Husein Muhammed
Gelo ziman sîstemeka dûvdilî (keyfî, ixtiyarî, arbitrary) ye? Anku gelo qeyd û bendên zimanî li gor keyfa mirovan in? Gelek kes dê bilezin û vê dîtinê red bikin: Her zimanî sîstema xwe ya rêzimanî heye. Li gor rêzimana her zimanekê hin tişt rast in û hin jî xelet in. Mirov nikare li gor keyfa xwe peyvan bi kar bîneyan jî qeyd û bendên rêzimana heyî biguherîne.
Bo nimûne, fêkiyek heye ku kurmanc jê re dibêjin ”sêv”.Kesek nikare rabe bi kurmancî navekê din yê li gor dilê xwe lê bike. Heke lê bike, yan ev kiryara wî dê wek tiştekê xelet yan jî nefehmbar bêdîtin û hesibandin. Herwiha, di rêzimana kurmancî de rast e ku mirov cînavê ”ez” li gel peyva ”hatim” bi kar bîne anku bibêje ”ez hatim”. Lê li gor rêzimana kurmancî mirov nikare ”ez” wek kirdeyê lêkera ”hatî” bi kar bîne û bibêje ”*ez hatî”. Stêrka di vê nivîsarê de li destpêka peyv yan hevokên xelet tê danîn daku ew ji nimûneyên rast bên veqetandin û cudakirin.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,467 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!