پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
ڤیدیۆ
مێژووی سنە پایتەختی میرنشینی ئەردەڵان
19-10-2024
کشمیر کەریم
ژیاننامە
مرواری محەمەد جاف
19-10-2024
کشمیر کەریم
ژیاننامە
کەلسوم شێخ ئەحمەد مەحمود
19-10-2024
کشمیر کەریم
ژیاننامە
گۆران مامەند مەمیخەلی
19-10-2024
کشمیر کەریم
ژیاننامە
تاریق مەلا فایەق جاف
19-10-2024
کشمیر کەریم
ژیاننامە
کارزان کەمال شەریف
19-10-2024
کشمیر کەریم
ژیاننامە
محەمەدی سەید لەشکر
19-10-2024
کشمیر کەریم
ژیاننامە
چیمەن حەمە تەقیەدین
19-10-2024
کشمیر کەریم
ژیاننامە
شلێر جەمیل مەلا مستەفا
19-10-2024
کشمیر کەریم
ژیاننامە
ئەڤین عەبدولڕەحمان سۆفی عەلی
19-10-2024
کشمیر کەریم
ئامار
بابەت
  535,342
وێنە
  110,428
پەرتووک PDF
  20,314
فایلی پەیوەندیدار
  104,576
ڤیدیۆ
  1,567
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
301,394
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
90,296
هەورامی - Kurdish Hawrami 
66,089
عربي - Arabic 
31,072
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
18,672
فارسی - Farsi 
10,144
English - English 
7,630
Türkçe - Turkish 
3,671
Deutsch - German 
1,746
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Pусский - Russian 
1,140
Français - French 
348
Nederlands - Dutch 
130
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
72
Español - Spanish 
55
Polski - Polish 
55
Հայերեն - Armenian 
52
Italiano - Italian 
52
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
20
Norsk - Norwegian 
18
Ελληνική - Greek 
16
עברית - Hebrew 
16
Fins - Finnish 
12
Português - Portuguese 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Esperanto - Esperanto 
6
Catalana - Catalana 
6
Čeština - Czech 
5
ქართველი - Georgian 
5
Srpski - Serbian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
Hrvatski - Croatian 
3
балгарская - Bulgarian 
2
हिन्दी - Hindi 
2
Lietuvių - Lithuanian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
وشە و دەستەواژە 
123,079
ژیاننامە 
25,966
پەرتووکخانە 
25,706
کورتەباس 
18,432
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
14,829
پەند و ئیدیۆم 
13,671
شوێنەکان 
12,000
شەهیدان 
11,924
کۆمەڵکوژی 
10,914
هۆنراوە 
10,415
بەڵگەنامەکان 
8,350
وێنە و پێناس 
7,366
ئامار و ڕاپرسی 
4,627
کلتوور - مەتەڵ 
3,149
ناوی کوردی 
2,404
ڤیدیۆ 
1,462
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,460
پۆلێننەکراو 
990
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
822
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
777
کارە هونەرییەکان 
762
شوێنەوار و کۆنینە 
637
گیانلەبەرانی کوردستان 
277
فەرمانگەکان  
276
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
188
نەخشەکان 
185
نەریت 
160
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
101
ژینگەی کوردستان 
94
زانستە سروشتییەکان 
80
خواردنی کوردی 
80
دۆزی ژن 
55
مۆزەخانە 
50
یارییە کوردەوارییەکان 
39
بەرهەمە کوردستانییەکان 
38
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
27
گەشتوگوزار 
2
کۆگای فایلەکان
MP3 
323
PDF 
31,485
MP4 
2,567
IMG 
202,078
∑   تێکڕا 
236,453
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
ژیاننامە
ڕەسوڵ بێزار گەردی
ژیاننامە
حەکیم کاکەوەیس
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
18-10-1957
ژیاننامە
عەزیز گەردی
ژیاننامە
زارا محەمەدی
Nêrîna Melayê Cizîrî li wehdetu’l-wicûdê – 2
کوردیپێدیا، بووەتە کوردستانی گەورە! لە هەموو لایەک و شێوەزمانێکی کوردستان ئەرشیڤوان و هاوکاری هەیە.
پۆل: کورتەباس | زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî
=KTML_Bold=Nêrîna #Melayê Cizîrî# li wehdetu’l-wicûdê – 2=KTML_End=
Muqedes Agirî

Di felsefeya Mela de, her eşyayek di navê Zat de xuya dibe, di derdorê heman armancê de dizivire. Lewra alem di destê neqaşekî bêhempa de hatiye neqişkirin. Stêrk, felek, şev û roj eşqa di navbera xwe re reqs dikin ji bo ku bigihejin evînê xwe yanî Zatê xwe her tim di nav tevgerekê de di der û dorê hevûdu çerx dikin.
