$Nivîskar û Rojnameger Mustefa Ebdo:$
Nivîskarê Kurd Mustefa Ebdo di dîroka 1966'an de li gundê Doda ya ser bi navenda #Qamişlo#yê ya #Rojavayê kurdistanê# ji dayîk bûye. Ew derçûyê peymangeha amadekirina mamosteyan e. ji salên piştî derçûna wî ya ji peymangeha amadekirina mamosteya bi pîşeya xwe dersdayîna li dibistanên gund û gundewarên Qamişloyê didomîne. Ev erka wî ya mamostetiyê derdora 30 salî berdewam dike.
Mustefa Ebdo di rewş û hewayeke wiha ya çandî û wêjeyî de mezin bûye, her wiha ew birayê biçûk a nivîskarê navdar kurd #Konê Reş# e. Di nava malbatê de Konê Reş bandoreke bêhema li ser wî kiriye, çi di warê xwendinê û çi jî di warê xwendina pirtûkên dîrokî, wêjeyî, zanistî û cîhanî de.
Van xwendin û zanînên ku jê re bibûn paşxaneyekê hîştin ku behremendiya wî ya nivîskariyê bi pêş ve biçe û êdî bi awayekî nivîskarekî rasteqîne xwe di qada nivîskariyê de bibîne û berhemên bi kalîte ku dikevin xizmeta civaka kurd û kurdistanê bi pêş ve bibe.
$Berhem:$
Mustefa Ebdo ji salên 2014'an ve xwe ji bo kar û xebatên rojnamegeriyê re vala kir. Ji wan çaxa û şûn ve dest bi nivîsandina gotar û lêkolînên rojnamegeriyê kir. Her wiha derdora du salan di rojnameya Yeketiya Demokratîk de kar dikir û li rex wê yekê gelek nûçe edîtoriya wan kiriye. Paşê bi pênûsa xwe di gelek rojname û kovarên herêmî û malperên dijîtal de belav kirine.
Bi dehan gotar, teks û nivîsên wî di rojname û kovarên mîna #Ronahî#, Bûyer, #Şermola#, Rojhilata navîn a Demokratîk û Sîwan de hatine belavkrin û weşandin.
Ew niha endamê desteya hevseroketiya hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê de cihê xwe digire.[1]