Diyarname
Weşanxaneya Na sê pirtûkên cur bi cur ên nivîskar #Eskerê Boyik# derxistin. Ji van yek pirtûka helbestan û her duyên din jî lêkolîn in.
#Cegerxwîn# û #Evdalê Zeynikê#
Pirtûka yekemîn li ser du karakterên girîng ên cîhana kurdan e. Cihê Evdalê Zeynikê di nav dengbêjiya kurdî, cihê Cegerxwîn jî di nav helbesta kurdî de gelek diyar e. Nivîskar Boyik pirtûka xwe li ser van her du karakteran saz kiriye. Pirtûk ji du beşan pêk tê. Ew di vê pirtûkê de li ser edebiyata wan, şexsiyet û jiyana wan rawestiyaye. Her wiha ne tenê kesayet û edebiyata wan, qala aliyê wan ê folklorîk jî kiriye. Cegerxwîn Dengê Gelê Kurd e, Cegerxwîn û Folklora Kurdî, Cegerxwîn û Zargotin, Cegerxwîn û Stranbêjî, Bilbilê Welatê Serhedê: Evdalê Zeynikê, Zargotina Kurdî û Berhevoka “Folklora Kurmanca” hin sernavên pirtûkê ne ku li ser xebitiye.
Berxwedana Êla Xalta, Mîrzikê Zaza
Pirtûka din a Eskerê Boyik “Berxwedana Êla Xalta, Mîrzikê Zaza” ye. Di vê lêkolînê de Boyik li ser Mîrzikê Zaza, Komkujiya Dela, Ridiwan Şerê Erenza Şêxan, Nameyên Mîrzikê Zaza ji Serleşkerê Rûs re, Kuştina Mîrzikê Zaza û Dawiya Mîrgeha Xalta sekiniye. Ev naverok wek beşên serbixwe hatine
lêkolandin û nivîsandin. Mîrzikê Zaza kê ye, komkujiya Dela çawa bibû, ev gund û Ridiwan li ku derê bûn, şerê Erenza Şêxan kengê û li ser çi bû… Boyik bersiva van tev pirsan bi vê pirtûkê, bi gelek çavkaniyan dide.
Êzdîxana Min
Pirtûka din a Boyik pirtûka helbestan e û navê “Êzdîxana Min”hatiye çapkirin. Êzdîxana Min ew helbest in ku Boyik di navbera salên 1967-2021’ê de nivîsandine. Ev pirtûk wekî berhevoka helbestên wî ye. Helbestkar cih daye 56 helbestên hestiyar. Bi giştî pirtûk xerîbî, koçerî, îmajên jiyanî, keser, dûrmayîna ji welêt, kuştin û sembol û naverokên her wekî van dihewîne.
Êzdiyatî û term û têgehên bi êzdiyatiyê re têkildar zêdetirîn bala mirov dikşîne di pirtûkê de. Laliş, komkujî, Çarşema Sor, Şengal…
Eskerê Boyik kî ye?
Nivîskar Eskerê Boyîk di sala 1941'ê de li gundê Qundexsazê (niha Riya Teze, nehiya Aparanê, Komara Ermenistanê) ji diya xwe bûye. Wî berê li gundê xwe dûre li gundên cîran xwendina xwe domandiye. Di sala 1966'an de înstîtûta bajarê Yêrêvanê ya Malhebûna Gundîtîyê xilas kiriye û li înstûta ulm-îzgerîyê ya Êkonomîka Malhebûna Gundîtiyê de xebitîye. Ji pey xwendina Aspîrantûra wê înstîtûtê re dîsêrtasya xwe kirîye û têza kandîdatê ulmê Êkonomîkayê (Aboriyê) standîye, bûye doktor. Heta sala 1991'ê di wê înstîtûtê de wekî serwêrê parê kar kiriye. Heta niha bi dehan pirtûkên wî derketine.
[1]