Yekîneyên #Rojhilatê Kurdistanê# (YRK) li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker got: ʹʹÇawa duh gelê me serî netewand û ew kiryarên qirêj bê bersiv nehiştin, îro jî xwedan heman îrade ye ku van êrişan pûç bike.ʹʹ
YRK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku di şeva 20’ê Mijdarê de dagirkeriya Tirkiyê bi balafirên şer li ser herêma Asosê êrişeke hewayî pêk aniye.
YRK’ê got, “Di wê êrişê de tiştek bi hêzên me nehatiye, lê bax û bexçeyên gelê me yê welatparêz zerar dîtine.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
“Ev demeke dagirkeriya Tirkiye êrişên xwe li ser herêma Asos û Pênciwîn zêde kirine. Bi taybet ev êriş hemwext li gel serhildanên gelan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêk tên tê fêmkirin ku bi hemahengî li gel dagirkeriya Îranê tên pêkanîn. Herî dawî jî hate dîtin ku dagirkeriya Tirkiyê bi awayekî hemwext li gelek deverên Başûrê Kurdistanê û li ser gelê me li Rojavayê Kurdistanê êriş pêk anî. Qaşo ev êrişên ku pêkanîn bi hinceta tolhildana teqîna li Taksîmê ye. Le belê em û cîhan jî baş dizanin ku ev hêzên ku êriş kirin li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê heman hêz in ku bûyera teqîna Taksîmê jî pêk anîne. Dîrok bi dehan care şahidî ji bûyerên bi vî rengî re kiriye.
Dagirkerî baş dizanin ku bi van senaryoyan nikarin encaman bi dest bixînin, çawa duh gelê me serî netewand û ew kiryarên qirêj bê bersiv nehiştin, îro jî xwedan heman îrade ye ku van êrişan pûç bike.
Em Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê YRK’ê çawa di şerê DAIŞ’ê de me piştevaniya gelê xwe li Rojavayê Kurdistanê kir, îro jî bi her awayî li gel gelê xwe yê berxwedêr in. Di serî de ew komkujiya bi destê dagirkeriya dewleta Tirk pêk hatiye em şermezar dikin û ji malbatên şehîdên qehreman re sersaxiyê dixwazin û ji hemû birîndaran re şîfa û silametî dixwazin.
Careke din em bangewaziyê ji gelê xwe yên li her çar parçên Kurdistanê dikin, di vê dema dîrokî de xwedî li şervan û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê derkevin û li beramberî van êrişan bêdeng nemînin.”[1]