Tevgera Hîlala Zêrîn bi hevkariya Komîteya #Çand# û Hunerê ya kantona #Hesekê#, 10 beşdarên pêşangeha şêwekariyê xelat kirin ku bi armanca pêşxistina behreyên jinên ciwan û zarokan li dar ketiye.
Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan bi hevkariya komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê bi armanca pêşxistina behreyên jiên ciwan û zarokan pêşangeha şêwekariyê Bi dirûşma “Afirîner îsrar û îradeyê diafirînin” li dar xist.
Dayîka du şehîdan Bengîn û Hozan Xezale Dawûd pêşangeh vekir ku tê de malbatên perwerdekeran û endamên Navenda Çand û Hunerê ya kantona Hesekê beşdar bûn.
Di destpêka pêşangehê de endama rêveber a Hîlala Zêrîn Yasmîn Xelîl wiha axivî: “Em lidarxistina vê pêşangehê li hemû beşdarên ku perwerde dîtine pîroz dikin û di qonaxa duyemîn a piştî vê qonaxê de serkeftinê ji wan re dixwazin.”
Piştre, berdevka Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê, Efaf Hesekê wiha anî ziman: “Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi hemû awayan jin û zarokên me hedef bigire; lê çiqas hewl bide jî ew ê berxwedana me têk nebe û em ê bi çand û zanabûna xwe hemû cureyên dagirkeriyê têk bibin.”
Piştî bidawîbûna axaftinan bawername li perwerdekerên pêşangehê ji aliyê şêwekar û perwerdekara Hîlala Zêrîn Canda Ebdulqadir ve hatin belavkirin.
Canda Ebdulqadir ji ajansa me re wiha axivî: “Me ev pêşangeh ji bo xwedîderketina li behreyên jinên ciwan û zarokan û pêşxistina wan li dar xist. Îro 10 hunermend piştî 9 meh ji perwerdekirina wan li ser zirîç û textê, hatin xelatkirin.[1]
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî - Kurdîy Serû) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 1,359 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!