Melayê Cizîrî, rêveberê edebiyata kurdan e bi nasnameya îlmî û sofî demxeya xwe li serdemekê xistiye. Ew endamê terîqeta Neqşîbendiyê ye. Digel têkiliya wî ya neqşîbendîtiyê mirov nikare bibêje ku jiyana wî ya teketiyê dûvdirêj e. Melayê Cizîrî, zêdetir bi nasnameya muderîs-sofî derketiye pêş û hemû xebatên xwe li ser dîwanê ku bingeha edebiyata tesewif ya kurd e pêk aniye.
Sofiyên wekî Feqiyê Teyran û muderîsên ku li herêmên cuda dijîn û helbestên Mela xwendine di bin bandora usluba helbestên wî û ramanên wî yên tesewif de mane. Sînerjiya Melayê Cizîrî û sofiyên kurd ku bin bandora terza mela de mane, bûne sedema ku tevgere tesewif di nav kurdan de bi lez belav bibe û berhemên tesewifê dû hev bên nivîsandin. Berhemên bi kurdî yên sofiyan ji aliyê xwendewanên medreseyan hatiye xwendin û ji ber kirin. Xwendina dîwana Melayê Cizîrî ji aliyê gel li medreseyan de eleqeya kurdan bi edebiyata tesewifê nîşan dide.
=KTML_Bold=2.1 LI GORÎ MELA ŞÎROVEKİRİNA YEKÎTÎBÛNÊ=KTML_End=
Li gorî Mela şîrovekirina yekîtîbûnê, daxuyaniya xuyabûna xwedê, pêdivî bi zanista felsefî heye. Li gorî wî tenê ne metafîzîk, bêyî zanistên matematîk, fizîk, astronomî îzehkirina hebûn, û hebûnnasiyê ne mimkûn e. Mela diyar dike ku xwedê fikrên derbarê van zanistan e. Ji xwe dîwana wî de jî tê dîtin ku agahiyên wî yên felsefî û tesewifê gelek zêde ye. Ev taybetiya Mela, nîşanî me dide ku ligel mutesewif e, muderîs, muhakik û fîlozof e jî. Mela wekî ramanên giştî yên sûfiyan diyar dike ku ev cîhan ji bo cihê pêkhatina navên Xwedê ye. Li gorî Mela ev alem meydaneke temaşekirina bedewbûna Xwedayê bêqisûr e. Nûra bedewbûna Xwedê di pergaleke hiyerarşîk de peyder pê di vê cîhanê de xwe nîşan daye. Di ramanê Mela de cîhan di nav hebûnan de meydana îmkanan e û heta pêvajoya mertebeya îmkanan bedewbûna bêqisur qanûna bi kulî çawa ku pergaleke îlahî berdewam kiriye di cîhanê de jî ev qanûna kulî meqbûl e. Mela di derbarê ramanên fîlozofên îslamê yên ’alemê herî baş’ parve dike û li gorî Mela, di cîhanê de di zagonên îlahî de jirêketin û xarbûn tuneye.
Rast e yek qanûn seraser nîne tê
Xwehrî û pîçên perîşanê xelet
=KTML_Bold=2.2 DI RAMANÊN ÎSLAMÎ DE FELSEFEYA HEBÛNÊ=KTML_End=
Di felsefeya Mela de, her eşyayek di navê Zat de xuya dibe, di derdorê heman armancê de dizivire. Lewra alem di destê neqaşekî bêhempa de hatiye neqişkirin. Stêrk, felek, şev û roj eşqa di navbera xwe re reqs dikin ji bo ku bigihejin evînê xwe yanî Zatê xwe her tim di nav tevgerekê de di der û dorê hevûdu çerx dikin.
Mestane govendê dikin reqsê li dor findê dikin
Qesta şekerxendê dikin le’lan gewher xende da
Rastiyeke din jî ev cîhan di nav xwe de zêdebûnê dihewîne. Gelo Mela vê zêdebûnê çawa şîrove dike? Bêguman di vê mijarê de jî eşq, wekî nifteyeke têgîn derdikeve hemberî me. Ji ber ku di kevneşopiya sofiyan de eşq, derveyî alema ku tê dîtin firqkirina qanûna mutlaq e. Ev jî bi awayekî mestane li eşya nihêrtine û ji xwe derbasbûn e yanî ev jî cureyeke serxweşbûnê ye û bi vî şiklî mimkûn e.
Allah Allah çerx û dolabê dinê
Nuqte qet nakit di dewranê xelet
Tevger û zêdebûna di alema hebûnê de, li gorî Mela ku îlma wehdet tunebûya dê di mirovan de ramanên zêdebûnê pêk bihata û ew ê şikdar bûna. Lê li gorî Mela, hemû cûre û şiklên hebûnê bi nav û sûretê Zat yek e. Ku îlma wehdet tunebe aqil bi tenê nikare wateyekê bide vê zêdebûnê.
