#Bisk# û #kezî# di #çanda kurd# a manevî de xwediyê wate û nirxek mezin û pîroz e. Em destpêkê bi kurtasî danasîna bisk û keziyan bikin û piştre vegerin ser taybetî û pîroziya wan. Di nav kurdan de dema kesek ji hêla piştê pora (pirç) xwe dirêj bike an jî bihone (mîna werîsan li hev honandin) jê re kezî tê gotin.
Bes heke ji hêla pêş ve por bê dirêjkirin an jî honandin jê re bisk tê gotin. Vêca li gorî reng û cureyên honandinê navên cuda li xwediyên bisk û keziyan tê kirin. Mînak: Kezîzer, kezîsor, kezîreş, çilkezî, kezîzêr, kezîmezin, kezîdirêj û hwd. Dîsa bisk bitêl, bisk badayî, bisk, gustîlok, bisk kevan û hwd. tê gotin Yanî bisk û kezî weke nasnav dibe nîşaneya nasîna jinê.
Me got di çanda kurd de bisk û kezî pîroz in. Lewre berî 40-50 salan dema kesek hêja, mezin, serkar, bijare, law û hwd. ji ber sedemekê dimir an jî dihat kuştin ji malbata wî/wê keç, xwîşk, hevjîn, met û xalet û jinên din ên malbatê keziyên xwe jê dikirin.
Sedema kezî jêkirinê jî ev bû ku ew kesê mirî ji bo wan kesê herî hêja ye û lewre ew jî ji bedena xwe ya herî hêja û pîroz keziyên xwe jê dikin û bi vî awayî dilsozî, hezkirin û xemgîniya xwe ya ji mirî dianîn ziman.
Wekî din dema tiştek eceb û dilsoj dihat bihîstin jinan digotin; Kezîkurê, kezîbirê. Heta roja me jî dema mirov bixwaze bela û bobelatek were serê yekî jê re dibêjin, weyla te keziyê xwe jê kirî. Hey te keziyên xwe li ser bav û birayên xwe birî. Bi vî awayî girîngiya keziyan tê ziman.
Li gorî vê felsefeyê heta bûyerek gelek mezin û bibandor neqewime tu caran kezî nayên kurkirin. Heke hinekan ji ber nexweşî an jî ji ber sedemek cuda bisk û keziyên xwe biqusandan jî ji kesê herî nêzîkî xwe jî vedişart, lewre kezîkusandin dihat wateya karaset û xemgîniyên mezin.
Di nav beşeke kurdan de dema hezkirî an jî dergistiyê yekî dimire ew jin keziyê xwe jê dike û bi kêlîka li ber serê gora wî ve dike. Bi vî dide nîşandan ku piştî hezkiriyê xwe tu wateya jiyana wê jî nemaye û lewre hebûna xwe ya herî pîroz yanî keziyê xwe bi mirî (hezkiriyê xwe) re dişîne gorê.
Gelek caran dayîk ji kesên bêkêr û tiral re dibêjin, tu bi qurbana keziyê filankesê bibî. An jî ji bo jineke çê û qenc dibêjin; her keziyekê wê mêrekî tîne. Bi rastî jî kezî xwedî gelek wate, nirx, taybetmendî û dewlemendiyên çandî, hunerî û civakî ne. Jina kurd jî tim û tim di hişmendî û zanabûna vê yekê de bûye û keziyên xwe ji dest û çavên xirab û qirêj parastiye.
Jina Kurd xemla xwe bi keziyê xwe çêdike. Dema keyf û karê jinê li gorî dilê wê be û bextewar bijî, keziyên xwe xine (hine) dike û di rojên şahî û dîlanan de di bin kefiya (laçik, Kitan, cemedani, poşî hwd.) xwe de hinekê derdixe derve. Ji hêla pêş ve jî biskekê (zulf) di ser çavên xwe re berdide û bi vî awayî hezkirin û dilxweşiya xwe ya wê demê dide nîşan. Gelek caran hezkirî ji dildara xwe biskeke wê dixwaze û bi salan wê biskê li cem xwe di nav mendîl û emberê de dihilîne (vedişêre). Kezî di heman demê de sembola azadiya jinê ye. Sembola xwebûn, xweşikbûn û xwezabûna jinê ye. Jinê xweziyên xwe di keziyên xwe de nimandiye û bi vî awayî riya bextewarîyê dîtiye.
Lewma ji destpêka mirovahiyê heta îro bisedan stran û helbest li ser keziyan hatine gotin. Di piraniya stranên kurdî ên klasîk de, herwiha di helbestên helbestkarên mezin Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û helbestkarên nûjen de jî bisk û kezî remz û xeml û semboleke sereke ya stran û helbestên evînî ne.[1]