Diyarname
#Yaşar Kemal# di sermaweza 2014'an de dema merasima Doktoraya Fexrî ji bo wî (li Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê) hatibû amadekirin nekaribû bê lê bi peyamekî beşdar bûbû. Ew peyama wî wekî wesiyetek bû. Di van rojên ku em oxir li wî dikin de em vê gotina wî careke din bibîr bixin:
- Yek, kesê/a ku pirtûkên min bixwîne bila nebe qatil, bila bibe neyarê/a şer. Du, Bila dijî kedxwariya mirovan a li ser mirovan derkeve. Bila kes kesî piçûk nexe. Bila kes kesî asîmîle neke. Bila destûrê nede dewlet û hikumetên ku ji bo asîmîlekirina mirovan hewl didin.
- Yên ku pirtûkên min dixwînin bila bizanibin yên ku çandekê têk bibin, mirovahiya wan ji destê wan çûye.
- Yên ku pirtûkên min dixwînin bila ligel feqîran bibin yek, feqîrî şerma hemû mirovahiyê ye. Yên ku pirtûkên min dixwînin bila ji hemû xirabiyan xwe bişon.[1]
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî - Kurdîy Serû) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 1,188 mal angesehen