Nav û paşnav: Hecî Mic
Navê tevgerî: Azad #Kobanî#
Navê bav: Ehmed
Navê dayîkê: Besma
Cih û dîroka jidayîkbûnê: 18/4/1994. Li gundê Zîrîk
Cih û dîrok şehadetê:20/3/2015.Li gundê Bexdikê .
Ş. Azad Kobanî. Navê wî yê rast Hecî bû. Di malbateke normal, jiyaneke normal dijiya. lê di bîrdank û xeyalên xwe de gelek hêviyên xwe di siberoj û hêviya vê jiyanê de hebûn. ji java xwîşk û birayên xwe de, ew kesê sêyem bû. lê her tim kar û barê malê timî ji wî dihat xwestin û ew tim ew malxeyê malbatê dihat dîtin. Azad ne tenê lawê dayîka xwebû, her cîran û her kesên ku ew nasdikirin xwe weke dayîk jêre didît. ji ber ew xortekî zana, dilovan, dilwêrek û aram dihat dîtin. û timî digot tirs çi ye!.
piştî koçeriya malbata wî li aliyê Bakur beriya wan bi çend mehan li bakur bû , ew û malbatê li hev civiyan .
Piştî demekê ew derbasî rojava dibe û careke din di dîroka #04-02-2015# li kobanê vedigere. hîna ew di temenê ciwantiya xwe de 20 salî bû. vê cara ku wekî şervanekî çek li mil li Kobaniyê vegeriya û bêyî perwer de derbasî nava şer bû. lê di navbera şerê ku şer kirî û şahadeta wî de tenê 40 roj hebûn. Azad li gundê Bexdikê di dîroka 20.3.2015 silava oxirbûyînê ya dawî da û şehîd ket. ji wir êdî ew bû çîlka hisirên li ser rûyê dayika xwe. dayika Azad bi lîlîlî û destmaleke ku bi alala azadiyê sor kurê xwe, zaveyê xwe oxir kir. [1]
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî - Kurdîy Serû) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol
, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 582 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!