Ji ber ku Mela zane ku ev mijareke felsefîk e. Li gorî Mela wateyên îlmên felsefeyê veşartiye ji ber ku ew bi xwe di vê îlmê de zaneye dikare mijarê analîz bike. Li gorî Mela ji ber îlma wehdetê heqîqeta cîhanê yekîtîbûn e. Ramana pirbûnê weswese ye û di âlemê de pirbûn vebûn û diyariya Yekî ye. An jî teceliya sûret û navên Yekî ye. Sûret û navên tecelibûnê jî encax bi eşqê ve tê zanîn.
Keşfê esrarê sifatan bê mehebbet nabitin
Sûretê esma divêtin da bikîn jê fehim raz
=KTML_Bold=2.3 FERASETA MELA YA WAHDET-Î MUTLEQ=KTML_End=
Mela, ramanên xwe yên felsefî wekî ’Wahdet-î Mutleq’ bi nav dike. Cihekî din de jî wekî ’Wahdet-î Sirf’ bi nav dike.
Wehdet-î Mutleq Mela nûr e di qelban cela
Zori di vê mes’elê ehlê dilan şubhe ma
Wehdetê sirf e me meşreb te çi iksîrê wucûd
Em lebaleb çi lebaeb bi xwe hem cam e lebaleb
Feraseta Mela ya Wehdet-î Mutleq dedîl nîşandana Xwedê bo hebûnê an jî dedîl nîşandana hebûnê ji bo Xwedê cûdatir e. Di felsefeya Mela de di her hebûnê de Xwedê dîtin heye. Di ramanên wî yên yekbûnê de di navbera ezel û ebed, wahid û ehed, ewel û axir, zahir û batin de ferq tuneye. Her tişt ew e yanî Xwedê ye. Di ramana Mela de dem, cih, sînor, pîvan, hejmar, hesab, îzah, muspeta eşya, menfî, qiyas, terkîb, mînak, tehlîl, meyt bi kurtayî her tişt di xwe de yek e. Dudubûn û pirbûn tuneye, qanûna eslî yekbûn e. Tişta ku alemê serobin dorpêç dike sira wehdetê ye.
Huwwe’l-Ewwel huwe’l-axir huwe’z-Zahîr huwe’l-Batin,
Huwe’l-Ma’bûdu we’l-Meşhûdu fi kulli zerratî
Ramanê ku Mela diparêze, astengkirina ramanên wesweseya taybetiya pirbûna eşya ku di me de peyde dibe. Li gorî Mela îlma wehdet bi eşqê tê fêmkirin û ku bi çavekî wiha mirov li eşya mêze ke şûna pirbûnê mirov dê wehdetê bibîne.
Ji musemma’eded û kesretê esma tu mebîn
Zeyd û ’Emrên me hetta çendî du nîne yek û yek
Mela her wî bibîn her wî eger her wî dinasî tu
Huwe’l- me’bûd huwe’l-meşhûdu bel la xeyre fi’d- dareyn têgîn a Wehdet-î Mutleq ku Mela bi kar tanî, ev têgîn cara yekem Îbn Seb (1197-1270) bi kar aniye. Lê belê di navbera ramana Îbn Seb a wehdet-î Mutleq û felsefeya Wahdetu’l- wicûd a Melayê Cizîrî de ferq hene. Mela di ramana Wahdetu’l- wicûd de yekîtiya Xwedê û xuyabûna Xwedê di alemê de parastiye. Lê belê di parastina Îbn Seb de têgîna tecelî (xuyabûn) tuneye. Di ramanê wî de Xwedê her tişt e lê alem tu tiştek e. Tiştekî wekî tecelî nîne. Ev ramanên heta niha me behs kir diyar e ku Mela sofî û fîlozofekî ku felsefeya Wehdetu’l wicûd pejirandiye. Ev mijar giringiya perspektîfa felsefî ya Mela derxistiye holê û ji ber vê jî xwe nêzî Îbn Erebî dîtiye. Felsefeya Mela ya tesewif bi felsefeya ziman û felsefeya hebûnê ve bi sînor nîn e. Nêrînên wî yên epîstomolojîk jî di çarçoveya bingehîn ya felsefeya tesewifî de kom bûne.[1]
=KTML_Bold=2.4 DI SERDEMA JIYANA MELA DE RAMANÊN TESEWIFÎ=KTML_End=
Serdema ku Melayê Cizîrî dijiya, ramanên tesewifî û mijara hebûnê ya Îbn Erebî li Bexda, Şam, Misûl, Stenbolê yên navenda çanda îlmî de ji aliyê sofiyan de eleqeyeke mezin dîtiye. Ev eleqe ji bo dîwana Mela jî pêk hatiye. Bi taybetî di mijara wehdet-il wicûd de ku di bin bandora Îbn Erebî de maye di beytan de cih daye dîtinên wî. Ji van beytan wekî mînak em ê jêrê binvîsin.
