Navê pirtûkê: Tofan
Navê nivîskar: Hesenê Metê
Cihê çapkirina pirtûkê: İstanbul
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2006
[1]
ŞER E, ŞÎN E, ŞAHÎ YE... ew êdî Xwedê dizane bê çi ye, lê ez nizanim. Ez nizanim bê li kuderê ye jî. Hawurdor tîr û mîna reşkonekî kurmanciyê tarî ye. Agirekî bi revî, agirekî bi rengên fodilî li binê vî reşkonî bilind hikdikişe û li ser sofiyekî datê. Sofiyekî ji herdu çavên xwe kwîr, di vê tariyê de û li pêş vî agirê pîrozwer çog dane erdê û li ber defa singê xwe elbaneyekê tilî dike. Bi eşq û hunereke welê dirifîcine ku meriv dibêje qeyê bi agir re ketiye şer û qayişê, meriv dibêje qeyê agirperestekî dema Medan e û bi agir re digirî, dilorîne û bi agir re direqise. Bi vê ricifîna elbanê re singeşingeke îlahî bi wan hemû xelekên hundurê qasnaxê elbanê dikeve, ji navê û berjor ew jî xwe pê re li ba dike û rêşiyên li dora şahra serê wî di ser hev de pêl didin.
Vê çîrokê...
divê Hûn eve ji zarokên xwe re vebêjin,
zarokên we jî ji zarokên xwe re
û zarokên wan jî
ji nifsên dahatû re.