Navê pirtûkê: Omeriya Mirsom
Navê nivîskar: Şerefxan Cizîrî
Cihê çapkirina pirtûkê: Mardin
Navê çapxaneyê: Mar-Has
Sala çapê: 2009
[1]
Di vê xebatê de min pirtûk û çavkanîyên ku hebûn xwendin. Xebatên ku li ser Omerîya hatibûn kirin û Omerîyên ku karibûn li ser Omerîya xwedî dîtin bin, min ew dilin û ez bi wana re axivim. Ji bona pirtûka xwe ez careke din li herema Omerîya gerîyam, dever û gundên ku min neditibûn, min ziyaret kirin. Ez beşdarî gelek civat û şahîyên Omerîya bûm. Min gelek şevbûhêrk bihûrandin. Min li gelek kesan gûhdarî kir. Kesên navdar û kal, min dîtinên wana girtin. Ez bi rewşenbîr û akademîsyenan re peyivîm. Min zanebûnên wana li bêjingan xistin.
Ez dikarim bi hêsanî bêjim ku, ji bedela ku ez gazinan ji tarîtîyê bikim, min mûmek pêxist!.