Husein Muhammed
Gelek kes dê bilezin û vê dîtinê red bikin: Her zimanî sîstema xwe ya rêzimanî heye.
Li gor rêzimana her zimanekê hin tişt rast in û hin jî xelet in. Mirov nikare li gor keyfa xwe
peyvan bi kar bîne yan jî qeyd û bendên rêzimana heyî biguherîne.
Bo nimûne, fêkiyek heye ku kurmanc jê re dibêjin ”sêv”. Kesek nikare rabe bi kurmancî navekê
din yê li gor dilê xwe lê bike. Heke lê bike, yan ev kiryara wî dê wek tiştekê xelet yan jî
nefehmbar bê dîtin û hesibandin.
Herwiha, di rêzimana kurmancî de rast e ku mirov cînavê ”ez” li gel peyva ”hatim” bi kar bîne
anku bibêje ”ez hatim”. Lê li gor rêzimana kurmancî mirov nikare ”ez” wek kirdeyê lêkera
”hatî” bi kar bîne û bibêje ”*ez hatî”. Stêrka * di vê nivîsarê de li destpêka peyv yan hevokên
xelet tê danîn daku ew ji nimûneyên rast bên veqetandin û cudakirin.
Kurdipedia ist nicht verantwortlich für den Inhalt dieser Aufnahme, sondern der Eigentümer. Gespeichert für Archivzwecke.
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 2,634 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!