DESPÊKA #KOMKUJIYÊN LI SÊ GELIYÊN ZÎLANÊ#
Nivîsandin û Amadekirin: #Zeynelabidin Zinar#
Li gor agahdariyên rêzdar Ehmed Hesenevdalî, Komkujiya li Kurdên herêma Geliyên Zîlanê weha dest pê ûye:
”Ez çendî ku ne nivşê Komkujiyê me, lê belê pir kesên ku di nava wê re derbas bûne û hinek ji wan ji kuştinê filitîne, serpêhatiya xwe ji me re hertim mîna çîrok digotin û gotine. Ji ber hindê ew Komkujî ji nivşên me re jî bûye wek jiyana rojane. Li gorî gotina pispor û pêzanan, haziriya destpêka Komkujiya li Geliyên Zîlanê, ji ber civîna di sala 1924an de ku li mala Kor Huseyn Paşayê Heyderî hatiye kirin çêbûye.
Huseyn Paşa bavê 16 kuran bûye. (Lê li gor gotina Kemal Beg, 9 kurê wî hebûne). Ji ber hindê leşkerên dewletê pir zêde bi ser Huseyn Paşayî ve çûye, 14 kur û gelek pismamên wî kuştine. Lê kurê wî Nadir Beg û Memê Beg ji kuştinê rizgar bûne.
Nadir Beg û Memê Beg çûne Çiyayê Girîdaxê (Agirî) û li wirê hêwirîne. Hin bi hin têkeliyên nihênî bi Kurdan re danîne û haziriya şerekî li pêşberê Komara Tirkiyê kirine. Carekê Nadir Beg û Memê Beg bi rêbertiya Seyîd Resûl çûne Geliyê Zîlanê, têkelî bi xelkê herêmê re danîne û wan bi rêxistin kirine. Li herêma Geliyê Zîlanê Nadir Beg û Memê Beg her yekê wan bi şervanên xwe re, bûne du birr. Her birek ji aliyekî ve êrîş birine ser barîgehên leşkerî yên dewletê.
Ew birra şervanan a bi serokatiya Nadir Begê, avêtiye ser barîgeha Cendirmeyên ”Çagirbey Karakolu”yê û çend cendirme kuştine. Lê Tabûrek leşker dema hatiye hewara cendirmeyan, wê tabûrê jî bi temamî dîl girtine. Piştre leşkerên Tabûra dîlkirî li malên gundiyan belav kirine û wan bi cih kirine, lê çu xisar nedane wan leşkeran. Piştre êrîşbirine ser bajarê Erdîşê (Erdeşêr) û bi dewletê re şerine giran kirine.
Lê dewletê ji roja ku Nadir Beg û Memê Beg derketine çiyê, dest bi wergirtina tevdîra xwe kiriye û amadetiya şerekî giran bi Kurdan re kiriye. Îcar dema ku êrîş birine ser Erdîşê jî, êdî dewlet ketiye nava hewldaneke mezin û amadetiya şerekî dûvedirêj bi Kurdan re kiriye.
Wê demê li Kurdistanê pir hindik Kurd bi zimanê tirkî dizanibûn. Demsal havîn bû û 15yê meha Temûzê bûye. Leşkerekî pir zêde çûye herêma Geliyê Zîlanê. Çend kesên tirkîzan ku ji nava bajêr bi leşkeran re hebûne, li nava gundên Geliyê Zîlanê geriyane û gotine gundiyan: ”Bila her kes ji mala xwe derkeve û bila deriyê xwe jî vekirî bihêle. Têkiliya dewletê bi we re tune, leşker tenê li wan kesên ku şerê dewletê dikin digerin. Leşker dê we bibin Erdîşê û bila her kes îfadeya xwe bide, piştre dîsa hûn ê vegerin û werin malên xwe.”
Piştî ku gundî ji malên xwe derdikevin derva û deriyên xaniyên xwe jî ku vekirî dihêlin, leşker ew birine, digel gundiyên çend gundan li şaxeke geliyekî Zilanê civandine. Kesek bi navê Nûrî, keyayê (muxtar) herêma Zîlanê bûye û bi tirkî jî zanibû. Hertim leşkeran gotiye Nûrî, da ew bêje gundiyan ”Bila netirsin û xisarek ji kesî re tune” û gundî jî bêdeng û bêpêjn li benda ”xebereka xêrê” mane û leşkeran çi gotiye, gundî jî her wisan tevgeriyane. Leşkerên dewletê ew roj gundiyên gelek gundan berhev kirine, weke gundê Sorikbir, Hesenevdal, Duwanis, Sorbozan, Yekmal, Exs, Zorava, Tendûrekê… Ew gundî tev birine devera ku jê re ”Ada Xeybê” tê gotin. Ew dever, li ber keviya Çemê Geliyê Zîlanê li nêz gundê Hesenevdalê ye (Ada Xeybê, devereke rast e li keviya çem dimîne). Li wirê ew gundî tev hatine gulebarankirin. Bavê xanima min (xezûr) jî di nava wê qefleyê de bûye. Hemî meriv û xizmên wî hatine kuştin, tenê ew û xwişkeka xwe ji kuştinê filitîne.”
[1]