Koçberên #Efrîn#ê diyar dikin ku siyasetên birçîkirinê ku hikumeta Şamê li dijî wan bi kar tîne, nikarin israra wan berxwedan û têkoşînê têk bibin. Hevseroka Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Naso got dorpêça li ser Şehbayê encama lihevkirina dagirkeriya Tirk û hikumeta Şamê ye.
Hikumeta Şamê siyasetên xwe yên li dijî koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê didomîne, lê şênî ruxmî rewşên zehmet li ser berxwedanê israr dikin.
Koçber Hesen Osman li ser mijarê got: Ji 5 salan ve em azarên dijwar, bi sedema kiryar û astengiyên hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk, dikişînin.
Osman wiha domand: Ard, sotemenî, gaz û derman li herêmê tune ne, ew jî azarên me du qatî dikin. Ji ber hikumeta Şamê dorpêçeke bêserûber li ser Şehbayê, li gel paşguhkirina rêxistinên navneteweyî, hiqûqî û yên têkildarî kar û barên koçeran, ferz dike.
Osman wiha gotina xwe bi dawî kir: Siyaseta birçîkirinê ku hikumeta Şamê li dijî me ferz dike nikare israr û vîna me ya li ser berxwedanê têk bibin.
‘ŞAREDARIYA GEL ALÎKARIYÊ DIKE LÊ TÊRÊ NAKE’
Li aliyekî din jî koçber Fatme Ehmed wiha got: Bi hatina zivistanê re azarên me zêdetir dibin.
Fatme spasiya Şaredariya Gel a Herêma Efrînê kir, lê got ev alîkariyên şaredariyê têra hemû pêdiviyên welatiyan nakin, ji ber ku li ser Şehbayê dorpêç heye û wiha domand: Piranî şênî ji ber dorpêça hikumeta Şamê, nikarin wan madeyan dabîn bikin. Em van siyasetên hikumeta Şamê şermezar dikin.
Mihemed Naso diyar kir ku dihat payîn mehane 20 lître mazot ji erebeyan re bihata belavkirin û ev tişt anî ziman: Me beriya 5 mehan biryar dabû ku mehane 20 lître mazot bidin erebeyan, lê ev biryar bi sedema nehiştina derbasbûna sotemeniyê li kantona Şehbayê ji hêla hêzên hikumeta Şamê ve sekinî.
20 rojan carekê pêdiviya kantona Şehbayê bi 60 tankerên mazotê heye, lê hikumeta Şamê 2 mehan carekê tenê 20 tankeran derbas dike û di vê dawiyê de jî nehişt tiştek derbas bibe.
Naso îşaret pê kir ku di heman demê de bandora dorpêçê li ser beşa tenduristiyê jî heye û wiha got: Rewşa beşa tenduristiyê li herêmê krêt e û ev ne nû ye û gelek hêman hene bandorê li wê yekê dikin; kêmbûna kadroyên tibî, kiryarên derexlaqî yên ku ′Firqeya 4′an′ li ser rêya di navbera Heleb-Şehbayê, Heleb-Minbicê pêk tîne de, her wiha ferzkirina pereyên zêde li ser derbasbûna erebeyên dermanan.
ASTENGIYÊN ÇEKDARÊN NIBUL Û ZEHRA
Naso bal kişand ser astengiyên ku komên çekdar ên bajarokên Nibul û Zehra dikin û ev tişt anî ziman: Ew yek di çarçoveya astengiyê li ser şêniyên li Şehbayê bikin. Rêya 214 a navneteweyî ya di navbera Heleb-Şehbayê de girtin, welatiyên direvin û erebeyên wan digirin.
Nasor rola hêzên Rûsyaê li herêmê ya paşguhkirina kiryarên dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê li dijî şêniyan şermezar kir û ev tişt got: Siyasetên Rûsya di serî de dikevin xizmetî berjewendiyên wê. Me gelek caran bi rêya xwepêşandanên li pêş baregehên wan ên li Şehbayê bang li wan kir, lê soz didan me û li soza xwe xwedî dernediketin.
Naso paşguhkirina rêxistinên hiqûqî û navneteweyî yên têkildarî kar û barên koçberan li ser siyasetên qirêj ên li dijî şêniyên li kantona Şehbayê şermezar kir.
Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Naso wiha gotina xwe bi dawî kir: Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê ruxmî hemû astengiyan, bi ruhê berxwedan û têkoşînê li hember hemû siyasetên bi armanca têkbirina vîna wan, li ber xwe didin. Armanca koçberan a yekane têkbirina dagirkeriyê, rizgarkirina Efrînê û veger e.[1]
(fr)
ANHA