Hejmarek xwendekarên Kurd li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê ku bi pêşkêşkirina straneke Kurdî beşdarî pêşbirkeya mûzîkê ya dibistanên amadeyî yên Tirkiyê bûn, pileya yekem bidest xistin.
Îro Pêncşembê 5ê Temûza 2022ê encamên 24emîn Pêşbirkeya Mûzîkê ya Dibistanên Amadeyî yên Tirkiyê hatin ragihandin.
Li gor encaman, Grûpa Mûzîkê Şakal a Dibistana Amadeyî ya Şaîr Abay a Stenbolê ku bi straneke Kurdî beşdarî pêşbirkeyê kiribû, di beşa “Orkestrayê” de pileya yekem bidest xist.
Wan ciwanên Kurd di pêşbirkeyê de strana “Xoşe Hewraman” gotin û di beşa “Orkestrayê” de bûn yekem.
Di pêşbirka mûzîkê ya dibistanên amadeyî ya îsal de, ji 30 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 164 grûp û kes beşdar bûn.
Dibistanên serkeftî yên gehiştin qonaxa dawî di encama nirxandina %75ê Desteya Hilbijêran û %25ê dengê amadevanan hatin diyarkirin.[1]
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî - Kurdîy Serû) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol
, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 1,242 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!