Di dema Stalîn de polîtîkaya tehcîrê û rewşa Kurdan.
kovar: Nûbihar 2012 №119 P. 19-24, Istanbul.
nivîskar: Angelika O. Pobedonostseva-Kaya
Rûdanên ku di destpêka sedsala XXan de qewimîn tenê bando reke neyînî li ser împaratoriya Rûsyayê nekirin , pergala dewlet û hikûmetê jî guherand û ban doreke mezin li ser qedera gelê Rûsyayê jî kir . Polîtîkaya Sovyetê ya heta sala 1953yan , du dem in : Di dema yekem de , xweseriya neteweyî û rêvebiriya herêmî hate dameziran din û personelên neteweyî gihiş tin . Di dema duyem de jî , ji bo pirsgirêka neteweyî helwesta dewletê guherî , bi vê guherînê di salên 1930an de koçberiyên komî û îskanên zerûrî derketin holê . Di vê demê de , ev polîtîkayên tecrîdê li cihên cuda yên dinyayê dihatin dîtin . Yekitiya Amerîkayê zorê koçê kir , Brîtanyayê Almanya ji qoloniyên xwe qewirandin . Piştî şer Rojhilata Ewropayê jî Alman sirgûn kiribûn , wekî din Tirkan Yunan , Yunanan jî Tirk ji cihên xwe rakiribûn . Koçên li Sovyetê jî , ji 1920an dest pê kir heta 1955an berdewam kir . Sovyetê netewên ku pê bawer nebûn ji sînoran koç dikirin . Di serî de sînorê Gurcis tan , Azerbaycan , Ermenîstan , Ta cîkistan , Uzbekistan û Turkmenis tan , li nêzîkê 40 herêmên sînor koç pêk hat . Di ser de , nezîkê nîv sedsal derbas bû , lê zordestiyên Stalin , sûcên ku ji hêla rejîma totaliter û otorîter pêk hat , hêj jî derne ketine holê , bandorên wan hêj li ser nûjenkirin û nûkirina civaka Rûsyayê berdewam e . Heke li ser otonomiya Kurd û tehcîra Kur dan lêkolîn were kirin , sedem û encamên wan dê derkeve holê , wê bi giştî kiryariyên ku ewê demê qewimîne bên fêmkirin . Herêma Kurdistanê Rûsyayê operasyonên leşkerî girt ber çavan û di encama xwes tina firekirina axa xwe ve Kurd nas kirin . Kurd bi şiklek sîstematîk di sînorê Tirk - Îran , Rûs - Tirk û Rûs - Îran de hatine bicihkirin . Gelek gundên Kurdan di çaryeka pêşî û duyema XIX sedsalê de hatin koçkirin . Rûsya di sala 1828an de bi peymana Turkmençayê ve sînorê xwe yê Îranê , di sala 1919an de girt.. [1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,288 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!