Arîn.. Bisk û Zulfên Aştiyê ye.
Di bin silogana ``Li vir, hin hêvî hene divê bên pêşkêşkirin`` dewreya duyem a festîvala Arînê ya #Şano#yê dest pê dike. Desteya çandê ya herêma firatê û tevgera çand û huner ya bajarê #kobanê#
Dewreya duyem a festîvala Arînê di 5 ta 14'e yê Cotmehê de , li eywana şano ya navenda Baqî Xido li bajarê Kobanê dest pê dikin.
Şano; ew jî hunereke wêjeyî ye ku di van salên dawî de bi geşedana pêlên vejandinê li Rojavayê Kurdistanê, gelek xebatên hunerî di warên şano û sînameya de têne pêşkêş kirin. Ji bo vê yekê jî ev vestîval bi ruhê şehîd #Arîna Mîrkan# her sal tê pêşkêş kirin, şehîda ku di sala 2014'an de li ser kaşê #Miştenûr#ê xwe di rûçikê çeteyan de teqand û ne tenê bû sembola berxwedanê, di heman demê de bû sembola wêje, çand û hunera kurdan û bi cîhanê tevahî jî.
Li gorî bernameya komîteya Amadekar festîvan dê di 5'ê meha 10'an de û di saet 2'an de li navenda çand û hunera Baqî Xido dest pê bike û heta dîroka 14'ê meha 10'an dirêj bike û her wiha dê derdora 10 şanoyên cuda cuda ji bajarên cuda yên mîna Reqa, Minbic, Efrîn û Helebê werin pêşkêş kirin.
Tişta balkêş ew ku di çarçoveya vê festîvala Arîn Mîrkan de, ew ê ji pêkhateyên din yên mîna Ereb jî bi çand û hunera xwe beşdarî beşdarî vê festîvanl bibin. Sala par mijarên vestîvalê li ser rewşa şer, koçberî, derbiderî, eşq û evîna Memê Alan û berxwedaniyê hatin pêşkêş kirn, îsal jî bi heman çarçoveyên bi mijarên nû û teze werin pêşkêş kirin. Di dawiya festîvalê de jî dê şanoyên ku hatine pêşkêş kirin, werin nirxanin û xelat kirin.[1][2]