Navê wî Alan Ebdela ye. Ji bajarê #Qamişlo# ye, di dîroka 14/6/1987 an de hatiye dunyayê, ew ji koka xwe de(Bermekî ye), ji navê (Pênûsa Sor) hez dike dixwaze ku bi vî navî bê bangkirin.
Di zaroktiya xwe de ji xwendinê heznedikir, sedema wê jî, gotinek li ber guhê wî ketibû (çima dibistanên bi zimanê me tunen), hezkirina wî ya şano ji wê demê de bû, cilên dapîra xwe li xwe dikir û henek bi malbata dikirin. Refa neha dubare xwendiye (di wê demê de, helbest dinivîsand). Amadayî li dibistastana (alavên çandiniyê) xwendiye, hîn refa 12 an bidawî nekiribû, temenê wî bûbû yê eskeriyê (eskeriya sûrî), rêjîm digeriyan ji bo wî bigirin, rojekê bi berbanga sibehê re ew gitrtin, jê dipirsîn(tu çima naxwazî eskeriya me bikî? Tu dixwazî biçe Qendîlê ne!) piştî lêdanê li ser gotinin ku wî nizanîbû çi ne, dan emzekirin. Roja 1/11/2008an, eskeriya wan bidawî kir. Nêzîka salekê li Qamişlo ma lê tu kar bidest nexist, ji ber xizaniyê neçar berê xwe da Şam û Libnana. Di zivistana 2012an de vegeriya Qamişlo, meha 7 an, welatiyekî dost, pirtûkeke kurdî di dest wî de dîtiye, ji ber şaş dixwend, jê re gotiye ez dibînim tu dixwazî fêzî zimanê kurdî bibe û berî wî daye saziya zimanê kurdî ji bo xwe fêr bike, 1/8/2012an dest bi zimanê kurdî kir, 11/11/2012an bi hevalên xwe re dibistanên kurdî vekir, bê rawestan du ast bidawîkir û 19/2/2014an tevilî Ekademiya Celadet Bedirxan ya dîrok û wêjeya kurdî bû, di wir de jî lîtikvaniya şano dikir, dest bi nivîsa romanekê kir û di ber re jî sînaryo ji bo şano divîsand. Tiştek bala wî kişandibû, nivîskarên romana kurdî kêm bûn, ji xwe yên sînarên şano li ber tunebûnê bûn, di ekademiyê de jî sê sînaryo nivîsandin, 8/3/2015an şanoyek li qampa newroz di nav birayên Êzîdî de pêşkêş kir, 10/3/2015an ji ekademiyê derket û dest bi xebatên nava gel kir, tevlî yekîtiya rewşenbîrên cizîrê bû, di 14 jimarên kovara Mizgîn de berhemên wî hene, 7 sirûd û 7 çîrok ji bo zarokan e. Ji wêjeya zarokan hezdikir, di nerîna wî de, zarok pêşeroja walatan e. Qenatek li ser yûtiyûbê çêkir(Koma Stan) lîstikvaniya xwe bi telefonan dikişand û li ser pêşkêş dikir, ji bilî hin skêtşan, 41 biwêjên kurdî kir wek kurtefilman û li ser qenatê weşand, tevî alîkarî pê re nedibû lê libenda alîkariyê jî nedima, bi çi awayî ba xwe diqedand. Berhema wî ( Çar perde) ya şanoya zarokan, çar mijarên girîng tê de rave dike (Dista pişaftinê, li ser şerê taybet e), (gula pîroz, li ser wateya şehadetê ye), (Newroz, çîroka Kawayê hesinkar e), (Pêşeroja wendayî, li ser zarokên xwendina xwe berdidin û li kolanan kar û parsê dikin) ev pirtûk ji hêla Dîwana wêje ya bakur û rojhilatê sûriyê, hatiye nirxandin û di pirojeya çapê de ye. #01-01-2022# tevlî dibistana şano ya girêdayî desteya çandê bû. Di dibistana şano de xwe dît ku êdî gerek ji xebatên ziman derkeve. Piştî zêdeyî 9 sal û 7 mehan ku di xebatên ziman de kar dikir, 12/5/2022an ket nav xebatên Desteya çandê, derfetê nivîsandinê pêhtir li ber vebûn, ji nû de romana ku ji 1/12/2014an de dest pê kiribû, piştî 7 salan 1/12/2022an kir word , tevî ku nizanîbû romana wî di wê astê de ye, di mihrîcana Osman Sebrî ya wêjeyê de bi armanca dewlemendkirina mihîcanê, beşdar bû. Di mihrîcana rojava ya Hevgirtina Rewşenbîrên #Rojavayê Kurdistanê# de bi çîroka xwe (Liba dendikê) xwend û bi dibistana şano re bi şanoya ( جمعية أدبية ) beşdar bû.[1]