Bi dirûşma Azadî bi zarokatiyê dest pê dike Tevgera #Mezopotamya#yê ya Çand û Hunera Demokratîk a #Hesekê# bi hevkariya Tevgera Hîlala Zêrîn Mîhrîcana Zarokan a Heftemîn li dar xist.
Mîhrîcan li Navena Xabûr a Çand û Hunerê ya li taxa Muftî ya Hesekê bi beşdariya komên hunerî; Koma Înana ya Suryan a dîlanê, Koma Şehîd Demhat a stranan a zarokên Kampa Waşûkanî ya navçeya Holê, Koma Şehîd Viyan Peyman a muzîkê ya #Dirbêsiyê#, Koma Şehîd Serhed a muzîkê ya Hesekê, Koma Çivîkên Pêşerojê, Koma Kulîlkên Kurdistanê, Koma Xabûrê ya stranan a #Til Temir#ê, Koma Şehîd Derasî û Koma Celadet Bedirxan a şanoyê hate lidarxistin û bi sedan zarok û malbatên wan û endamên saziyên sivîl lê amade bûn.
Di mîhrîcanê de sînevîzyonek li ser perwerdeya salê ya zarokên beşdarî mîhrîcanê bûne û wêneyên zarokan hatin pêşandan.
Endama rêveber a Tevgera Hîlala Zêrîn a Hesekê Fatme Ehmed mîhrîcan li gelê herêmê pîroz kir û wiha got: Armanca me ji lidarxistina mîhrîcanê peyamekê ji dagirkeriya Tirk re bişînin ku şêniyên herêmê ji tevahî pêkhateyên wê bi çand û hunera xwe ve girêdayî ne, tevî êrişên wê yên li ser herêmê. Her wiha armanc ew e ku behreyên zarokan derxin û teşwîq bikin, fikrê azadiyê ku ji hezkirinê û xweqebûlkirinê, jiyana hevbeş û avakirina nîfşekî nû belav bikin.”
[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 2,187 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!