$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Têkoşîn Jiyan
Nav û paşnav: Asiye Gungor
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Navê dê û bav: Adalet - Fehîm
Dîrok û cihê şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medyayê 03-09-2016
$Kurtejiyana şehîd:$
Rêhevala me Têkoşîn li Mûşê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ew wekî jineke Kurd a mêtinger li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku pergala mêtinger ciwanên Kurd dike hedef, xeta berxwedanê ji xwe re kiriye esas. Hevala me ketiye bin bandora nêzikatiya Rêber Apo ya ku nasnameya jinan a ku tune tê hesibandin ji nû ve diafirîne, di temenekî ciwan de tevlî nav refên gerîlayan bûye û bûye milîtaneke jîr a xeta PKK û PAJK’ê. Ew wekî şervaneke ciwan a YJA Starê bi kesayetiya xwe ya kedkar û samîmî çi tiştên hîn bûye hînî rêhevalên xwe jî kiriye. Hevala me Têkoşîn bi jêhatibûna xwe ya di warê leşkerî de di nava demeke gelekî kurt de bûye gerîlayeke jêhatî. Di sala 2015’an de li hemberî êrişên ku dewleta Tirk a dagirker dabû destpêkirin, wê berê xwe daye eniyan û hêrsa xwe ya li hemberî mêtingeran di şer de derxistiye holê. Rêhevala me careke din berxwedêriya jinên Kurd nîşan daye. Wê bi helwesta xwe ya di nav jiyanê de û di nav şer de peywira xwe ya pêşengtiyê bi serkeftî pêk aniye. Rêhevala me Têkoşîn wê heta serfiraziyê di nav têkoşîna me de bijî û wê pêşiya me ronî bike.[1]
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî - Kurdîy Serû) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 273 mal angesehen