Toz û barana ji nişka ve li Çiyayê Helgurdê ku li herêma Balekayetî ya #Hewlêr#ê xwe nîşan da, bandor li hilberîna hingivê organîk kir.
Cotkar dibêjin hilberîna hingivîn li herêmê îsal %50 kêm bûye.
Mêşvanan diyar kirin ku demsala behvkirina hingivîn dest pê kiriye û ji ber guherîna avhewayê bi taybetî ji ber zêdebûna tozê îsal hilberîna hingiv kêm bûye.
Mêşvan Cebbar Nabî Axa ku zêdeyî 15 sal in bi vî karî re mijûl e wiha got: “Îsal ji ber toz û barana zû li herêmê hilberîna hingiv ji sedî 50 kêm bûye. Hingivê me %100 xwezayî ye. Mêşên me yên hingivîn li vê herêmê sûdê ji nektara kulîlkan werdigirin, lê îsal toz û barana ji nişva ve zirareke mezin da nektarê û hilberîna hingiv kêm kir.
Ji ber kêmbûna hilberîna hingiv, li gorî par nirxê hingiv zêde bû. Par nirxê kîloyek 40-50 hezar dînarê Iraqî bû, îsal 60-70 hezar dînarê Iraqî ye.
Li Herêma Kurdistanê eger hewa guncaw be û barîna baranê jî têrê bike mêş salê du caran hingiv çêdikin.
Berhevkirina hingiv biharê di nîvê Gulanê de dest pê dike û heya hezîranê berdewam dike. Berhevkirina havînê li gorî herêmê ji nîvê Tebaxê heta dawiya meha Îlonê berdewam dike.[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,365 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!