$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Armanc Sêrt
Nav paşnav: Osman Kûlîk
Cihê jidayikbûnê: Stenbol
Dayik-Bav: Medîne-Selahattîn
Dem û cihê şehadetê: 12'ê Tebaxa 2019 / Wan
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevalê me Armanc Sêrt bi eslê xwe ji Sêrtê ye û malbata wî ji ber zextên dijmin neçar maye koçî metrepolan bike. Heval Armanc li Stenboê ji dayik bûye ligel ku li dûrî Kurdistanê mezin bûye jî, girêdayî çanda Kurd maye. Bala heval Armanc her dem li ser şerê li Kurdistnê bûye û fêm kiriye divê li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên dijmin bihistyar be. Heval Armanc li ser vî esasî tevlî nav xebatên ciwanan bûye û ligel ku demeke kurt di nav xebatan de maye, encameke baş stendiye. Ji bo ku gelek ciwan hay ji xwe hebin û tevlî nav refên gerîlayan bibe, wî kedeke mezin daye. Ew bi xwe jî tevlî nav refên gerîlayan bûye û mîsyona xwe ya pêşengtiyê bi cih aniye. Dema ku tevlî nav refên gerîlayan bûye xwestiye bibe xwediyê jiyana watedar û li ser esasî wî xwe di her aliyî de perwerde kiriye. Heftanîn û Metîna di serî de li gelek qadên Başûrê Kurdistanê maye û piştre derbasî qada Botanê bûye. Ji bo parastina nirxên ku Rêbertiya me û şehîdên me yên qehreman biparêze, ketiye nav hewldanên mezin. Wî xwe her dem li hemberî hevalên şehîd deyndar dîtiye û girêdayî bîranîna wan maye. Bi enerjiya xwe ji bo hemû hevalên li dora xwe bûye çavkaniya îlhamê û li her ciha ku maye wî serkeftin ji xwe re kiriye armanc. Wî li ser xeta heval Alî Çîçek ê ku Stêrka Sor a partiya me ye dest bi têkoşîna azadiyê kiriye û ev têkoşîn li ser xeteke fedaî domandiye, li hemberî dijmin şerekî fedaî kiriye û şehîd bûye. Heval Armanc wê ji bo me rêhevalan bibe meşaleya azadiyê.[1]
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol
, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 481 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!