Taybetmendiya “Bajarê Zarokan” ev e ku bi rêya çîrokê wêneyê Amedê xêz dike. Çîrokek efsûnî ya ku di nav Sûrê de derbas dibe, tîne dixe nava jiyana me. Cî û warên dîrokî xêz dike û dike çîrok. Hûn di nava Sûrê de çiqas derên kevnare hebin, bi rêya çîrokê digerin û dikevin nava ramanên dîrokî. Bi rastî ji aliyekî de bi saya pirtûkê hûn dikevin nava dilê bajarê Amedê.
Çîroka me li ser zarokên bê kes û kûs in. Ev zarokên ku li kolanan selpakan difiroşin û bûne lehengê çîroka me, tu dibê qey rasterast ji nava jiyanê hatine bûne mêvanê me. Bi rastî ev leheng ewqas ji me ne dûr in. Jixwe di nava jiyana me de li ber çavên me ne. Pirtûk di heman demê de materyala perwerdeyê ye jî. Ji bo perwerdeyê asta duyemîn e û ji 400 peyvan pêk tê. Di kêleka rûpelên pirtûkê de ferhengokek biçûk heye. Di dawiya pirtûkê de gelek pirs û çalakî he ne. Wêneyên pirtûkê reş û spî ne.[1]
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî - Kurdîy Serû) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol
, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 1,173 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!