Bade mi noşî ji dest çûme ji xwo mame mest
Qitre bi behre giha behri bi ’eynî xwo ma
Goşi bi ’amê mede terkê mudamê mede
Ekseruhum fî xuma exlebuhum fî ’ema
Herfi ji yek bûne fesl ger bibirî wan bi esl
Herfi dibit yek hetek xet ku nema nuqte ma
Wehdetî mutleq Mela nûr e di qelban cela
Zor idi vê mes’elê ehle dilan şuphe ma [2][3][4]
Mijara wehdetu’l- wicûd cara yekem ji aliyê Sehl b. Abdilah et-Tusterî (283/896) hatiye ziman. Paşê jî ji aliyê sofiyên mezin yên wekî Îbn Arab û Ebdilqadir Geylanî (561/1166) ev raman wekî sîstem ji aliyê kesên tesewifê wekî nivîskî gelek hatiye bikaranîn. Ev nûra ku di deryaya dewlemend de fûriyaye û derketiye holê li gorî Cizirî, hemû hebûn ji ber vê nûrê dijîn û ji ber ku sûretên Xwedê tê de muhefeze dike ev alema hebûnê pêk tîne.
Nûrê ji nura Ahmedê sirra sifatên sermedi
D’ayîneya zatê xwe dî keşfa kemalatê xwe da
Melayê Cizîrî di dîwana xwe de mijara şefaetê jî tîne ziman û xwe wekî esîrekî ku di zîndana cîhanê de ye dibîne. Mela ji bo ku ji vê esaretê rizgar be ji Pêxemberê me dixwaze ku di qatê xwedê de bibe şefaetiyê wî.
Dilberê serdarê xûban ez nizam agah heye
D’heps û zindanê esîr û girtîyê dermande
Gitîyem mayim di hebsê kî gelo mehder bikit
Carekê navê me binit pur sewabek zede ye[5] [6] [7]
=KTML_Bold=2.5 DI DILÊ SOFÎYAN DE HEZKIRINA XWEDÊ=KTML_End=
Sofî ji bo Xwedê bi hezkirin û eşqeke mezin ve girêdayî ne û bi vê feraseta tekakesî tevgeriyane. Di dilê sofiyan de Xwedê; evîn, hezkirin, eyan-beyan, rih beden û gewher e. Bi kurtayî di kategoriya hebûnê ya sofiyan de rastiya hîs û dîtinê tenê yek rastiyek heye ew jî Xwedê ye. Mela di beyteke xwe de vê rewşê wiha diyar dike:
’Aşiq ew e dilber ew e zahir ew e mezher ew e
Ruh û beden gewher ew e d’her şihidek durdane da
Di ramanên Mela de xwedê hebûnekî ku bi formulasyoneke aqlî bê hepiskirin nîne û derheqê xwedê de delîl gerendin nîne. Berevajî ew ji her tiştî re delîl e û hebûneke ku ji hemû hebûnê re bûye sedem e. Mela di beytên jêrîn de ramanên xwe wiha diyar dike:
Çi heddê’ eql e qiyasê te kirit eve burhan ku tu bê burhan î
Me temenna ji nesîm xakê rehê kir pê biken dîde û dil nûranî [8] [9] [10] [11] [12] [13]
=KTML_Bold=2.6 DI RAMANÊN MELA DE MERTEBEYA DUYEMÎN YA TAAYUNÊ=KTML_End=
Di Ramanên Mela de Mertebeya Duyemîn ya Tayunê ye. Li gorî Mela, derbarê cih de ji bo ku fikra mirov hebe û mirov îdraq bike bê îmkan e. Ev rewş wekî kenz-î mahfî tê bi navkirin û ev bi mertebeya yekemîn ve eleqeder e. Mela, navê Mertebeya Tayunê wek ’Nûr-î Muhamed’ jî binav kiriye. Ji ber vê ye ku sofî ji hebûna mitleq derketina hebûnê pêyder pey bi nûra Hz. Mihemed sembolîze kirine. Ji ber vê yekê bi taybetî ’hedîsa levlake’ (ger tu nebûyayî min alem nediafirand) wekî delîl bikaranîne. Li gorî vê yekê ku hebûna mutleq bi nav û sifatên xwe ne sir e eşkere bûye sedemê vê yekê Nûr-î Muhamed e. Mela, hebûna mitleq wekî xezîneyeke dizî binav kiriye û têkiliya navbera hebûna yekem wiha îfade kiriye:
