Barîê Bala
(Bariyê Eliyê Paşê) 25-ê Tebaxa 1937-an li nehiya Masîsa Ermenîstanê, li gundê Demîrçiyê di nav malbeteke kurdên sade de ji dayîk bûye. Ew kurê Elîyê Paşayê Miho û Qaza Evdoyê Bişo ye.
Bariyê Bala gava şagirtê dibistana navîn bûye dest bi nivîsara helbestan kiriye. Helbesta wî ya yekê sala 1957-an bi sernivîsara “Dayika min” di rojnama “Riya Teze” de hatiye weşandin. Helbestên wî di rojnameyên “Rya Teze”, “Dengê Kurd”, “Jîyana Kurd”, “Ev Roj” “Dîplomat”, kovara “Nûbar” û gelekên din de hatine weşandin.
Bariyê Bala xwedanê deh pirtûkên weşandî ne. Pirtûka wî ya ewil sala 1974-an bi nave “Dinya min” li Ermenîstanê çap bûye. Sala 1994-an li Azerbêycanê pirtûka wî ya duduyan bi nave “Kuda herim” hatiye çapkirin.
Bariyê Bala endamê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê «Berbangê» û Endamê Navenda PENa Kurd e.
Min Apê Barî ji nêz ve nas dikir. Gelek caran li Alma Atayê bûme mêvanê wî. Ew di gelek fîlmên min ên dokûmentar de axiviye û fikir û ramanên xwe pêşkêşî me kiriye.
Apê Barî 83 salî bû.
Gelekî xemgîn im, sed korayî…
(Salihê Kevirbirî nivîsandiye).
Şaîr, nivîskar û mamosteyê zimanê kurdî Bariyê Bala îro (25-ê Gulana 2020-an) li Alma Ataya Qazaxistanê rehma Xwedê kir.[1]