya jiyana li Kurdistana îraqê, gava yekem avêtiye... Bi vî awayî civata Kurd jî wê, li gor çarçeweya peymanên navneteweyî, bide nîşandan ku xwe bi xwe dikare civata we îdare bike û civatekê li ser hîmê hurmeta ji bo demokrasî, maf û azadiyên mirovî ava bike.
Serokatiya Siyasî ya Cepheva Kurdistana îraqê, di agahdariya xwe ya di derbarê sebebê derxistina Qanûna Hilbijartina Parlamentoya Neteweyî ya Kurdistanê(*) de ev tiştên jorîn anîbûn zimên. Wê demê rewş wusa bû ku rejîma îraqê hemû karmendên xwe vekişandibûn, valahiyeke îdarî derketibû .