Navê pirtûkê: Şerên Sasûnê
Navê nivîskar: Osman Sebrî
Cihê çapkirina pirtûkê: Beyrût –Libnan
Navê çapxaneyê: : Emîral
Sala çapê: 2005
Piştî têkçûna şoreşa şêx Seîdê Pîran di sala 1925an de, li çiyayên Sasûnê agirê serhildanê bi destê têkoşerên mala Eliyê Yûnis (Qewmên çiyê) roj bi roj gûrtir û xurtir dibû. Li dirêjahiya sêzde salan (1925-1937) şerê wan li hemberî Tirko berdewam dikir. Tirko wekî hercar bi destekî hesinî, bi tang, bi top û bi balafiran şerê vê serhildanê dikir. Di van şeran de xelkên çiyayên Sasûnê gelek qurbanî û fedakarî dane, û gelek mal û mulk winda kirine. Lê, qet radestî li ber zor û setemkariya dijminê gelê xwe nekirine. lewra dastanên mêranî û lehengiyê di dîroka gelê xwe de afrandine. Ev dastane ta bi roja îro li ser
zimanê dengbêj û stranbêjên gelê me bi serbilindî têne gotin. Kêmzêde di hin quncikên pertûkan de nivîskarên me jî nemerdî nekirine û li ser şerên Sasûnê nivîsandine. [1]
Lesen Sie das Buch: Şerên Sasûnê
Gesamt Download
171 Wir bitten alle Autoren, Übersetzer und Verleger sich mit uns in Verbindung zu setzen, falls Ihre Bücher nicht in Ihrem Einvernehmen heruntergeladen wurden.
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî - Kurdîy Serû) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 806 mal angesehen