Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê Kurd Abdulhamît Orbay ê ku di sala 1992an de di 30 saliya xwe de hatibû girtin, piştî 30 salan di girtîgehê de ma duh hat berdan.
Abdulhamît Orbay ku di 60 saliya xwe de azadiya xwe bi dest xist, di dema 30 salên girtina xwe de di girtîgehên #Amed#, #Dîlok#, #Yozgat#, #Sêrt#, #Îzmîr#, #Siwêrek#, #Hîlwan#, #Xarpêt# û Tekîrdagê de ma.
Abdelhamît Orbay ê ku li Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya wê demê dihat darizandin û cezayê heta hetayê lê hatibû birîn, li ber girtîgehê ji aliyê malbat, dost û xizmên xwe ve hat pêşwazîkirin.
Orbay ê ku ji Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê hat berdan, dê biçe Bismila Amedê cihê ku lê ji dayik bûye û mezin bûye.[1]
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî - Kurdîy Serû) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol
, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 700 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!