Ger xeberdar î ji sirra kuntu kenzen guh bidêr
Da bi sed tewrî beyan kit me’ nayê lewlakê ruh
Mela, ji bo mertebeya duyemîn ya taayyunê navê ’îlmiye’ jî bikaraniye. Ev yek di sîstema Îbn Arabî de tê beramberî mertebeya taayuna yekem. Mela, taayuna yekem a mutlaq wekî coşbûna hebûna deryayê îfadekiriye. Li gorî wî hebûna ku gayb a mutlaq e bi nav û sifatan taayyuna yekem derketiye holê. Ev mertebeya cara yekem eşya ye. Li gorî Mela, eşya bi sifatên ku derketine holê ve ketiye nîzamekî. Mela, vê rewşê wek di bin hikmê heft sifatên eşya ketiye nîzamekî diyar dike. Ev heft sifat ev in: Jiyan, îlm, îrade, qudret, sem, basar û tekvîn e. Daxuyaniya vê ya felsefî wek diyarbûna forma eşyayê tê îfadekirin. Eşya, di vê mertebê de wekî rastiyên sabit in. Mela ev dîtina xwe wiha aniye ziman:
Behra wucûdê coşî hat nûrek tenezzul bû ji zat
Hatin te’eyyun têk sifat eşya zuhûr’ilmiyye da
Eşya di ’ilmê bûn zuhûr isman ji feyza ismê nûr
Teqwîmî bestin bêqusûr hukmê sifatê seb’e da
Vê ’alemê teqwîmi best her ismekî fi’la xwe xwast
Hukmê teserruf da bi dest her wî di mulk û qebze da
Di felsefeya wehdet-îl- vicûd de mertebeya taayyûnê sabitbûna sifatan û çavkaniya mertebeyeke zêdebûnê ye. Li gorî Mela, di navbera ehed û wahid ferqeke lîteral hebe jî ev ferqa di nav sîstema tecelî de nîne. Di vê pergalê de ehed û wahid yek e. Mela ev ramanên xwe bi van beytan diyar kiriye.
Ferq e wahid ji ehed lê di meqamê semedî
Bi heqîqet ku yek in herdu çi wahid û çi ehed
Li gorî Mela, di mertebeya taayyunê de beşên hebûnê yek bi yek cihên xwe girtine. Lê ev hebûnan wek madî û cîsmî na wekî formel sabit bûne. Bi gotinek din hebûn di vê mertebê de subut dîtiye lê hê jî vucud neditiye. Mirov dikare ji vê mertebê re bibêje ku cihê mînakên eşya yên yekem e. Mela vê dîtana xwe wiha îfade kiriye:
Esma tekamul rast kirin bala fewa ’il rast kirin
Cih cih qewabil rast qirin jê ’illetek sûriyyye da
Mela di navbera cûd û vucûd de dixwaze ku girêdaneke ontolojîk pêk bîne. Ev girêdana ontolojîk ya navbera cûd û vucûd de berê ji aliyê fîlozofên îslamê Farabî û Îbn Sîna jî derketiye hole. Li gorî wan hebûna Xwedê mecburiye û tenê sedema hebûna xwe nîne, ji bilî xwe sebebê hertiştî ye. Ji ber ku ew tenê qenciye hebûnên derweyî wî feyezan kirine. Wê demê bersiva pirsa hebûn çima heye? ev e: ’Qencî, eşq û comerdiya Xwedê ye’. Mela, coşbûna hebûnê bi van beytan diyar dike:
Coşis ku da deryayê cûd d’ ayîneya ismê Wedûd
Carek tecella bû wucûd fûrek ji nûrê jê veda
Mela, diyar dike ku coşiya deryaya comerdbûnê nûra ku derdikeve holê, teceliya Nûr-î Muhammed e. Gorî wî ji ber vê nûrê hebûn dijîn, jêderka hemû alema hebûnê Nûr-î Muhammed e. Sifatên Xwedê di xwe de dihewîne û ev sifat di alema hebûnê de cih digire.
