Çîroka Gîzerê ji devoka Kobaniyê
Rojekê ji rojan, li xêr û bereketa xwedan; hebû gundekî perîşan. Di wî gundî de hebû kal û pîreke korecax. Kalê her tim ji pîrê re digot û daxwaza xwe bi cî dikir ku zarokekî dixwaze. Rojekê kal berî bikeve ser riya cot, ya bi dewrana meh û salan, bane pîra xwe dike û jê re dibêje:
Pîrê baş li min guhdar bike, ez kê biçim cot e; binêr, xwedê bi xwedê ger ez werim û te zarokek ji min re neanîbe, ez ê te bikujim.
Pîr di wê odeya xwe de bi saetan digrî û dike nalenal. Difikire û nafikire û li ber dilovanîya xwedê digere ku çareyekê jê re bibîne. Roj li pê hev diborîn û roja hatina kalê nêzik dibe û hîna jî pîr nizane ka dê çi bike. Pîr hîna li xwe heyîrî ye dengek ber guhê wê dikeve, dirive derve dibîne ku etarek li ber deriyê wan re derbas dibe û bang dike:
Werne gîzeran.. werne gîzeran..
Pîr dirive cem etêr û jê re dibêje:
Ey kurê reben ka gîzereke mezin bide min.
Etar Gîzerê didêkê û pîr gîzera xwe dibe. Gîzerê pak dişo û paçekî sipî ji rengê berfê lê digerîne, dike bêşîkê û li ber xwedê digere ku gîzerê jê re bike zarokeke xweşik.
carekê ji nişkêv de dengê kalê tê û bang dike:
Pîrêê.. Pîrê.. Ey Pîra kezebreş were va çiwalên nîskan bi min re deyne. Ma te kevir li guhê xwe siwar kirine de were.
Pîr vedinicqe, bi tirs û bi dengekî bilind dibêje:
Ez qîzikêê dimêjînime, ku dev jê berdim wê bigrî.
Kal ecîmayî dimîne, çi tiştên ji nav destên xwe datîne û direve hundir û dibêje:
Ma te zarok anî?
E rê min anî qîzkeke pirr çeleng û xweşk e.
Kal ji guhên xwe îna nake û direve qundaxa wê vedike dinêre qîzkeke pirr xweşik û şîrîne. Kal û pîr bi Gîzerê kêfxweş dibin û bi rojan rojek li pey rojê gîzer mezin dibe. Rojekê hevalên Gîzerê tên ba dîya wê û dibêjin:
pîrê bila Gîzer bi me re here çolê.
Pîr ji tirsa ser Gîzerê dibêje:
Naa!
Pîrê qurban heyran bes vê carê.
Pîr diqehere û dibêje:
Na anê caran qîza min xas pêl li erdê nekiriye, ez nahêlim bi we re here çolê.
Gîzer dibêje:
Anê qurban heyran bes vê carê ez herim.
Dilê Pîrê pê dişewite û dibêje:
Bes wê ev cara yekê û dawî be haaa.
Gîzer û hevalê xwe darin çolê pûş top dikin. Her carekê ku Gîzer tûrê xwe tijî pûş dike hevalên xwe lêdixin û pûşên wê ji dest digrin, ji ber ku ew deh kesin û bi qasî carekê Gîzerê nikanin top bikin û jixwe Gîzer, Gîzer e qey kê fêdebê. Carek, didu, sisê her ku Gîzer top dike ew lêdixin û pûşê wê ji dest digirin. Dawî dawî de hevalên Gîzerê, Gîzerê girêdidin û kevirekî li ser datînin, wê tenê li çolê dêlînin û diçin mala xwe. Pîr ji wan dipirse:
Qîza min ka?
Hevalê Gîzerê xwe ji wê hêlê nakin û nabêjin ku çi bi Gîzerê kirine, tenê dibêjin:
Xaltê Gîzer, di berî me de hat mal.
Li wê çolê Gîzer girêdayî ye, Polîsek jî diçe perên xwe li wir bijmêre. Li ser kevirê ku Gîzer pê girêdayiye rûdine, çawa ku dêk perên xwe bijmêre, Gîzer ji tirsan tireke xwe dike, polîs ditirse û ji tirsan re perên xwe çedike û dirive. Gîzer xwe ji bin kêvir derdixe pereyan radike, pûş top dike û xwe li erbana polis dike û dice mal. Hevalên Gîzerê, wê dibînin jê ra dibêjin:
Gîzer te va gî ji kur anî?
Gîzer dibêje:
Ji ber ku we ez girêdam, polîsek hat min tireke xwe kir, polîs tirsîya û rivîya.
Hevalên Gîzerê çav teng bûn û gotin:
Gîzer miş me jî girê bide ku em jî perene xwe bînin.
Gîzer qayîl dibe wek ku bizane wê çi were serê wan. Diçe wan qewin girêdide û kevirekî mezin dide ser wan û diçe. Polis tê ji bo ku bibîne kê perên wî/wê bir û ew tirsand, Xwe ji wê hêlê nake û diçe dîsa li ser wî/wê kevirî rûdine û pereyan derdixe, li vir hevalê Gîzerê tireke xwe dikin ji bo ku polis bitirse, lê polîs natirse û qawişa xwe vedike û li wan dixe û dibêje:
We duh ez tirsandim fikra we be hûn kanibin îro jî min bitirsînin.
Û bi vî awayî Gîzer heyfa xwe ji wan hiltîne, û polis têra xwe li hevalên wê dixe.
Çavkanî:Çîroka Gîzerê ji devoka Kobaniyê[1]