BasNûçe 6 - 12 Tîrmeh 2015
$Rojname ya heftane ya nûçeyî$
#Hewlêr#
Têkiliya we û civatê çawa ye? Hun beşdarî civatan dibîn? Ez dengbêjê civatan nîn im û di civatan de kilaman nabêjim. Ez wek mirovekî kurd ji bona kurdayetiyê derdikevim televîzyonan û li der û doran dengbejiyê dikim. Di sala 1965’an de li Tirkiyeyê yekemîn plaka kurdî ya bi nave ' Lorî Lorî Cembelîyê Min Lorî ' min çêkir. Sedema ku min nave plakê kir ‘Lorî lorî’ jî ev bû: Tevahiya kurdan bi lorikan mezin
bûne. Di serî de min lorîkan strand da ku herkes zanibe zimanê dayika me heye. Ji tevahiya zimanê dinyaye re rêzdariya me heye û em hurmetê didin hemû zimanan, ji vê sedemê jî wan gelên ku em ji wan hez dikin û rêzdariya me ji zimanê wan re heye em ji wan dixwazin ku ew jî ji rêzê li zimanê me bigirin. Pişti plaka min a ‘Cembelîlê min lorî’ derket, 53 plakên din ên kurdî derketin. Hin tiştên ku ez
lê poşman bûme jî hene; Divê mirov li mezin, mamoste û dengbêjên xwe yên ku pêşî li me vekirine xwedî derkeve û wan her vejîne. Ji ber ku ez naxwazim pirsgirêk derkevin ez ne diçim mala dengbêjan, ne jî bi mezinan re têkiliyan datînim. Çimku, dema ku mirov mezin bibe, divê mirov li welatê xwe, li mirov, dost û xizmên xwe xedî derkeve. Ji ber vê yekê ez naçim nav civatan, heta ku ew nebêjin mamoste û bi min re têkiliyê çênekin, ez bi wan re têkiliyê çênakim. [1]
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol
, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 7,614 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!