Husnek munezzeh sewwirand nûra hebîb jê afirand
Âlem di kunhê heyyirand rûhilqudus can nefxe da
Nûrê ji nûra Ahmedî sirra sifatên sermedî
D’ayîneya zatê xwe dî keşfa kemalatê xwe da
Mela, mertebeya ku wek Nûr-î Muhammed binav kiriye di pergalên ku ser ol, felsefe lêkolîn dikin navên beramberî vê mertebeyê jî bikaraniye. Ji van yên herî girîng navên qelem û eqil e. Ya ewil di Qur’anê de hatiye sondxwarin ya din jî di felsefeya Platon de ji bo mertebeya hebûnê ya yekemîn hatiye bikaranîn. Mela van nava bi vî rengî îşaret kiriye:
Ew bû qelem ew bû’eqil lew pê hedîsê da neqil
Deryayê ’ilm ew bû şûxil tefsîlê ’ ilmê cumle da
Li gorî Mela, pîvan û têkiliyên nav eşya bi gotinek din hemû kategoriyên hebûnê ji ber sifatên vê mertebeyê hatiye sazkirin. Ji bo ku eşya alema hebûnê de vucud verbigire şert û merc vê mertebê de şikil vergirtiye. Mela vê dîtina xwe wiha aniye ziman:
Ew bû dî cumle rabite mîzan û îsm û basite
Feyza Heq ew bû wasite çeşmê wucûdê surme da[14] [15] [16] [17] [18] [19]
=KTML_Bold=Çavkanî:=KTML_End=
Yrd.Doç Dr. M. Nesim Doru Meleyê Cizîrî Felsefî ve Tasavvufî Görüşleri Mela Ahmedê Cizîrî, Dîwan, r.46-7, 90-1, 44-5,49,86-7, 302-3, 218-1, 230-1,144-5, 278-9,280-1, 346-7
Mela Ehmedê Cizîrî, Dîwan Osman Tunç, Weşanên Nûbihar, Stenbol 2008,r.56-57.
Cizîrî,Dîwan,r. 154, 242-243.
Doru,Melayê Cizîrî Felsefî ve Tasavvufî Görüşleri, r.137-140.
[5] .Mehmet Demirci, ”Hakîkat-i Muhammediyye”,DİA,XV,r.179
[6] Doru, Melayê Cizîrî Felsefî ve Tasavvufî Görüşleri, r.147.
[7] . Cizîrî, Dîwan, r. 38-39. 33 Cizîrî, Dîwan, r. 112-113.
[8] Mela Ahmedê Cizîrî, Dîwan, r.28-9
[9] Mela Ahmedê Cizîrî, Dîwan, r.442-3
[10] .Turan Koç, Din Dili r.58
[11] Turan Koç, Din Dili r.60
[12] .Yrd.Doç Dr. M. Nesim Doru Meleyê Cizîrî Felsefî ve Tasavvufî Görüşleri r.45
[13] Yrd. Doç Dr. M. Nesim Doru Meleyê Cizîrî Felsefî ve Tasavvufî Görüşleri r.46
[14] Mela Ahmedê Cizîrî, Dîwan, r. 256-7
[15] Zivingî, c.2, r. 860
[16] .Mela Ahmedê Cizîrî, Dîwan, r. 278-9
[17] Farâbî, Kitabu Ar20.Mela Ahmedê Cizîrî, Dîwan, r. 34-5
[18] Mela Ahmedê Cizîrî, Dîwan, r. 36-7
[19] Ehlî Medînetîl-Fazila 23.Yrd.Doç Dr. M. Nesim Doru Meleyê Cizîrî Felsefî ve Tasavvufî Görüşleri r. 144-145-146-147-14
Muqedes Agirî
[1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,110 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 25
1. ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 02-03-2021
1. پەرتووکخانە ŞEBÇIRAX Romana Melayê Cizîrî
3. پەرتووکخانە Dîwan Melayê Cizîrî
1. کورتەباس MELAYÊ CIZÎRÎ Şêxê aşiqan
2. کورتەباس Melayê Cizîrî Bîranîn
4. کورتەباس EVÎNÎ LI GEL MELAYÊ CIZÎRÎ
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی دەرچوون: 02-03-2021 (3 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
پۆلێنی ناوەڕۆک: هەڵبەست
پۆلێنی ناوەڕۆک: ئەدەبی / ڕەخنەی ئەدەبی
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 17-08-2023 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 19-08-2023 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 19-08-2023 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 1,110 جار بینراوە
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی حەوش کوروو
وێنە و پێناس
خولی بەخێوکردنی هەنگ ساڵی 2001 ڕێنمایی کشتوکاڵی شارباژێڕ
کورتەباس
ناونامە و وشەنامەی ناڵەی جودایی
ژیاننامە
