Nav: Mihemed Mamilê
Dîroka jidayîkbûnê: 02-06-1925
Dîroka koçkirinê: 13-01-1999
Cihê jidayîkbûnê: Mihabad
Cihê koçkirinê: Mihabad
=KTML_Bold=Jîname=KTML_End=
Hunermend Mihemed Mamilê û netewîbûna wî
Solîn Urmiye
Kurdshop - Mûzîk di nav Kurdan de wekî hebûn û nasnameya wan tê nasîn. Mûzîka Kurdî gelek caran ji aliyê dagîrkeran ve hatiye dizîn an jî hatiye asmîlekirin. Lê gelek stranbêj li hember dagîrkeran peyda bûne û nehêlane mûzîk û awazên folklorî yên Kurdî bêne dizîn û ji nav herin.
Yek ji wan stranbêjan jî hunermendê navdar mamoste Mihemed Mamilê yê Navdar e. Ev roja 02-06-1925an li bajarê Mihabadê ji dayîk bûye. Mamilê yê navdar ji malbatek hunermend bû û malbata wî yek ji malbatên kevnar ên bajarê Mihabadê ye û endamên malbata wî bi dengxweşî û hunermendî têne nasîn. Ew her di wê malbata mezin de hînê hunerê dibe. Ev di 13 saliya xwe de yekem strana xwe ya bi navê “Royî Be Cêyî Hêştim” di hilkeftekê de pêşkêş dike û jêhatiya xwe îsbat dike.
Mihemed Mamilê her zû tê nav dinyaya huner û mûzîkê û ev dibe stêrkek geş ê hunera Kurdistanê. Ew ne tenê afrîner bû, belkî wî helbestên folklorî yên mîna Wefayî, Hêmin Mukriyanî û Ehmed Herîrî dikir stran û distiriya. An jî helbesta “Xudaya Weten Ava Ke” ya Fayiq Bêkes bi awayekî hostayî kiriye stran û gotiye.
Mamoste Mihemed Mamilê yê navdar kesek netewî bû, ev di hizir û kiryar de netewî bû. Evîndarên rêbaza netewî li cem wî pir hezkirî bûn. Wî hertim piştevanî ji tevgera rizgarîxwaziya netewa xwe di her cihekê de ba dikir. Mihemed Mamilê di serdema Komara Kurdistanê de jî pêşmerge bû û heta di jiyanê de bû Ii ser rêbaza Komara Kurdistanê û Pêşewayê nemir #Qazî Mihemed# emegdar bû. Wî di pêxema Kurdistanê de kureke xwe jî, ji dest daye.
Şehîd “Nicat Mamilê” yê kurê Mihemed Mamilê, roja 01-09-1983an, tevî 34 lawên Mihabadê li girtîgeha rejîma Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Tewrêzê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve hatine bidarvekirin. Dema ku ew ji aliyê hêzên dagîrker ve hate gulebarankirin, tenê 17 sal temen wî bû.
Mihemed Mamilê çendîn caran ji aliyê rejîma paşayetî ve jî hatibû girtin û ev li ser karê huner û gotina stranên nîştimanî hatibû girtin. Ew piştî jinavçûna Komara Kurdistanê jî û ji ber veşartina alaya Kurdistanê jî hatibû binçavkirin. Mirov dikare bêje ku Mamilê wek hunermendek azadîxwaz û gelhez hertimî çiqek bûye di nav çavê dujminê gelê Kurd de.
Mihemed Mamilê di nav civakê de jî li tev xweşî û nexweşiyan li gel xelkê xwe bûye. Mamilê yek ji pêşengê stranbêj û hunermendê Kurdan e, wî hertimî peyrewî ji resenayetiya awaz û hunera Kurdî kiriye. Wî di nav hunera xwe de dibistaneke teybet hebûye û wî kariye bi serbilindane û bi awayê jêhatî ve gelek ji wan berhemên ku ber bi wundabûnê ve diçûn, ji lehiya jinavçûnê rizgar bike û beyan bike. Mamilê dab û nerîta Kurdî bi awayê stran wekî filmên sînemayî dixe ber çavê xelkê.
Mamilê yê navdar pêngav bi pêngav ber bi rûpela dîrokî ya gelê xwe ve çûye û mirov dikare di mînakekê de strana wî ya “Zemane” bas bike. Di wê stranê de bi dengek bilind hawar dike û gelek gazindên wî ji rojgar heye, ji ber rêberê dilsoj ê gelê Kurd ji dest daye ku ev jî Pêşewa Qazî Mihemed e.
Dîmenên Kurdistanê li cem Mihemed Mamilê pir xweşik bûne û dema Biharan ku bêrîvan bo pez dotinê diçine çiya û dîmeneke xweşik heye, ew di strana xwe ya “Bazî Bêriyan” de behs dike û tîne ziman.
Mamilê wek kevekê li tev neval û çiya û deştên Kurdistanê de geriyaye û bi dengê xwe yê xweş stran vehûnandiye. Wî di sala 1963an de jî serdana Qeladizê, bajarê Silêmanî û Serçinarê kiriye û çendîn stranan jî li wan deran gotine. Mamilê yê dengxweş û nîştimanperwer sirûda netewî ya “Ey Reqîb” ku Yûnis Reûf naskirî bi Dildar nivîsîbû xwendiye. Mamilê yê navdar bi çendîn şêweyan stran çêkirine, ji evîndarî bigre heta netewî. Ev kesek bû ku zû helbest liber dikir. Piraniya stranên wî her bi xwe afirandine û aniye ziman. Mihemed Mamilê zêdetir ji 300 stran gotiye û heta niha jî nifşên nû guhdarê stranên Mamilê dike.
Navdar û hunermendê netewî yê gelê Kurd Mihemed Mamilê, di temenê 74 saliyê de di dîroka 13-01-1999`an de çû ser dilovaniya Xwedê.[1]