Navê pirtûkê: Qesra Balindeyen Xemgin
Navê nivîskar: Bextiyar Elî
Navê wergêr: Besam Mistefa
Wergera ji ziman: Navenda Kurdî
Cihê çapkirina pirtûkê: Stembol
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2011
Mensûr, Kameran û Xalid, her sê jî aşiqê Sewsen in. Lê ji bo zewacê ji her sêyan re jî şertekî wê heye: gerek e biçin, 8 salan li dinyayê bigerin, teyr û balindeyên ku kêm tên dîtin bibînin û bînin. Ewê dawî qerara xwe bide, ji her sêyan yekî hilbijêre û pê re bizewice.
Her sê aşiq jî soza xwe tînin cih, her yek bi sedan balindeyên rengîn û nenas re vedigere. Sewsen Fîkret, hemû balindeyan li malekê kom dike, navê mala wê dibe; Qesra Balindeyên Şîn.
Lê ne ew kesên berî 8 salan e, ne şar eynî şar e... êdî sal di ser Enfalê re çûne, tu hebûna be'siyan li welêt nemaye, hêdî hêdî dengê şerê navxwo tê. Bi şerê birakujiyê re rengê qesrê diguhere, dibe; (Qesra Balindeyên Xemgîn). [1]