محەمەدی سەید لەشکر
پەرتووکخانە
شوێنەوارنامە - وەشانی 3
ژیاننامە
تاریق مەلا فایەق جاف
وێنە و پێناس
دوو خوێندکاری شاری سلێمانی لە ڕۆمانیا ساڵانی حەفتاکانی سەدەی بیستەم
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
ژیاننامە
شلێر جەمیل مەلا مستەفا
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 2
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 2
کورتەباس
ڕێگاکانی دەربڕینی چەمکی کات لە زمانی کوردیدا
پەرتووکخانە
شیعری بۆنە لە ئەدەبی کوردیدا (کرمانجی ناوەڕاست ) (1914-1945ز)
ژیاننامە
کارزان کەمال شەریف
ژیاننامە
کەلسوم شێخ ئەحمەد مەحمود
وێنە و پێناس
وێنەی خانووەکانی دەوروبەری قەڵای هەولێر
ژیاننامە
گۆران مامەند مەمیخەلی
کورتەباس
هەیدی سیکوێنز: دۆخی هەرێمی کوردستان ئارامە و جیاوازە لە دۆخی رۆژهەڵاتی نێوەڕاست
پەرتووکخانە
چۆن دەستم پێکرد؟
وێنە و پێناس
ژووری بلیت فرۆشی سینەما ڕەشید، ساڵی 1965
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای ئامەد
پەرتووکخانە
دیاسپۆرا و نیشتمان
پەرتووکخانە
تەنز لەڕۆژنامەنووسیی باشووری کوردستاندا ( 1920-1950)
پەرتووکخانە
دەستووری شیکردنەوە لە زمانی کوردیدا
ژیاننامە
مرواری محەمەد جاف
پەرتووکخانە
مەتەڵنامە (وەشانی 2، بەشی 1 لە 2 )
ژیاننامە
کازم شێخ حسێن
وێنە و پێناس
چەند کەسایەتییەکی کورد لە کۆلێژی یاسا لە بەغدا ساڵی 1973
شوێنەوار و کۆنینە
زیندان سلێمان... شوێنی تەقوای زەردەشتییەکان
شوێنەوار و کۆنینە
پردی دیجلە
کورتەباس
ئەوەی لە کوردستان هەیە پەڕلەمان نییە!
ژیاننامە
ئەڤین عەبدولڕەحمان سۆفی عەلی
شوێنەوار و کۆنینە
گۆڕدخمە سان ڕۆستەم
کورتەباس
ڕەگەز لە ڕوانگەی زانستی زمانی کۆمەڵایەتییەوە
ژیاننامە
چیمەن حەمە تەقیەدین

ڕۆژەڤ
ژیاننامە
ڕەسوڵ بێزار گەردی
18-11-2008
هاوڕێ باخەوان
ڕەسوڵ بێزار گەردی
ژیاننامە
حەکیم کاکەوەیس
03-11-2009
هاوڕێ باخەوان
حەکیم کاکەوەیس
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
18-10-1957
30-08-2010
هاوڕێ باخەوان
18-10-1957
ژیاننامە
عەزیز گەردی
11-04-2012
هاوڕێ باخەوان
عەزیز گەردی
ژیاننامە
زارا محەمەدی
28-05-2019
هاوڕێ باخەوان
زارا محەمەدی
بابەتی نوێ
ڤیدیۆ
مێژووی سنە پایتەختی میرنشینی ئەردەڵان
19-10-2024
کشمیر کەریم
ژیاننامە
مرواری محەمەد جاف
19-10-2024
کشمیر کەریم
ژیاننامە
کەلسوم شێخ ئەحمەد مەحمود
19-10-2024
کشمیر کەریم
ژیاننامە
گۆران مامەند مەمیخەلی
19-10-2024
کشمیر کەریم
ژیاننامە
تاریق مەلا فایەق جاف
19-10-2024
کشمیر کەریم
ژیاننامە
کارزان کەمال شەریف
19-10-2024
کشمیر کەریم
ژیاننامە
محەمەدی سەید لەشکر
19-10-2024
کشمیر کەریم
ژیاننامە
چیمەن حەمە تەقیەدین
19-10-2024
کشمیر کەریم
ژیاننامە
شلێر جەمیل مەلا مستەفا
19-10-2024
کشمیر کەریم
ژیاننامە
ئەڤین عەبدولڕەحمان سۆفی عەلی
19-10-2024
کشمیر کەریم
ئامار
بابەت
  535,342
وێنە
  110,428
پەرتووک PDF
  20,314
فایلی پەیوەندیدار
  104,576
ڤیدیۆ
  1,567
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
301,394
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
90,296
هەورامی - Kurdish Hawrami 
66,089
عربي - Arabic 
31,072
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
18,672
فارسی - Farsi 
10,144
English - English 
7,630
Türkçe - Turkish 
3,671
Deutsch - German 
1,746
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Pусский - Russian 
1,140
Français - French 
348
Nederlands - Dutch 
130
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
72
Español - Spanish 
55
Polski - Polish 
55
Հայերեն - Armenian 
52
Italiano - Italian 
52
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
20
Norsk - Norwegian 
18
Ελληνική - Greek 
16
עברית - Hebrew 
16
Fins - Finnish 
