(1938 Amed – 18.12.1996 Izmîr)
Di dîroka serhildana çand û hunera Kurdistanê de, yek ji wan hunermendên ku li dijî sîyaseta çewt û asîmîlasyona reş û bi hêza Kemalîstan li Bakurê Kurdistanê mîna şêrejinekê li ber xwe da, Eyşe Şan bû. Eyşe Şanê bi wî dengê xwe yê şilik û nazik, bi wan kilamên xwe yên resen, gotina bav û kalên me anku (şêr şêr e, çi jin çi mêr e) di çax û serdemekê de da isbatkirin ku komara stemkar a Tirkîyeyê xewna qikirina gelê Kurd û hemû taybetmendîyen kulturî û çandî yên Kurdan, deqîqeyekê jî ji serê xwe dernedixistin.
Eyşe Şan ku di nava civata Kurdan de bi navên mîna Eyşana Kurd, Eyşe Şan, Eyşe Xan, Eyşana Osman, Eyşana Elî û Ayşa Şan tê nasîn di Mijdara sala 1938an li bajarê Amedê hat dinê. Ji alîyê dê û bavê xwe ve, xwedî malbateke mezin û navdar e. Navê dêya wê Hecîye Xanim û ji êla Hacî Mistefa Begên Erzromê ye, navê bavê wê jî Osman e û ji eşîreta mezin a Cibrîyan e. Bavê Eyşe Şanê Osman bi xwe jî dengbêjekî navdar û her weha mirovekî gelek dîndar û xwedêtirs bû.
Di nava Kurdan de hunera dengbêjîyê mîna kanîya avê bêdawî ye, her tim dizê û naçike. Dengbêjên Kurd di vê navê de bandoreke mezin li hestê hunerî yê Eyşe Şanê lîstiye, ji ber ku her dem dîwanxaneya mala bavê wê ji dengbêjên herêmên cûr bi cûr ên Kurdistanê tijî bû. Li mala wan dengbêjên dengxweş didan ber hev û tev bi hev re heya roja din berê sibê distra. Di vê navê de dengbêjê ku ji her kesî dengxweştir û hostatir dawîya tevan derketa, ji alîyê xwedîyê dîwanê ve xelateke hêja distand û her kesî ew pîroz dikir. Ev ’edeta qenc bi hezarê salan e ku hê jî di nava Kurdan de didome û bi taybetî ji giregirên Kurdan; Axa û Begên xwedî gund her dem derîyê kûşk û dîwanxaneyên xwe ji dengbêjên Kurd re vekirî hiştine û malên wan bûne xwendingehek ji bo bihêzkirina edebîyata devkî ya Kurdan. Dema ku mirov jîyana dengbêjê mezin Evdalê Zeynikê dixwîne baştir bi vê rastîyê dihese. Ji ber ku Evdal bi piştgirîya maddî û me’newî ya Sûrmelî Mihemed Paşa bêtir di karê xwe de bi ser dikeve. Osmanê bavê Eyşe Şanê jî ev karê bav û kalên xwe li gor hêza xwe didomanid. Dayika Eyşe Şanê Hecîye Xanimê ji carinan bi lorikên ku ji wê re dixwendin, rihê wê y; tiî hest û hisên hunera kurdewarî dixist bizav û hereketê.
Dema ku dengbêjên Kurd di mala bavê Eyşe Şanê de li dora hev dicivîyan, Eyşe Şanê jî ji wan çaxên biqîmet mifa werdigirt û bi heval û destexuşkên xwe re li pişta derîyê dîwanxanê heya berê sibê rûdinişt û bi evîneke kûr li dengê sitranbêj û dengbêjên mêvan guhdarî dikir. Eyşe Şan carinan bi bîhîstina dengê wan mest û mendehoş dibû û haya wê ji dinyayê nedima. Ew dibû Zîn û li Cizira Botan bi Memê Alan re dipeyvî, carinan jî ew dibû Xecê û li serê Çîyayê Sîpanê Xelatê bi Sîyamendê Silîvî re di geşt û gulzaran de digerîya. Daneberheva dengbêjê mezin ê Kurdistanê Evdalê Zeynikê û Gulêya Ermenî wek ku careke din jê re zindî dibûn. Bi deng û naveroka sitranên dengbêjên Kurd serbihurîya Derwêşê Evdî û Edûlê, mîna rêzefilmekê li ber çavên wê zindî û derbas dibû. Eyşe Şan li ser vê yekê dibêje: ”Xwezîya der û dîwarên mala bavê min bi ziman bûna ku ji we re behsa wan roj û şevan bikirina, erê, ez her tim bi hesret dibêjim xwezîya zimanê dîwarê mala me ya li Amedê hebûya ku ji me re qala wan şevbêrkên dengbêjan bikira. Min di quncikan de li dengbêjan guhdarî dikir. Min wisa guhdarî dikir ku yekî gazî min bikira, ez ê veciniqîma. Dengê bavê min ê zîz û xemgîn teisîrek mezin li min dikir. Sal diborîn lê dengê wî ji guhê min derneket”
Sala 1958an, keça Kurd Eyşana hunerdost û dengnazik bo yekemîn car di nava civata jinan de sitranên ku ji ber dengbêjên mîna bavê xwe digire, carinan distire. Her kes bi bîhîstina dengê wê bi hesret guhdar dimîne û bi vî rengî hunermenda nemir dest bi sitrana kilamên cima’eta Kurdan dike.
