Sibe cejne, cejna Remezanê ye. Mixabin em dîsa cejnekê, di rewşeke alozde pîroz dikin. Li Bakur, li Rojava û Başûrê Kurdistanê êrîşên qirkirinê li ser gelê me didomin. Dewleta Tirk piştî dagirkirina Erînê niha jî berê xwe yên dagirker dane Başûrê Kurdistanê. Li Rojhilat jî rewşa aloz berdewame. Li hember êrîşên dagirkeran, berxwedanek bê hempa heye û şerê azadîyê û berxwedana gelê me, bi hemî awayî berdewam diki.
Mixabin di pîrozkirina Cejna Remezanê de, sosret ewe ku yên êrîşa dajon ser gelê me jî, ne bi tenê xwe misilman didin xuya kirin, xwe serokên-rêberên misilmanan didin nişandan. Roja cejnê jî, wê dîsa derkevin ber kamerayên televizyonan û bi derewan bêjin “misilmanên qenc û xêrxwaz em in” û bixwazin zalimtiya li ser gelê me didin meşandin bidin vaşartin.
Bêgûman li her çar perçeyan û her derê gelê me, hêdî ne gelê berê ye, bûye xwedî hişmendiyeke mezin û di nava tekoşineke netewayiya demokratika hemdemî de ye. Êdî ne xwazokê ber deriyê zalima ye û nema bindestiyê qebûl dike. Êdî bi tenê hêviya xwe bi xwe û rêberê xwe û tekoşerên xwe dike.
Em bi hêvî û wê baweriyê de ne ku gelê me, dê di demeke nêz de bi aramî û aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe pîroz bike. Bi vê munasenetê em cejna Remezanê, sêrîde li girtî û şervanên azadîyê, li gelê Kurdistanê û li alema Islamê pîroz dikin.
Konseya Rêvebir ya KNK
#14-06-2018#
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî - Kurdîy Serû) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 2,763 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!