12
Português - Portuguese 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Esperanto - Esperanto 
6
Catalana - Catalana 
6
Čeština - Czech 
5
ქართველი - Georgian 
5
Srpski - Serbian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
Hrvatski - Croatian 
3
балгарская - Bulgarian 
2
हिन्दी - Hindi 
2
Lietuvių - Lithuanian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
وشە و دەستەواژە 
123,079
ژیاننامە 
25,966
پەرتووکخانە 
25,706
کورتەباس 
18,432
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
14,829
پەند و ئیدیۆم 
13,671
شوێنەکان 
12,000
شەهیدان 
11,924
کۆمەڵکوژی 
10,914
هۆنراوە 
10,415
بەڵگەنامەکان 
8,350
وێنە و پێناس 
7,366
ئامار و ڕاپرسی 
4,627
کلتوور - مەتەڵ 
3,149
ناوی کوردی 
2,404
ڤیدیۆ 
1,462
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,460
پۆلێننەکراو 
990
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
822
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
777
کارە هونەرییەکان 
762
شوێنەوار و کۆنینە 
637
گیانلەبەرانی کوردستان 
277
فەرمانگەکان  
276
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
188
نەخشەکان 
185
نەریت 
160
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
101
ژینگەی کوردستان 
94
زانستە سروشتییەکان 
80
خواردنی کوردی 
80
دۆزی ژن 
55
مۆزەخانە 
50
یارییە کوردەوارییەکان 
39
بەرهەمە کوردستانییەکان 
38
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
27
گەشتوگوزار 
2
کۆگای فایلەکان
MP3 
323
PDF 
31,485
MP4 
2,567
IMG 
202,078
∑   تێکڕا 
236,453
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی حەوش کوروو
وێنە و پێناس
خولی بەخێوکردنی هەنگ ساڵی 2001 ڕێنمایی کشتوکاڵی شارباژێڕ
کورتەباس
ناونامە و وشەنامەی ناڵەی جودایی
ژیاننامە
محەمەدی سەید لەشکر
پەرتووکخانە
شوێنەوارنامە - وەشانی 3
ژیاننامە
تاریق مەلا فایەق جاف
وێنە و پێناس
دوو خوێندکاری شاری سلێمانی لە ڕۆمانیا ساڵانی حەفتاکانی سەدەی بیستەم
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
ژیاننامە
شلێر جەمیل مەلا مستەفا
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 2
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 2
کورتەباس
ڕێگاکانی دەربڕینی چەمکی کات لە زمانی کوردیدا
پەرتووکخانە
شیعری بۆنە لە ئەدەبی کوردیدا (کرمانجی ناوەڕاست ) (1914-1945ز)
ژیاننامە
کارزان کەمال شەریف
ژیاننامە
کەلسوم شێخ ئەحمەد مەحمود
وێنە و پێناس
وێنەی خانووەکانی دەوروبەری قەڵای هەولێر
ژیاننامە
گۆران مامەند مەمیخەلی
کورتەباس
هەیدی سیکوێنز: دۆخی هەرێمی کوردستان ئارامە و جیاوازە لە دۆخی رۆژهەڵاتی نێوەڕاست
پەرتووکخانە
چۆن دەستم پێکرد؟
وێنە و پێناس
ژووری بلیت فرۆشی سینەما ڕەشید، ساڵی 1965
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای ئامەد
پەرتووکخانە
دیاسپۆرا و نیشتمان
پەرتووکخانە
تەنز لەڕۆژنامەنووسیی باشووری کوردستاندا ( 1920-1950)
پەرتووکخانە
دەستووری شیکردنەوە لە زمانی کوردیدا
ژیاننامە
مرواری محەمەد جاف
پەرتووکخانە
مەتەڵنامە (وەشانی 2، بەشی 1 لە 2 )
ژیاننامە
کازم شێخ حسێن
وێنە و پێناس
چەند کەسایەتییەکی کورد لە کۆلێژی یاسا لە بەغدا ساڵی 1973
شوێنەوار و کۆنینە
زیندان سلێمان... شوێنی تەقوای زەردەشتییەکان
شوێنەوار و کۆنینە
پردی دیجلە
کورتەباس
ئەوەی لە کوردستان هەیە پەڕلەمان نییە!
ژیاننامە
ئەڤین عەبدولڕەحمان سۆفی عەلی
شوێنەوار و کۆنینە
گۆڕدخمە سان ڕۆستەم
کورتەباس
ڕەگەز لە ڕوانگەی زانستی زمانی کۆمەڵایەتییەوە
ژیاننامە
چیمەن حەمە تەقیەدین

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.92
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 1.344 چرکە!