Casimê Celîl (1908 - 1998)
helbestvan , nivîskar û wêjevanêk kurd e.
Casimê Celîl di sala 1931an de dixebite. Ew li vira dibe redaktorê pirtukên nivîskarên Kurd, bo lê mêzekirinê, di ber destê wî ra derbas bûne.
Casimê Celîl di warê wêje, zargotin û Dîroka Kurdistanê da bê sekinandin û bê westan hettanî van rojên dawiyê jî gelek xebat pêkanîye. Wusa herdu kurên wî Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl û keça wî Cemîla Celîl ser folklor, dîrok û sazbendiya Kurdî xebatên hêja pêkanîne.
Di nav helbestên Casimê Celîl de welathizî û enternasyonalîzmê cîhikî fireh girtîye. Di sala 1954an de pirtuka Casimê Celîl ya pêşîn bi navên Elegez li Erîvanê hat çapkirinê. Pey vê pirtukê ra di sala 1960în de Casimê Celîl pirtukeke bi navê Roja min nivîsî. Di vê pirtukê de nivîskar nîşan dide ku, gelên Sovyet, wusa jî pareke Kurdên li Yekîtiya Sovyeta berên çawa paşî Şoreşa Çiriya Pêşîn hatine gîhîştine van rojên dilşa, bextewar û azad.[1]
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol
, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 6,004 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!