$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Harûn Welat
Nav paşnav: Nûrûllah Koçlûg
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Zeynep-Mehmet Salîh
Dem û cihê şehadetê: 2019 / Serhed
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Harûn li navçeya Panos a Agiriyê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, lê mezin bû. Ji ber welatparêziya malbatê û derdora wî hîn ji zarokatiyê ve Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir. Ji ber ku xizmên wî tevlî nava refên gerîla bû, vê yekê bandor li hevrêyê me Harûn jî kir û kir ku xwe nêzî partiya me bike. Bi demên ciwantiyê re partiya me hîn ji nêz ve nas kir û tevlî nava karên ciwanan û têkoşîna rêxistinî bû. Sala 2015'an di êrişên dewleta Tirk a mêtinger de cihê xwe di nava berxwedana destanî de ya navçeya Sûrê ya Amedê de girt, ku bi pêşengiya fermandarê nemir ê navçeya Sûrê ya Amedê Çiyarger hate meşandin. Di vê berxwedanê de bû yek ji pêşengên dîrokî. Di Berxwedana Sûrê de şahidî ji gelek lehengiyên hevrêyan re kir. Piştî ku berxwedan bi dawî bû berê xwe da çiyayên Kurdistanê û di demeke kurt de hînî jiyana li çiyê û gerîlatiyê bû. Hevrêyê me Harûn ku xwedî tecrûbeyeke mezin a leşkerî bû, di heman demê de xwe perwerde dikir, bandora sîstema kapîtalÎst a li ser kesayetiya xwe ji holê radikir û têkoşîna vê yekê dimeşand. Di heman demê de ders ji pratîka şer a Bexwedana Xwerêveberiyê wergirt û ev yek bi hevrêyên xwe re parve kir. Piştî ku demekê li Başûrê Kurdistanê kar kir, ji bo soza serketinê ya ku dabû hevrêyên xwe yên şehîd, pêşniyar kir ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. Ev pêşniyara wî hate qebûlkirin û derbasî herêma Serhedê bû. Hevrêyê me Harûn her tim bi hesreteke mezin bi hevrêyên şehîd re girêdayî bû û hewl da hêjayî şehîdan be û armancên wan pêk bîne. Her wiha ji bo bersivê bide pêvajoyê û tecrîda li ser Rêberê me parçe bike, kete nava hewldanên mezin. Bi sekna xwe ya ji dil di nava hevrêyên xwe de bû cihê hezkirin û hurmetê. Di nava têkoşîna xwe de em ê timî xwedî li bîranînên hevrê Harûn derkevin.[1]
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol
, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 632 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!