Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku li Bûrsa, Mersîn û Stenbolê li polîs û faşîstan xistine û agir berdane 4 kargeh û 11 wesayitên luks.
Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê daxuyaniyek weşand û li ser çalakiyên 8 û 9'ê Mijdarê agahî da. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
8'ê Mijdarê li navçeya Înegol a Bûrsayê, li taxeke navendî ku bi giranî faşîst lê ne, yekîneyên me li hemberî wesayit û kargehên faşîstan ên ser bi rejîma AKP-MHP'ê çalakî lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 8 wesayitên luks û 3 kargeh ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.
8'ê Mijdarê li navçeya Tarsûsê ya Mersînê yekîneyên me ji du baskan ve bi teqemeniyan li wesayiteke polîsên dewleta Tirk a faşîst dan ku bi şev li dewriyeyê digeriya. Polîs piştî çalakiyê bi tirs û panîkê ji taxê çûn.
9'ê Mijdarê li Stenbol-Hadimkoyê depoyeke alavan a karsazekî faşîst ê nêzî rejîma AKP'ê, her wiha 3 wesayitên luks ên depoyê ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.
Înîsiyatîfê diyar kir ku çalakî li hemberî binpêkirina mafên mirovan, êşkence û sirgûna li girtîgehan hatine lidarxistin.[1]
Kurdipedia ist nicht verantwortlich für den Inhalt dieser Aufnahme, sondern der Eigentümer. Gespeichert für Archivzwecke.
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol
, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 1,169 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!