Navê pirtûkê: BANGA CEGERXWÎN JI GORÊ
Navê nivîskar: #BONÎYE-SUAD CEGERXWÎN#
Cihê çapkirina pirtûkê: #Amed#
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2016
Kurdistana min!
Bi salan e li ser te ez dinalim
Dikim qîr û hawar timî bi vînê
Li min b'bûre nema êdî dikarim
Li gorê me bê deng im ez li jînê
Dixwazim kefen bigrim biçirînim
Serî hildim ji nav taxên zemînê
Keçên Kurda tevî xortan dinalin
Cegerxwîno were hana birînê
Ev banga helbestkarê nemir Cegerxwîn a di dîwana Banga Cegerxwîn Ji Gorê ya ji teref keça wî Bonîye-Suadê ve hatiye nivîsandin de, giyanê nemir ê helbestkêr radigihîne roja têdeyî û bi rewş û derûnîya Kurdîstanîyan ve pêwendîdar dike ku ger Cegerxwîn li jîyanê bûyê dê bi hestên xwe yên bi vî awayî deng bidaya wan.
Bonîye-Suad Cegerxwîn reh û rîşalê berdayî yê Cegerxwîn e ku bi heman şêwaz, heman kêşsazî û heman daxwazên bavê xwe weke jineke Kurd a azad tevgerîyaye û dengê xwe gihandiye hemû keç û jinên Kurd ên li ser rûkala dinê.[1]