Sîpan Şînda
Bablekan bablekan e, hê werinê bablekan e
Çanda Kurdî bi taybetî di warê çand û hunera gelerî de, gelekî dewlemend e. Tu diçî kîjan herêmê tu xeml û rengên cuda dibînî. Dawetên herêman cihê ne, reqsa wan cihê ye, govend û dîlanên wan cihê ne, şîna wan cihê, cil û bergên wan cihê ne, irf û edeten wan cihê ne û hwd. Lê ev cudahî ne qelsî ye, berovajî vê dewlemendî ye. Dewlemendiya netewî û civakî ye. Lê belê neyar vê cudahiyê weke qelsiyekê li hemberî Kurdan bi kar tîne. Bes di Kurdî de gotinek heye, dibêjine “tu karê xwe bike bila ew jî weke kûçika bireyî”.
Tu biçî kîjan herêma Kurdistanê her yekê dîlan û govendên xwe yên xweser hene. Yek ji van herêmên ku ji aliyê folklora gelêrî ve gelekî dewlemend, herêma Botan e. Botan, ne tenê warê mîr û bega ye, herweha li Bakûrê Kurdistanê cihê ku kevneşopiyên Kurdewariyê herî zêde lê hatîne parastin e ji. Çi di warê dengbêjiyê de be, çi di warê cil û bergên Kurdî de be, çi di irf û edet û parastina nirxên Kurdî de be li Bakûr, Botan serkêşiyê dike. Dawetên Bota gelekî bi keyf û şahî ne. Yek ji van dawetên ku li herêma Bota tê lîstin, Bablekan e. Daweta Bablekan ,taybetmendiyeke xwe ya xweser heye. Daweteke gelekî bi coş û estetîke. Û ew ne bi meqamekê tenê ji tê kirin. Bablekan di daweta de ne dîlana destpêkê ne jî di ya nêvê de tê kirin. Dema dibêjine ‘emê navbera firavînê bidin’ tê kirin û êvarî ji beriya dawet biqede tête kirin. Niha bablekan li gelek deveran tê kirin, lê mixabin ew ne bablekan e, lûtlekan e! Bablekana resen ya li milê Botanê tê kirin, gelekî bi estetîke. Di vê dîlanê de, bi ‘tiliya qulîçkê’ destê hev digirin; bi lingê çepê dest pê dike û sê gava pêşve diçe (çep-rast-çep) û paşê ji dîsa sê gava pajve tê (dîsa çep-rast-çep). Di dema paşveçûnê de, herdu ling dibin cot û carekê kovik tên çemandin. Dest jî li gorî rîtma xwe digerin. Yên vê dîlanê dikin, li gorî zanabûna xwe estetîka dîlanê xweş dikin. Bi taybetî ji sergovendî û bingovendî dema bablekanê dilîzin, mirov her mirêkare ku seyra wan bike.
Pêşiyê strana bablekan di miqamê giran tê gotin. Paşê stran sivik dibe û miqamê dîlanê bi lez dikeve. Dîsa nerm dibe û dîsa sivik dibe. Piştre strana Gulê Gulê tê gotin û dawetê tam bi kelêjan têxe. Paşê ji strana Hoy Rêbîno dide ser û ev miqam dîlanê nermtir dike.
Strana Bablekan bi xwe bi serê xwe straneke pirr reng e. Aliyekî wê jî şer, têkçûn û nav li xwe dayîne.
Bablekan berde bezî, şêrê sor berde bezî
Bî şerê xal û xwarzî, bî şerê mam û birazî
Xal û xwarzî kî ji wa ne, mam û birazî kî ji wa ne
Şêr in ji malê şêra ne, mêr in ji malê mêra ne
Aliyek yê wê bi motîfên oldariyê hatiye hûnandin:
Bablekan bablekan e, şêrê sor bablekan e
Sibehî Remezan e, du sibe îda haciya ne
Aliyek yê wê mêranî, mêrxasî û pêlewanî ye:
Bablekan kurê pîrê şêrê sor kurê pîrê
Bû piling û ket bîrê, bû piling û ket bîrê
Malik lê çû Cizîrê malik lê çû Cizîrê
Lê mixabin kesên ku vê dîlanê diha lê didine û strana wê dibêjine pirrê wan yan nizanine bêjin, yan jî hema heyaleyî û bi awayekî hûlganî lê didine. Him dawet xirakirine û him jî stran ji hev peritandine.[1]