Malbata Eyşe Şanê pir dîndar bû, her kes bi xwendina Qûranê mijûl dibû, lê di nava dengxweşên xwendina Qûranê de jî, Eyşe Şan zora tevan dibe û dikeve rêza yekemîn. Lê ew evîndara sitrana Kurdî ye û li her derê di nava kom û civatên xwe bi xwe de bi lorik û besteyên xwe xem û şahîyan di nava dilê mirovên derdora xwe diafiriîne.
Eyşe Şan di despêka xuyabûna hunera xwe de ji alîyê bav û birayên xwe ve rastî nerazîbûnan tê, bavê wê ji bo jin û keçan sitranbêjîyê gunehekî mezin dihesbîne û li gor şerî’eta Îslamê dengê jinê ji bo sitranbêjîyê heram û guneh dizane. Dema ku ji bavê Eyşe Şanê tê xwestin ku çend sitranên xwe li kompanîyekê tomar bike, ew bi xwe jî pêşnîyaza pilakçîyan ya ji bo amadekirina kasêtekê napejirîne, lê Eyşe Şan bi hemû zehmetî û kultura paşverotîyê ya li dijî xebata hunerîya jinan, li ber xwe dide û dixwaze ku ew jî bi dengê xwe ji civata xwe re xizmetekê bide meşandin.
Bûyereke tal di jîyana Eyşe Şanê de ew ji ezîztirîn kesên wê dûr xist. Eyşe Şan hê 20 salî bû ku li ser daxwaza bavê xwe bi xortekî yê bi navê Şewket Tûran re zewcî. Her çend ew xwedîyê keçekê jî bûn, lê ew li hev nehatin û Eyşe Şan piştî vê bûyera nexweş hat bajarê Entabê. Wê dev ji keça xwe ya sêmehî û hemû kes û karên xwe berdabû û ji bona wê hindê jî xerîbîyê di rewşeke weha de bandoreke gelekî xirab li ser jîyana wê dikir. Li Entabê wê bi hezar zehmetîyan û bi karê pînekkirin û dirûtina kincên qetyayî debara jîyana xwe dikir. Eyşe Şanê bi hevkarîya zilamekî yê bi navê Naîl Baysû du salan li radîyoya bajarê Entabê bi zimanê Tirkî sitran gotin. Lê ji ber ku di dilê Eyşana Elî de evîna sitrana Kurdî heye, wê ji karê di radyoya Entabê
derdixin. Piştre Eyşana Kurd hat Istenbolê û bo cara yekê bi zimanê Kurdî û Tirkî sitranên xwe dan tomarkirin. Lê xwedîyên plakan (sêlik) mafê wê yê rastîn nedayê û bi firotina kasêtên wê bûn xwedîyê her tiştî. Wê jî her çend bi dengê xwe yê xweş dikanî bibe xwedîya her tiştî û pir dewlemend bibe lê bêdadîya xwedîyên kompanîyên kasêttomarkirinê, mafê wê nedidayê û ew her tim feqîr û bêkes bû. Bi salan keda wê hat xwarin, ji bona wê jî Eyşe Şanê ji ber vê bêe´daletîyê gelek xem dikişandin. Ji alîyekî din ve jî ew bi rastîya ku sîstema Cihûrîyeta Tirkîyeyê hebûna li Kurd û Kurdistanê mikur nayê û zimanê Kurdî jî qedexe ye hesîyabû û dema ew ku li gor zagonên sîstema Kemalîstan pêngavan hilnegire, mafê wê jî yê mîna mafê 25 milyon Kurdên Bakurê Kurdistanê bê xwarin û pêpestkirin.[1]